Ûkrayna: Pêşerojeke federalîst?

 

 

Bêaramiya li Ûkraynayê dikare bêyî jinûveşekildayina dewletê ya bi destûra bingehîn a federalîst bê kêmkirin?

Di 17’yê Nîsana 2014’an de roja Sêşemê wezîrên karên derve yên DYA’yê John Kerry, yê Rûsyayê Sergey Lavrov, yê Ûkraynayê Andri Deshchtsia û nûnerê Polîtîkaya Derve yê Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton ji bo kêmkirina bêaramiya navneteweyî ku di mijara Ûkraynayê de bilind dibe û gavavêtina ji bo bisînorkirina şîdeta zêde dibe ya li Ûkraynayê di seranserê rojekê de li Cenevê hevdîtinekê pêk anîn.

Civîn kurtedemek piştî ku Ofîsa Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirov di 1’ê Nîsanê de hişyar kir ku “Ji bo astengkirina bêtir bêaramiya  li welat divê  li Ûkraynayê dezenformasyon, propaganda û heqaret bi awayekî acîl bên astengkirin…ji bo hikumetê (ya Ûkraynayê) pêkanîna rêzdariyê ji bo cihêrengî, îzolenebûn û beşdariya wekhev a hemû kesan –kêmar jî tê de- pir krîtîke” pêk hat.

Li aliyekî din, kêliyek beriya hevdîtinên Cenevê, di beşa pirs û bersiv a di televîzyona rûs de Serok Vladîmîr Pûtîn got ku parlamento destûrê daye wî ku eger pêwîst be li rojhilatê Ûkraynayê hêzê bi kar bîne lê ew hêvî dike ku ev pêk neyê. Daxuyanî bikaranîna hêza rûs a 400,000’î ku li ser sînorê Rûsya-Ûkraynayê hatine bicîkirin, destnîşan dikir. Di nava bêaramiyê de kuştina çend xwepêşanderên alîgirên Rûsyayê ya li dora avahiyên hikumetê yên dagirkirî yên li rojhilata Ûkraynayê jî cî digirt. Wekî bersiveke ji vê rewşê re, li Ewropaya Rojhilat û Dewletên Baltik hêzên NATO’yê hatin xurtkirin.

Muzakereyên dîplomatîk ên li Cenevê bi giranî hewldana kêmkirina bêaramiyê û astengkirina zêdebûna pevçûnan bû. Hikumeta Rûs red kir ku mîlîsên çekdar ên li dora avahiyên hikumetê yên li rojhilata Ûkraynayê di bin kontrola wan de ye. Vê yekê rê li ber pirsa ku van zilamên bi unîformayên leşkerî lê bê îşaretên ku payeya wan nîşan didin, di bin kontrola kê de ne derdixe holê. Muzakere “rola sereke” ya 100 çavdêrên sivîl ên ji Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya li Ewropayê ku divê di warê çavdêriya rewşa mafên mirov -mafên kêmarên neteweyî jî tê de- û di warê rewşa ewlekarî û bûyerên muhtemel ên şîdetê de agahî bide, peywirê hilgire îfade kir.

Di daxuyaniyên dawî yên hevdîtina Cenevê de banga çekberdana “hemû komên çekdar ên îlegal” û valakirina “hemû kolan, meydan û ciyên din ên civakî yên li bajar û bajarokên Ûkraynayê” hat kirin. Ji ber ku koma alîgirê rûs got ku ew Hikumeta Ûkraynayê ya demî “îlegal” dibînin, heta ku di pêşeroja nêzîk de guherînên radîkal pêk neyên divê mirov li bendê nebe ku çekberdaneke bi lez pêk were an dawî li dagirkirina avahiyan were.

Yek ji îhtîmala kêmkirina bêaramiyê a li ser bingeha dema dûr de destpêkirina nîqaşên li ser hikumeta federal-desentralîzebûyî ya ji bo Ûkraynayê ye ku wê welat parçe neke lê  xweseriya lokal û herêmî xurt bike ye. Hem serokê niha yê Ûkraynayê di daxuyaniya 13’yê Nîsanê de û rêvebirên Federasyona Rûsyayê îhtîmala  strûktûra federal a ku divê ji aliyê referandûmê ve bê qebûlkirin bilind kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî civîna Cenevê de Sergey Lavrov got ku krîza Ûkraynayê divê ji aliyê ûkrayniyan bê çareserkirin û divê “ew di çarçoveya pêvajoya destûra bingehîn de dest bi diyaloga neteweyî ku divê ji beşdariyê re vekirî be û şefaf be, bikin.”

Hewldanên her du hikumetan û Rêxistinên Derveyê Hikumetî (RDH) divê bi armanca kêmkirina bêaramiyê û afirandina firsendên ji bo diyalogeke wiha afirîner bên kirin. Welatiyên cîhanê yên xwedî dîrokeke dirêj a tecrûbeyên nêzîkbûna federalîst a di warê çareserkirina pevçûnan de li dijî konseptên hêsankirî yên di nîqaşa li Ûkraynayê de me hişyar dikin. Federalîzm ne gava ewilî ya ji bo parçebûna Ûkraynayê ye. Lê ew ne “çareseriyeke bi sêr” e jî.

Strûktûrên hikumetê bi awayekî nêzîk bi armancên ku gel dixwaze pêk bîne re eleqeder in. Armancên ûkrayniyan pirjimar e. Rewşa heyî ya li Ûkraynayê dest nade ku dîtinên bêhnfireh ên bingehîn an lihevhatin derkevin holê. Diyalog û nîqaşa vekirî pêwîst e da ku van armancan bêtir bê dîtin û ji bo hêsankirina pêkanîna van armancan strûktûr bên afirandin. Kesên li derveyê Ûkraynayê, hem hikumet hem jî RDH divê nîqaşkirina armancan û strûktûran hêsan bikin da ku berjewendiyên hevpar bikaribe bên dîtin û bêaramiya niha bê kêmkirin.

—————

Vê gotarê ji aliyê Rene Wadlow ve hatiye nivîsandin û di 28.04.2014’an de di Towardfreedom.orgê de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …