Thomas Waal: Peymana nû di têkiliyên Rûs-Abhaz de ne nuqteyeke krîtîk e

 

Caucasus Times: Di meha Mijdarê de lîderên Rûsya û Abhazyayê peymanekê îmze kirin. Vê peymanê di nava siyasetmedarên abhaz û lîderên rêxistinên sivîl de bû sebeba nîqaşên cidî. Bi ya we tiştên herî girîng ên li vir ên li ser nedihatin lihevkirin çi bûn? Di metna peymanê de kîjan nêrinên aliyê abhaz pêk hat? Vê peymanê di têkiliyên Rûsya û Abhazyayê de rûpelekê nû vedike?

Thomas de Waal: Ji bo elîtê siyasî yê abhaz peşnûmaya pêşiyê ya peymanê ya “Moskowê” gelek bi nakok bû. Ew peymaneke di derbarê “entegrasyonê” de bû. Ev tiştekî wiha bû ku aliyê abhaz ji bo redkirina wê şer kiriye. (Ez bawer dikim ku piraniya raya giştî bi taybetî ermen û rûs piranî bi awayekî pozîtîf nêzîkî vê nêrînê dibin lê bi rengekî eşkere vê navêbin).

Di wersiyona rûs de “entegrasyon” tê wateya yekbûna strûktûrên leşkeri ya abhaz û rûs, “kontrola hevpar” a her tiştê û kesê ku di sînorê Abhazyayê re derbas dibe û “siyaseteke derve ya li ser hatiye lihevkirin.” Xala 14’an bang dikir ku prosedûrên ji bo bidestxistina statuya welatîbûnê ya aliyên ku peymanê îmze kirine bên teşwîqkirin û hêsankirin. Bi vê yekê destur dihat dayin ku rûs bikaribin bibin welatiyên Abhazyayê û bi vî awayî jî li Abhazyayê bibin xwedî milk.

Tiştekî pir balkêşe ku –ji aliyê rojnamegeran pir kêm hat ferqkirin- aliyê Abhaz çiqas pêşnûmaya peymanê guherand an wê bi tevahî betal kir. “Entegrasyon” guherî û bû “hevalbendiya stratejîk.” Destûr nehat dayîn ku rûs bibin xwedî mafê welatîbûna Abhaz û hat destnîşankirin ku di dewsa “li ser bê lihevkirin,” siyaseta derve wê bê “kordînekirin.”Abhaz wê strûktûrên xwe yên leşkeri biparêzin.

Ji ber vê yeke ez nafikirim ku peyman nekaribe wekî nuqteyeke krîtîk a di têkiliyên Abhaz-Rûs de bê dîtin. Lê wê bê dîtin ku gelo abhaz wê bikaribin de facto tiştê ku wan di peymanê de li ser israr kiribûn biparêzin.

waal_2

Caucasus Times: Amadekirina pêvajoya Peymana Rûs-Abhaz gelekî bala Gurcîstanê jî kijand? Bandora wê ya li ser têkiliyên Rûs-Abhaz wê çawa be?

Thomas de Waal: Di axaftina xwe ya dawî ya di Dûmaya Dewletê de Wezîrê Karê Derve Sergey Lavrov hem qala peymana bi Abhazyayê re û hem jî berdewamkirina “normalbûna têkiliyên bi Gurcîstanê” re kir. Digel vê jî peymana nû li Gurcîstanê bi tirs û gumaneke mezin hat pêşwazîkirin. Mixalefeta Tevgera Yekgirtî ya Neteweyî –digel ku tiştên divê bên kirin zelal nake- bi gazina xwe ya bideng a ku Gurcîstan ji bo parastina erdên xwe çi ji dest tê nake, jiyanê ji bo hikumetê dijwar dike. Ji ber krîza Ûkraynayê, li Gurcîstanê di derbarê armancên Rûsyayê de gelek bêaramî heye. Ez guman dikim ku bandora lezgîn a peymana Abhazyayê wê her îhtîmala vekirina riyên hesinî yên di Abhazyayê re derbas dibin ji holê rake. Têkiliyên nû yên bazirganiyê û ragihandina hewayî wê bê domandin lê diyaloga siyasî gav bi gav dijwartir dibe.

Caucasus Times: Di vê dema dawiyê de li Gurcîstanê çend îstifa hatin kirin. Irakli Alasania ji wezîrtiya xwe ya parastinê îstifa kir. Ev tê wateya krîza “Xewna Gurcîstanê”? Bi ya we jinûvexurtbûna qada siyasî ya Gurcîstanê wê pêk were? Hûn mezinbûna potansiyela polîtîk a wezîrê kevn û alîgirên wî çiqas texmîn dikin?

Thomas Waal: Koalîsyona Xewna Gurcîstanê her dem ji bo armancên xwe lê ne ji bo tiştên ku ew li dij bûne, yekitiya xwe pêk aniye. Lewma dema mirov li nelihevkirina wî ya dûvedirêj a bi damezrînerê wê re dinêre, veqetîna Alasania ya ji koalîsyonê ne surprîze. Lê wiha xuya dike ku ti qes bi hilbijartinên pêşwext re eleqeder nabe. Herkes dixwaze ji bo hilbijartina 2016’an xwe amade bike. Hêviya herî baş a Alasania ev e ku ew bikaribe beşdarê koalîsyoneke polîtîk ku di hundirê wê de Partiya Komarger û Serokwezîr Giorgi Margvelaşvili jî hebe.

Caucasus Times: Osetyaya Başûr piranî di bin siya dînamîkên Abhazyayê de maye. Hûn difikirin ku li wir jî di warê peymanên bi Rûsyayê re pêşketinên wiha pêk werin? Bi ya we îhtîmala dûbarebûna bûyera Kirimê çawa ye?

Thomas de Waal: Siyaseta Osetyaya Başûr ji ya Abhazyayê şêlûtir e. Elîtên Osetyaya Başûr ji yên li Abhazyayê qelstir in. Ez bawer dikim ku ew ê bixwazin çend tiştên ku berevajiya hev in bikin: têkiliyên nêzîktir bi Osetyaya Bakur re ya bi senaryoyeke îdeal a yekitiya bi wê re; desteka saxlem a aborî û ewlekariyê ya ji Moskowê û domandina têkiliyên bazirganiyê yên bi Gurcîstanê re. Wiha xuya dike ku Moskow bêkêf bûye ku ew bêyî ku guherîneke berbiçav bibîne, li Osetyaya Başûr pir zêde pere xerc kiriye. Lewma dijware ku mirov bizanibe wê her du alî di demeke kurt de çawa li ser metna peymaneke berfireh a nû li hev bikin.

Caucasus Times: Pirseke me ya dawî lê girîng ma. Niha gelek çavdêr bi taybetî piştî êrîşên terorîst ên li Grozniyê di vê Cotmehê û Kanûnê de zede bala xwe didin Kafkasyaya Bakur. Texmînên we yên li ser pêşketina herêmî çawane? Hûn difikirin ku van bûyeran dawiya “Bandora Sochiyê” nîşan dide? Divê em li ser mijara bêîstikrariya li Kafkasyaya Bakur, ji DYA û Ewrûpayê reaksiyoneke çawa hêvî bikin?

Thomas de Waal: Eşkereye ku di bin lîdertiya Ramzan Kadirov de sebebên pevçûna li Çeçenyayê nehatin çareserkirin. Ew bi tenê hatin çewsandin. Kadirov ji bo şerê li dijî kesên radîkal di warê bikaranîna hemû alavên pêwîst de serbest hat hiştin û di berdêla vê de ji bo desteka bêdawî ya fînansê girêdayî Moskowê ma.

Di heman deme de ez bawer nakim ku Mîrîtiya Kafkasyayê rêxistineke rastîn e û bihêz e. Muhtemele ku ew ji malpereke înternetê û ji çend sed mêrên bi çekdar wê de tiştekî din nebe. Dîsa ez bawer nakim ku desteka wan a li Çeçenyayê xurt be. Binkeya wê ya leşkerî li Daxistanê ye. Lê eşkereye ku hîn jî kapasîteya wê ya carinan pêkanîna êrîşan heye ku bi vê nîşanî Kadirov û cîhanê dide ku Çeçenya bi tevahî ne ciyekî aram e. Di heman dema ku Serok Putin di 20’temîn salvegera destpêka şerê li Çeçenyayê axaftina xwe ya neteweyî dikir, di 4’ê Kanûnê de ji bo mehçûpkirina wî li Grozniyê êrîşek pêk hat. Gelo ev destpêka kampanyayeke nû ye? Ez ji vê guman dikim lê bi rastî ti kes bersiva vê pirse nizane.

————

Vê hevpeyvînê di 17.12.2014’an de di malpera Abkhazworld.com de hatiye weşandin. Heypeyvîn ji îngilîzî hatiye wergerandin.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …