Trajediya nehatiye gotin a apartheida neolîberal a Başûrê Afrîkayê

 

 

Jerome Roos

Her sal ji 14.000’an zêdetir mirov li Başurê Afrîkayê di rê de tên kuştin. Li gorî vê hejmarê, her roj li derdora 38 kes tên kuştin ku hema hema nîvê wan peyatî ne. Nîvê din ê vê hejmarê dema ku otobus,  qamyonetên biçûk an bakkies pir zêde hatine tijîkirin ku di riya navbera bajêr û navçeyan de qeza dikin de, dimirin. Ev mirov bi armanca ku wekî garson, firoşker an jinên ku li malan paqijiyê dikin li bajêr bixebitin, her roj diçin bajêr. Bi tenê îro otobusekê ku karkerên rojane dixebitîn dibir bajêr, di riyeke teng û bi kertûkort a ber bi Pretoriayê de li qemyonekê xist û 29 kes mirin. Lê ev, trajediyên wekî vê bi tevahiya hejmarên xwe di rêzestatîstîkên sar de bi tenê hejmar in. Rûpelên pêşiyê yên rojnameyên welat bi çîrokên tirsnak û foto û grafîkên kuştinên bêwijdan hatine xemilandin. Ji ber ku li welat rojane 50 kes tên kuştin. 770 kesên din her roj ji AIDS’ê dimirin. Bi tevajhî 5.7 milyon an ji % 18 mirovên li Afrîkaya Başûr nexweşê HIV/AID’yê ne ku li cîhanê rêjeya herî zêde ya vê nexweşiyê ye.

“Eleqederî bi tenê ji bo hêzê ye ne ji bo mirovan es”

Ev hemû tişt di Tebaxa sala borî de dema ku hêzên polîsên mîlîtarîzebûyî greveke karkerên madenê yên ku di mercên ne ewle de dixebitin a li bajarê platînyûm a Marîkanayê bi şîdeteke mezin têk birin, bi awayekî janbar derket holê. Bi rijandina zêde ya xwînê ku ji qirkirina Sharpvîlleê ya 1960’an û ji dema bidawîbûna apartheidê û vir ve ku li dûv hev hatin,  şîdeta herî cidî ya dewletê bû, 34 karker ji mesafeyeke nêzîk ve bi tifingan hatin kuştin. Ne hewceye ku em bêjin qirkirina Marîkanayê bîranînên wehşeta polîsan ên di dema rêvebiriya kêmar a spî de bibîr anî. Vê carê, polîs û siyasetmedarên berpirsê vê qirkirinê, bi giranî reş bûn û heman partiya ku demekê li hember çewsandina nîjadî ji têkoşînê re rêberiyê dikir bû: Serok Jacob Zuma ku endamê ANC’ya îktîdar e û şervanê azadiyê yê sembol Nelson Mandela.

Îro ANC bi krîza meşrûiyetê ku her ku diçe mezin di be re rû bi rû ye. Di dema ku ew ê bikaribe di hilbijartina bê de biserkeve,  jiholêrabûna hêviya bi partiyê û lîderên wê di nava bingeha wê ya destekê ya kevneşopiyê de berfireh dibe: mirovên xizan ên li taxên li dora bajêr dijîn.

afrikaya basur grev

Trajediya otantîk a hişmendiya lîberal a cîhanê

Di 1994’an de, dema ku rejîma apartheid di dawiyê de ji holê rabû û afrîkiyên başûrî bi rêjeyeke pir mezin Nelson Mandela wekî serokê xwe yê demokratîk ê yekemîn hilbijartin, cîhan li Afrîkaya Başûr bi hestên hêvî û libendemayinê dinêrî. Di vê dema nû de wisa xuya dikir ku Neteweya Keskesorê xeta di navbera jihevqetîna civakî û nîjadî dişikand. Akademîsyenên hiqûqê destûra bingehîn a welat wekî ya herî pêşverû ya cîhanê binav kirin. Komîteyên rastî û lihevhatinê ji bo lipaşhiştina kîn û rikên kevn hatin damezrandin û bi paşeroja nîjadperest a welat re lihevkirin.

Lê ji bîr nekin: Wê demê rojên zêrîn ên neolîberalîzma serkeftî bû. Şerê Sar bidawî bûbû, komunîzm hatibû têkbirin, Şerê Kendava Basrayê hegemonyaya Amerîka ya li cîhanê carekê din nîşan dabû. Afrîkaya Başûr ku ji sûcên nîjadperestiya sazkirî pêk hatibû, bû rêberê pêşverû ya nîzama cîhanê ya nû –û Mandela bû wijdana wê. Di vê cîhanê nû ya wêrek de Mandela şoreşgerê kevn bû ku bû qralê fîlozof; yextiyarê gundê global ku ne tenê êş û hêviyên afrîkiyên reş temsîl kirin, di heman demê de hêvî û daxwazên pêşverûyên rojavayî jî temsîl kirin. Mandela tevlî lîderên cîhanê, endamên malbata qraliyetê ya ewropiyan û yên xwedî milyaran pereyan bû; ew bi popstar û efsaneyên sporê re dema xwe derbas kir lê wî di heman demê de hevaltiyeke germ bi Fîdel Castro û Muamer Kaddafî re jî domand. Bavê Madîba, ji aliyekî ve di ser polîtîkayê re bû. An jî gelo bi rastî jî wiha bû?

Globalîzasyona neolîberal a piştî apartheida nîjadperest

Îro, hem çîroka şoreşger a mîlîtanên ANC û hem jî çîroka lîberal a pêşverûyên cîhanê her ku diçe bi awayekî berfireh vala xuya dike. Cûdaxwaziya nîjadperest dibe ku bi awayekî sazûmanî hatibe rakirin lê cûdaxwaziya sosyo-ekonomîk ku wê xurt kiriye, bêyi ku lawaz bibe dom dike. Afrîkaya Başûr hîn jî bi awayekî ku matmayî dihêle, yek ji ciyekî herî newekhev ê cîhanê ye. Ji aliyê hatina malbatê ve (piştî Lesotho) di cîhanê de duyemîn e. Di vî welatê xwedî hatina di asta navîn de, hîn jî ji % 47’ê gel di nava xizaniyê de dijîn. Vê hejmarê ji ya di 1994’an de ji % 2 zêdetir e. Bêkarî li gorî daneyên fermî ji % 25’e lê ji bo ciwanên reş vê hejmarê derdikeve ji % 50. Bîst sal şûn de, hîn jî qezenca mirovên reş ji yên spî şeş qat kêmtir e. Di dema ku elîteke reş hêdî hêdî îmtîyazên kevn ên spiyan bi dest dixe, ji bo piraniya afrîkiyên başûrî tiştekî bi rastî neguherî ye.

Dema neolîberalîzm ji bo lêgerîna xwe ya ketina bazara global hilkişiya jor û dîwarên kevn xera kirin, vê carê ji bo lêgerîna xwe ya keda erzan û çavkaniyên xwezayî dîwarên nû yên heta hetayê bilind kir. Taxên nû yên karkeran li dora bajar û êtûnên li Afrîkaya Başûr, ji ber ku karker bi hêviya bidestxistina jiyaneke mitewazî koç dikin, bilind dibin. Taxên ku li dora wan bi dîwaran hatine çêkirin û navendên danûstendinê ku ji aliyê parazvanên ewlekariyê yên taybet ku tifing di destên wan de ne tên parastin, bi armanca tatmînkirina daxwazên xerckirinê ya elîteke nû ya ku ji her du nîjadan pêk hatiye, tên çêkirin. Neteweya Keskesorê dibe ku li jor nîjasperestiyê ji holê rakiribe lê hîn jî ji nû ve cûdaxwaziyên dema apartheidê di bin de hildiberîne.

xizani

Dewleta çewsîner û felfeseya polîtîk a mafan

Yek ji van bûyeran jî ne tesadufî ye. Ji aliyekî ve, encamên trajîk ên têkoşîna rizgariyê ya ANC’ê di nava DNA’ya stratejiya pêşeng a partiyê de veşartî ye. Beriya her tiştî, ANC biryar da ku saziyên heyî dewr bigire –saziyên polîtîk û aboriyê ku li ser lidervehiştina sîstematîk û newekheviya pir mezin hatibûn damezrandin- û lewma beyî ku armanceke wan ê wiha hebe, bi pêkhatina elîteke nû heman strûktûrên çewsîner ji nû ve afirand. Duyemîn, wekî ku Lawrence Hamilton di pirtûka xwe ya bi navê Felsefeya Polîtîk a Hewcedariyan’de îfade dike, lîdertiya ANC’ê bi awayekî eşkere vîzyoneke îdeolojîk a taybet a “transformasyona” welat hembêz kir. Destûra Bingehîn a nû ya Afrîkaya Başûr îfadekirina herî zelal a vê vîzyonê bû: her tişt di riya pêkanîna mafê şexsan a ji bo dengdanê û temsîlbûyinê, xwedîbûna milk û bi ti awayî rastnehatina cûdaxwaziyê hatibûn amadekirin. Pirsên beşdariya polîtîk, serdestiya heqîqî ya gel û tatmînkirina hewcedariyên bingehîn ên mirovan kêm balê kişandibûn.

Nêzîkbûna li ser bingeha dewletê û mafan, ti carî bi awayekî rastîn ji meşrûiyeta apartheidê neqetiya. Vê nêzîkbûnê bi tenê mafê dengdayinê berfireh kir lê li aliyekî din jî mantiqa strûktûrel a jihevqetandina gel û hêzê û jihevqetandina xwediyên milk û kesên xwedî heqdestê keda xwe ne, di ciyê xwe de hişt. Bi awayekî qismî, ji ber îdeolojiya neolîberal a demê û bi awayekî qismî jî ji ber tirsa dûbarekirina ceribandina Zîmbabwe ku li wir Mûgabe bi zorê dest danîbû ser erdan û di encam de civaka spî koçî derve kiribû û aborî hilweşîyabû, Mandela û ANC nêzîkbûneke gav bi gav tercîh kirin ku di dawiyê de ANC’ê veguherand nûnerê apartheidê. Bi awayekî hiqûqî, mafên milkiyetê yên spiyên xwedî erd ket pêşiya hewcedariyên însanî yên kesên di bereqeyan (schack) de dijiyan. Mafên karkeran ku ji ber ku mafê avakirina sendîkayê, “mafê” temsîlkirina ji aliyê lîdertiya qirêj û bertilxwar ku bi kooptasyona bi ANC’ê re pêk hatibû bi xwe re anî, her çû vala bû. Bi vî awayî, nêzîkbûna hişmendiya dewletê û felsefeya polîtîk a mafan, afrîkiyên başûrî yên xizan di nava mantiqa temsîlbûn û biryardayina ji jor ve de asê hişt ku hewcedariyên mirovan, xweseriya civakî û beşdariya polîtîk di bin serdestiya pekhatina elîteke nû ya polîtîk û ya şîrketan yên şoreşgerên kevn ên ANC’ê de ma.

Ber bi xweseriyê û felsefeya polîtîk a hewcedariyan

Lê hin îşaretên guherîna vê rewşê hene. Di 2005’an de, dema ku komeke mezin a kesên di bereqeyan de dijiyan, bi armanca protestoya li hember valakirina wargeheke neqanûnî li Durbanê rê birîn, tevgereke bi tevahî cûda derket holê. Abahlalî baseMjandolo an tevgera kesên di bereqeyan de dijiyan, ji wê demê û vir ve li Cape Town û Pietermaritzburgê belav bû. Bi dehezaran endamên xwe, Abahlali niha tekane rêxistina ji bin ve ya xizanên Afrîkaya Başûr pêk tîne. Berevajiya Julius Malemayê paşverû yê milyoner û lîderê ciwan ê kevn ê ANC’ê ku bi platformeke populîst a ku ji Chavez îlhama xwe girtiye bi ANC’ê re pêşbirkê dike, Abahlali li ser xweseriya ji saziyên dewletê, partiyên siyasî, sektora kar û Rêxistinên Derveyê Hikumetan disekine û bi mixalefeta xwe hem ANC hem jî raqîbên wê yên sereke red dike. Di dewsa wan de, bi armanca pêkanîna pêşxistina mercên jiyanê, parastina taxên di bin gefa valakirinê de ne, daxwaza belavkirina civakî ya erdên bajêr û ji bo demokratîkirina civakê ya ji bin ve, têkoşînê dike. ANC û şoreşgerên qaşo yên din, di kêliya ku dewrgirtina saziyên apartheidê kirin armanca xwe û bi formeke din wan ji nû ve afirandin, îxanetê bi xizanan re kirin. Lê bi krîza meşrûiyetê ya ANC’ê ya piştî qirkirina Marîkanayê, her ku diçe zêdetir mirovên ku li xwe hay dibin ku ew nayên temsîlkirin, ber bi tekane encama watedar ve dibe. Di Adara îsal de , hezar kesên di bereqeyan de dijiyan, li Cato Crestê ya li Durbanê êrîşê parçeyeke axê kirin, wê dagir kirin û ji bo bîranîna karkerên madenê yên hatibûn qetilkirin, navê Marîkana lê kirin. Vê kiryarê, di vê dema xapandina unîversal de, bi tenê îfadeyeke din a cara pêşiyê famkirina li seranserê cîhanê ya ku israrkirina li ser xweseriya radîkal şoreş dikare bê pêş birin bû. Li Afrîkaya Başûr, tekane riya jiholêrakirina cûdaxwaziya civakî ku her roj belasebeb bi kuştina bi sedan kesan berdewam dike, hembêzkirina felsefeya polîtîk a hewcedariyan e ku li ser xurtkirina civakan disekine; ku bi riya beşdariya demokratîk û aksiyona dîrekt a mîlîtan dixebite û ku –di dewsa “rizgarkirina” afrîkiyên başûr a bi riya ku her ku diçe dişibe çewsînerên kevn de,  bi riya avakirina xweseriya ji bin ve ya reş û spiyan bi hev re, bi awayekî aktîf çembera kedxwariyê dişikîne.

——————-

Ev nivîs di 12.11.2013’an de di Roarmag.org’de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …