Tirkîstana Rojhilat: Ciyê ku mafê xwe-rêvebirinê tê înkarkirin

 

 

Herêma Xweser a Sinjiang (Xinjiang) Ûygûr bi awayekî fermî yek ji pênc “herêmên xweser” ên Komara Gel a Çînê (KGÇ) ye. Ev der erdeke pir mezin e (1,66 milyon km2) û du car ji Tirkiyeyê mezintir e. Bi tenê 22 milyon kes ku ji % 43’yê wan ûygûrên etnîk in, li wir dijîn. Ûygûr di nava eşîrên tirk ên dema antîk de ne û binavkirina wan a ji bo welatê wan ne tesadûfî ye. Bikaranîna navê ûygûr a ji bo hemû tirkên ne misilman ên Sinjiangê di salên 1920’an de derket holê. Beriya vê demê, ûygûr bi tenê wekî “turkî” an tirk dihatin binavkirin. Di 1933’an de û carekê din jî di 1944’an de ûygûrên ku ji aliyê Stalînê Yekitiya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst piştevaniya wan hatin kirin, serxwebûna xwe bi dest xistin. Komara Tirkîstana Rojhilat a duyemîn ku pêlîstoka dewleta komunîst a Sovyetê bû, ji aliyê Artêşa Sor a Mao ve hat hilweşandin. Mao di 1949’an de Herêma Xweser a Sinjiang Ûygûr damezrandin.

Rewşa krîtîk a mafen mirovan

Digel xweseriya fermî, rewşa mafên mirovan ên ûygûrên Tirkîstana Rojhilat ji salên navîn ên 1990’an û vir ve her ku diçe xera dibe. Di Sibata 1997’an de xwepêşandanên dêwane yên yekemîn yên li herêma Guljayê ji ber zêdebûna çewsandina li ser çand û ola ûygûran ku di nava wan de lihevkombûna kevneşopî ya ûygûran a bi navê meşrep jî hebû, dest pê kir. Meşrep, piştî ku bi tenê di sala 1944’an de bi awayekî fermî destûra lidarxistina wê hat dayîn, carekê din ji aliyê rêvebirên çînî ve hat qedexekirin. Ûygûrên li herêmê bi armanca vejandina çanda îslamê û astengkirina problemên civakî yên wekî alkolîzm û bikaranîna tilyakê, dest bi lidarxistina meşrepê kiribûn. Lîderên civakên lokal ên ûygûr di heman demê de çalakiyên fitbolê ku ew jî paşê hatin qedexekirin û seheyên fitbolê hatin hilweşandin, lidardixistin. Gelek ûygûr di 1997’an de dev ji jiyana Guljayê berdan û wir terk kirin.

Di 2009’an de ûygûr li paytext Ûrûmçî dest bi protestoyan kirin. Di Tîrmeha 2009’an de protestoya ku bi xwepêşandaneke aştîxwaz dest pê kiribû rastî êrîşa hovane ya hêzên ewlekariyê yên Çînê hat. Ûygûr kiryarên ne têr yên hikumetê yên di warê êrîşa li hember karkerên febrîqeyan ên ûygûr yên li Shaoguan a li Wîlayeta Guangdong a li Başûrê Çînê  protesto dikirin. Nêzîkbûna hişk û derveyê hiqûqê yên hêzê ewlekariyê yên çînî ya li hember protestoyên aştîxwaz, bû sebeb ku di nava ûygûr û çîniyên han de bûyerên şîdetê yên etnîk derkevin holê. Di van bûyeran de bi sedan ûygûr û çîniyên han hatin kuştin. Li gorî daneyên ji aliyê ajansa nûçeyan a çînî Xinhuayê hatin weşandin, 197 kes hatin kuştin lê Kongreya Ûygûr a Cîhanê texmîn dike ku –xwe dispêre şahidên bûyerê- di vê pêvajoyê de zêdetirî 1000 kes mirine. Bi awayekî rûtîn, bi armanca heqdayina îhlalên xwe yên mafên mirovan ên li hember gelê ûygûr, rêvebiriyên çînî mixalefeta aştîxwaz a ûygûr bi “sê xerabî”yan (terorîzm, cihêxwazî û radîkalîzma olî) sûcdar dike (binêrin: Sebeb û Çewsandina Protestoyên Urûmçiyê, Rapora UNPO, Mijdar 2009: http://www.unpo.org/article/10328).

Îro, bi van îdîayan her xwepêşandan bi awayekî hovane tê çewsandin, bi sedan aktîvîstên ûygûr tên girtin û her sal bi dehan ûygûr piştî dozên sexte tên bidarvekirin. Ûygûrên li Tirkîstana Rojhilat, ji tîbetiyên li Herêma Xweser a Tîbetê ya cîran zêdetir bi zilmê re rû bi rû dimînin. (binêrin www.uyghurcongress.org ).

nexşeya sinjiangê

Li Çînê xweserî heye?

Îro li Çînê ne tenê çewsandina mafên sivîl û siyasî lê ji ber ku ji demên berê zêdetir ew ji aliyê aboriya neteweyî ve tên cûtin, di heman demê de temayula li ser pêşketina aboriyê jî şêweya jiyana gelên kêmar tehdît dike. Li welatekî qasî Sinkiangê mezin a xwedî mineral û çavkaniyên xwezayî yên zengîn, şîrketên dewletê yên çînî tevlî xisareke pir mezin a li hember hawîrdorê tê pêkanîn û koça karkerên han ên ku her ku diçe zêde dibe, vê zengîniyê dagir dikin û bi awayekî sîstematîk ji bo berjewendiyên xwe bî kar tinîn. Bandorên hilweşiner dikarin bi taybetî li Sinkiang û Tîbetê bên dîtin. Digel xweseriya fermî, meşandina stratejiyeke wiha û strûktûra hêzê ya heyî bêtir xwedî forma kolonyal e. “Xweserî”ya ji rêvebiriyeke ku bi awayekî hişk ji aliyê strûktûra hêzê ya paralel a Partiya Komunîst ve tê kontrolkirin tiştekî vala ye. Telafiyên hiqûqî di sîstema hiqûqî ya KGÇ’ê pêş neketiye. Wiha xuya dike ku ji ber ku bandorê li projeya polîtîk a berfireh a Partiya Komunîst a heta dawiyê entegrekirina Sinkiangê bi aborî û civaka sereke ya Çînê re bandore nake, li hemberê xweseriyê tolerans tê nîşandayîn. Divê mirov şaşwaz nebe ku nifûsa xwecî ne tenê ne xwediyê kontrola li ser pêşketina Sinkiangê ye lê nekare koçberiya ji herêmên navendî yê Çînê jî kontrol bike. Çîn, wekî Mogolîstana Navîn hêdî hêdî Tirkîstana Rojhilat jî bi nifûsa han tije dike û bi vî awayî daxwaza dema dirêj a gelê ûygûr a ji bo xwe-rêvebirinê qels dike. Serdestî, yekitiya neteweyî û ne midaxalekirina ji derveyê welat di navenda vê xweseriya heyî de cî digire. (binêrin Thomas Benedikter, “Autonomy” in the People’s Republic of China?, 2012, p. 212 on:  http://www.gfbv.at/publikationen/weitere_publikationen.php ).

Xweseriya bi tenê bi nav

Îro Sinjiang mînakeke ku divê xweseriyeke heqîqî çawa nebe ye: Gelekî ku bi awayekî meşrû li ser welatê xwe yê kevneşopî dijî gav bi gav dikeve rewşa kêmareke marjînal, xizan û bêhêz. Bi rastî, li paş navê “xweseriya herêmî” tiştên ku li vî welatê ku qasî Mogolîstanê mezin e pêk tê, kolonyalîzma hundir a ji aliyê çîneke dewletê ya Çîna cîran tê meşandin e. Eger xweserî tê wateya çarçoveyeke siyasî û hiqûqî ya xwe-rêvebirinê ya bi riya nûnerên ku bi awayekî azad ji bo saziyên azad ên ku xwedî hêzên mînîmûm ên qanûnçêkirinê ne tên hilbijartin be û ne rû bî rû mayina bi astengiya serdestiya dewleta navendî ya li ser vî erdî be, teqez Tirkîstana Rojhilat ne xweseriyeke wiha ye. Wekî Tîbet û “Herêmên Xweser” ên din, Sinjiang bi tenê bi navê xwe xweser e. Heta em li ber çav bigirin ku saziyên siyasî yên herêmî xwedî hin hêzan bin jî du qusûrên sereke hene ku destûrê nadin xwe-rêvebirinê: li aliyekî destûr nayê dayîn ku ûygûr û komên etnîk ên biçûk bi awayekî azad nûnerên xwe hilbijêrin û lewma jî qet nekare qala demokrasiyê bê kirin. Li aliyê din jî digel ku hin pozîsyonên bi tesîr dane destên lîderên ûygûr, ev kes pir kêm ji pêlîstokên partiya serdest cûdatir in. Ew di bin serdestiya çîniyên han de ne û bi tevahî girêdayî navendên hêzê yên Pekînê ne. Xweserî tiştekî cûda ye. Hêvî dikim ku Tirkiye bi armanca parastina mafên bingehîn ên “turki”yên li rojavayê dûr ê Çînê, dikare midaxale bike.

—————

Thomas Benedikter nivîskarê pirtûka Etnik Uyuşmazliklarin Özyönetimle Çözümü ye ku di 2013’an de ji aliyê Weşanxaneya Aramê (bi wergera Necat Ayaz) hat weşandin.

Derbarê Thomas Benedikter

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …