Ûkrayna êrişê Rûsyayê kir

Bajarên Belgorod û Kurskê yên li Rûsyayê rastî êrişa fuze û dronan a Ûkraynayê hatin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kir, bajarên wan Belgorod û Kurskê yên nêzîkî sînorê Ûkraynayê, rastî bombebaranê hatine.

Berdevkê wezaretê Igor Konaşenkov di daxuyaniyê de got, êrişa Ûkraynayê bi fuzeyên Toşka û dronan hatiye lidarxistin.

Piştî êrişa Ûkraynayê herî zêde li Belgorodê xisar pêk hat. Berî niha jî Ûkrayna êrişî vî bajarî kiribû.

Bi tevahî wargehên sivîl ên her du bajaran hedef hatine girtin.

Berdevkê Rûs da zanîn, hin fuze û 2 dronên Ûkraynayê, ji aliyê sîstemên parastinê yên Rûsyayê ve hatine xistin.

Li gorî daxuyaniyên çavkaniyên artêşê, li Belgorodê di encama bomberanê de 26 daîre û 46 xanî hatine hilweşandin.

Îdîaya Lukaşenko

Bi vê bûyerê re hemwext, Belarûsê jî derbarê êrişeke Ûkraynayê de daxuyaniyek da.

Alexander Lukaşenko (Serokê Belarûsê)

Serokê Belarûsê Alexander Lukaşenko îdîa kir, wan hewldaneke êrişeke Ukraynayê ya li dijî baregehên li Belarûsê asteng kiriye.

Di daxuyaniya xwe de Lukaşenko gef li Ûkrayna û Polonyayê xwar û got eger êrişeke li dijî hedefên Belarûsê pêk were, wê artêşa Belarûs êriş bibe ser paytextên her du welatan.

Lukaşenko derbarê rola welatê xwe ya di şerê li Ûkraynayê de jî axivî û got, Belarûs yek leşkerê xwe jî neşandiye Ûkraynayê.

Bi van gotinên xwe Lukaşenko, bersivê da îdîayên derbarê hevkariya aktîf a Belarûsê ya bi Rûsyayê re.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …