Tûtina Bavê Min berhemeke post-nûjen e

Çîrok ji hêla naverok û teşeyî gellekî nêzîkî romana George Orwell “Çewliga Heywanan” e.

Pirtûka Tûtina Bavê Min a Hemîd Baydû çendekî berê ji aliyê Weşanên Lîs hat weşandin. Pirtûk ji çîrokan pêk tên û berhema ewilî ya Hemîd Baydû ye. Derbarê pirtûkê de di rûpela kurdî ya malpera gazeteduvar de nirxandinek balkêş a Ronî Reşo hat weşandin. Di vê nirxandinê de Reşo hewl dide pirtûkê ligel teknîkên edebiyatê yên li cîhanê tê bikaranîn binirxîne û bi vî awayî giranbuhabûna pirtûkê nîşan bide.

Karakter û psîkolojî

Karakterên pirtûkê li ser hîmen psîkolojîk hatine afirandin.

Reşo di gotara xwe de qala teknîka navmetnî (Intertextuality) dike û diyar dike nivîskar di berhema xwe de vê teknîka post-nûjen bi kar anî ye.

Gotar bi berfirehî li ser karakteran disekine nîşan dide, karakterên pirtûkê li ser hîmen psîkolojîk hatine afirandin. Di mijara karakteran de Ronahî van tespîtên balkêş dike:

Hemîd Baydû

Di bingeha xwe de honandina kurteçîrokên vê kitêbê rêaksiyonel e, bi gotineke din karakterên dijî hev an jî fikr û ramanên dijî hev dihêle ku bûyer li ser zemîna aksiyoneke dramatîk rû bide. Di her kurteçîrokê de karakterên serleheng û ê li dij wî, karakterekî hasim heye. Ev yek jî dibe sedem ku kurteçîrokan de bûyerek biqewime.

Baydû û Orwell

Reşo, çîrok bi çîrok analîza xwe ya pirtûkê didomîne û ji aliyê honandinê ve Hêştirmeyê Bextreş dişîbîne romaneke Orwell. Reşo di vê mijarê de wiha dinivîse:

 Çîrok ji hêla naverok û teşeyî gellekî nêzîkî romana George Orwell “Çewliga Heywanan” e. Hêştirmeyên kurteçîrokê de xwedî Serokekî dîktator in û yasayekî wan î teqez heye ku lazim e welatî vê yasayê binpê nekin; “hêştirme nikarin bifikirin!..”

Mekanê kurteçîrokan timî Amed e û zeman ji salên 1990’an heta dema me ya îro ye.

Amed mekanê çîrokan e

Ronî Reşo gotara xwe bi van gotinan bi dawî dike:

Mekanê kurteçîrokan timî Amed û derûdorê ji Amedê ye -ji bilî kurteçîroka Hêştirmeyê Bextreş.- Bi taswîrkirina derûdorê û bûyerên di kurteçîrokan de li ser zemanê kurteçîrokan me pê agahdar dike ku zeman, di neqeba salên 1990î û heta nêzî roja me ye. Meriv dema ku kurteçîrokên vê kitêbê dixwîne ji zemên dihese ku zemanekî nostaljîk e. Kurtasî xwe ji vê kitêbê bêpar nehêlin da ku hûn jivan nebin. Dikarim bi dilrehetî bibêjim ku hêjayî pesindayînê û xwendinê ye, ev kurtekitêb.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …