Thomas Benedîkter: Xweseriya kurdan wê Tirkiyeyê parçe neke lê welat bike ciyekî xweş

 

 

Thomas Benedîkter lêkolînerekî ji herêma xweser a Tîrola Başûr a li Bakurê Îtalyayê ye. Benedîkter li ser herêmên xweser ên li Ewropayê, başûrê Asyayê û xweseriya modern a li seranserê cîhanê çend pirtûk û gelek gotar nivîsandine. Li gorî wî riya herî baş a ji bo problemên etnîk naskirina xweseriya terîtoryal e (a ku li ser bingeha axê hatiye damezrandin). Berhema bi navê Avrupa’nin Özerk Bölgeleri (Herêmên Xweser ên Ewropayê) ya Benedîkter di 2012’an de ji aliyê Weşanên Aram hat weşandin. Lê kurtedemek şûn de ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê ve bi hinceta ku propagandaya KCK’ê dike, li hemberê wê doz hat vekirin. Doza ku Benedîkter tevlî kordînatorê weşanê yê Aramê tê darizandin, di Dadgega 9’emîn a Cezayê Giran Amedê de berdewam dike. Di 2013’an de heman weşanxane vê carê Berhema Etnik Uyuşmazlığın Özyönetimle Çözümü (Çareserkirina Problema Etnîk bi Riya Xwerêvebiriyê) a ku Benedîkter edîtoriya wê kiriye, weşand.

Me bi Benedîkter re di warê xweseriya modern û ya ne modern, xweserî û demokrasî, federalîzm, mijarên xweseriya Bakur û Rojava û temayulên di nava tevgerên serxwebûnxwaz ên Ewropayê de derdikevin holê, axivî.

Înfowelat: Hûn peyva “modern” ji bo danasîna xweseriyê ya di cîhana me ya îro de bi kar tînin. Cûdahiyên di navbera “modern” û “ne modern” an “pre-modern” de çi ye?

Thomas Benedîkter: Di nêzîkbûna min de “modern” ne tenê bi cîhana Rojava re lê bi tevahî bi dewleta modern re eleqeder e.  Dewleteke modern divê li ser demokrasiyê û serdestiya hiqûqê bê damezrandin. Di dîrokê de çend formên xweseriyê an xwerêvebirina civakên ku hem xwedî û hem jî ne xwedî erda xwe ne hene lê hema hema hemû jî di nava dewletên ne demokratîk de bûn. Em dikarin du mînakan bidin: Di bin banê Rûsyaya Çarîst de Fînlandiya xwedî rêvebiriya xweser bû lê ne xwedî demokrasiya rastîn bû. Xrîstiyan û civakên olî yên din ên Balkanan ên di dema Osmanî de xwedî sîstema Milet bûn. Ev sîstem cûreyeke xweseriya çandî bû lê di bin rejîmeke monarşiyê de bû. Xweseriya modern tê vê wateyê ku hemû sîstem bi tevahî parçeyeke nîzama hiqûqî û demokratîk a dewletê ye. Bi vî awayî, cûdahiya di navbera modern û pre-modern de, demokrasî û serdestiya hiqûqê ye. Di vê wateyê de, xweseriya modern di 1921’an de bi avakirina Giravên Aland ên xweser pêk hat. Dibe ku hin akademîsyen wiha nefikirin lê bi fikra min, wateya qalkirina xweseriyê ya di bin sîstemên otorîter de tune ye.

Înfowelat: Digel ku ew parçeyeke federal a Iraqa federal a ku ji aliyê parvekirina hêzê û mekanîzmayên din xwedî sîstemeke federal a pêşketiye, siyaset û saziyên xweser ên herêma Başûrê Kurdistanê di bin serdestiya eşîr û malbatên bihêz û du partiyên siyasî ku bi giranî hêza xwe ji van têkiliyên feodal digirin de ne.  Dema mirov van rastiyan li ber çav bigire, gelo dikare bêje Başûrê Kurdistanê “modern” e?

Thomas Benedîkter: Çend krîterên ji bo terîfkirina ku dewletek “demokratîk e” an na û nezîkbûnên cûda yên pîvandina standardên demokratîk ên dewletê hene. Li aliyekî, sîstemeke hiqûqî û polîtîk, destûra bingehîn, qanûn û prosedûr hene; li aliyekî din, kamilbûna demokratîk a civakê û gel a xwedî kevneşopî û çand xwe hene. Bi awayekî fermî, sîstema Başûrê Kurdistanê bi destûra xwe ya bingehîn, bi saziyên xwe yên dixebitin ên tên hilbijartin û bi hilbijartinên xwe yên azad (di 2009’an de 24 partî beşdarê hilbijartinê bûn) têr demokratîk xuya dike. Dema mirov bi awayekî kûr li realîteya wê ya civakî binêre dibe ku rewş cuda be. Ji aliyê krîtera fermî ya serdestiya hiqûqê, demokrasî û parvekirina hêzê di navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Xweser a Kurdistanê de, em dikarin bêjin ku vê herêmê xweseriyeke modern e. Lê, ev nayê vê wateyê ku demokrasî li wir di rewşeke pir baş de ye.benedikter5

Înfowelat: Di pirtûka xwe ya bi navê Çareseriya ji bo Problema Etnîk bi Riya Xwerêvebiriyê de hûn dibêjin ku di dewsa “avakirina qadeke etnîk” de, divê xweseriya terîtoryal “qadeke hiqûqî” ava bike.  Hûn di ciyekî din ê heman gotara xwe ya di pirtûkê de, vê qadê wekî “qadeke demokratîk a hevpar” bi nav dikin. Hûn dikarin di derbarê ku “qada demokratîk a hevpar” çi ye de zêdetir agahî bidin?

Thomas Benedîkter: “Qadeke demokratîk a hevpar” tê wateya ku xweseriya terîtoryal ji bo jiyaneke demokratîk a watedar çarçoveyeke hiqûqî ava dike ku ev jî ji aliyê hemû welatiyên ku bi awayekî hiqûqî li vê herêmê rûdinin tê bikaranîn: ev, demokrasiyeke herêmî ye ku xwedî hêzên mînîmûm, sazî û siyasetmedarên e ku ji aliyê welatiyên wê yên ku mafê wan wekhev in tên hilbijartin. Niha li 20 dewletên cîhanê, li 60 herêmên xweser rêz ji van taybetiyên sereke tê girtin.  Eger ji bo hemû welatiyan wekheviya mafên polîtîk hebe, di warê hêzên di destê herêma xweser de, demokrasî dikare heta dawiyê pêş bikeve. Ev yek ji bo hin herêmên xweser ên li cîhanê ku bi tenê navê xweseriyê li ser wan e, ne wiha ye. “Qada demokratîk a hevpar” di heman demê de tê vê wateyê: digel ku ne pêwîst e jî, bi armanca rêvebirina bi hev re, pêkanîna harmonî û lihevkirin, bikaranîna sîstema demokratîk a li herêmeke xweser, tiştekî baqilane ye.

Înfowelat: Hûn di beşa li ser Asyaya Başûr a di heman pirtûkê de destnîşan dikin ku Hîndîstan û Pakîstan “nekarin bi amûrên federalîst bersivê bidin hemû daxwazên xwerêvebirinê.” Wê demê em dikarin bêjin ku federalîzm li welatên Rojava ku ne xwedî bingeheke etnîk e (DYA û Awistralya) an li welatên Rojava ku bersiva hemû daxwazên etnîk hatine dayîn (Kanada) bêtir serkeftî ye?

Thomas Benedîkter: Bi rastî jî ne Hîndîstan û ne jî Pakîstan heta niha nekaribûye hemû daxwazên xwerêvebirinê pêk bîn in. Mixabin, wan hemû firsendên ji bo damezrandina sîstema xweseriyê ya di bin dewletê de jî hîn pêk neanî ne ku bi awayekî mikemel ev mimkûn e (binêrin li dewleta federal a asîmetrîk a Kanadayê). Federalîzma Hîndîstanê ji mikemeliyetê pir dûr e. Lê tu dikarî dewleteke demokratîk a li vê erda li başûrê Asyayê ku cihêrengiyeke çandî ya ewqas mezin hembêz dike bêyî federalîzmê bînî bîra xwe? Lewma mesele ev e: sîstemên federal ên xwedî homojenbûna etnozimanî dibe ku bi hêsantir bên birêvebirin lê ji bilî federalîzmê, şenseke din ê welatên ku ji aliyê hebûna etnîk ve pir cihêreng in (an dema ku hûn li Spanyayê binêrin dewleteke xwedî herêmên xweser), tuneye. Ango bi terîmeke zanistî wiha dikare bê gotin: “federalîzm sîstemeke kompleks a parvekirina hêzê ya terîtoryal e.”

Înfowelat: Dema mirov tecrûbeya federalîst a cîhanê li ber çavan bigire, mirov dikare ji bo Bakurê Kurdistana ku xwedî cihêrengiya cografî, herêmî û diyalektî ye, bêje xweseriya terîtoryal bêtir guncaw e?

Thomas Benedîkter: Erê, xweseriya terîtoryal ji bo Bakurê Kurdistanê bêtir guncaw e, ji ber ku Tirkiye li gorî herêmên kurd ên dîrokî, ji aliyê etnîk ve pir ne cihêreng e. Ji bilî kurdan kêmareke berbiçav ku daxwaza federalîzm an xweseriyê bike tune ye. Tirkiye wekî Makedonya û Spanyayê divê ji bo yek an bi tenê çend neteweyên duyemîn re (ên ne damezrîner) di nava heman sînorê dewletê de çareseriyekê bibîne. Eger yek an çend pevçûn divê bên çareserkirin, di meseleyeke wiha de xweseriya terîtoryal çareseriyeke di cî de ye.

ewropa_xweseri

Înfowelat: Tevgera kurd di 2011’an de ji bo Bakurê Kurdistanê xweseriyê deklere kir. Di cîhana îro de bi riya deklerekirinên yekalî îhtîmala pêkanîna xweseriyê heye?

Thomas Benedîkter: Dibe ku biryara yekalî ya xweseriyê xwedî rûmeteke bilind a sembolîk be û mesajeke xurt a polîtîk bide. Lê di pratîkê de vê gavê tiştekî naguherîne. Bînin bîra xwe ku divê xweserî ji aliyê serdestiya hiqûqê bê destekirin, di destûra bingehîn de bê saxlemkirin û bi awayekî hiqûqî bê damezrandin. Komarên wekî Transîstîrya, Bakurê Kibrisê û Abhazya ku yekalî hatine damezrandin, heta ku ji aliyê piraniya dewletan ve neyên naskirin nabin komar. Wekî vê, herêmê xweser a “Caracoles de Chîapas” ku herêma xweser a Zapatîsta ya Meksîkayê ye heta astekê  xwe birêve dibe lê ne xweseriyeke modern e. Elbet, deklerasyona yekalî dibe ku kiryareke berxwedanê ya gelên dibin çewsandinê de tên girtin be ku dixwazin alternatîfeke aştîyane pêşbixin lê xweserî di dawiyê de divê ji aliyê dewleta serdest bê damezrandin.

Înfowelat: Hûn di derbarê amadekariyên xweseriya Rojava (Kurdistana Sûriyeyê) de çi difikirin?

“Ne tenê ji bo Sûriyeyê lê di heman demê de ji bo hemû pevçûnên bi xwîn ên li ciyên din jî ku dewlet ji holê rabûye û têkçûye, serdestiya hiqûqê û prosedûrên demokratîk hilweşiyan e, divê em ji bîr nekin ku xweseriya modern a “heqîqî” di rewşên wiha de nekare bê damezrandin. Divê em di derbarê terîfên xweseriyê de zelal bin: ev terîf alîkariyê dike ku em sîstemên xweseriyê ji her cûre herêmên xwe birêve dibin û ji her cûre vesazkirinên dişibin xweseriyê yên parvekirina hezê veqetînin. Min ev mijarê bi dorfirehî di pirtûka Sîstemên Xweseriyê yê Modern’de  nivîsiye. Deklerasyonên bi serê xwe kiryarên têkoşîna siyasî ne. Dibe ku gelek sebebên kurdên Rojava hebin ku li herêma xwe xwerêvebiriyê deklere bikin. Lê wekî Caracoles de Chiapas, qadên rizgarkirî yên FARC’ê yên li Kolombiyayê, qadên di destê LTTE’ê yên li bakurê Srî Lankayê yên di dema dema borî de, qadên xwe birêve dibin yên li Somalî û Rojava, ne herêmên xweser in. Dîsa vê bi bîr bînin: digel ku bi awayekî fermî navê xweseriya Fîlîstînê lê tê kirin, rêvebiriya Fîlîstînê qet ne xweseriyeke modern e lê kêm zêde cûreyeke bi sînorkirî ya xwerêvebiriyê ya di bin dagirkirina leşkerî de ye. Ez hêvî dikim ku kurdên Sûriyeyê di demeke zûtir de bigihîjin mafên xwe yên bingehîn û polîtîk lê ez ne di wê pozîsyonê de me ku di Sûriyeke demokratîk a di dema bê de gelo ji bo kurdan wê xweserî çareseriya di cî de be an na, biryarê bidim.

Înfowelat: Sanjay Barbora dibêje ku “xweserî û saziyên xweser edaletê pêk naynin.” Ji bo xweseriyekê bikaribe edaletê pêk bîne kîjan mekanîzma pêwîst in?

Thomas Benedîkter: Îfadeya S. Barbora di derbarê hin rewşên taybet ên yekeyên xweser ên li bakurêrojhilatê Hîndîstanê de ye. Em dikarin pirseke din li hember a wî bikin: Kîjan eyaleta Hîndîstanê edaleteke tam pêk anî ye? Elbet gelek ji wan vê pêk neaniye. Wê demê Barbora daxwaza qedexekirina sîstema federal bike? Edalet di wateya madî de ne mijareke xweseriyê ye. Mesele xwerêvebirina demokratîk û parastina kêmarê ye. Lê pêkneanîna necûdaxwaziyê ya ji bo kêmarên hundir ên di herêmeke xweser de nuqteyeke pir girîng e. Eger divê destûr ji bo pevçûnên nû neyê dayîn, hikumetên hatine hilbijartin ên herêmên xweser divê zirarê nedin kêmaran (endamên neteweya damezrîner ê dewletê jî tê de). Ji bo vê armancê, li herêmên xweser ên Ewropayê hin mekanîzmayên baş hatine pêşxistin.

Înfowelat: Tevgerên serxwebûnparêz ên li Bakurê Îtalyayê û yên li hin herêmên pêşketî yên Ewropayê, ji aliyê îdeolojiyên pir muhafazakar ve tên birêvebirin. Fikra sereke ya li paş pozîsyona wan daxwazan sekinandina dayina pereyan ji herêmên xizan ên di nava dewletê de re ye. Di heman demê de li van herêman, bi taybetî jî di nava hin partiyên ku van tevgeran birêve dibin de dijminahiya li hember kesên biyan jî pêş dikeve. Hûn difikirin ku vê bûyera li welatên Rojava xisarê dide têkoşîna ji bo xweseriyê an serxwebûnê ya gelên din?

Modern Autonomy Systems Benedikter version 2010-1

Thomas Benedîkter: Rast e, egoîzma aboriyê, fikra ku ew wekî çêlekekî tên doşandin û hin trendên dijminahiya li hember kesên biyan li herêmên ku temayula wan ji bo veqetinê heye, tên dîtin. Lê Lega Nord a li Îtalyayê, hêza  populîst a dijminahiya li hember kesên biyan, nekare zêde zirarê bide daxwazên meşrû yên xweseriyê yên li aliyên din ên li welat. Li Îtalyayê xweseriyeke taybet an veqetîna Bakurê Îtalyayê ne meşrû ye û ne jî muhtemel e lê ev nayê vê wateyê ku divê Îtalya sîstemeke tam a federal pêşnexe.

Înfowelat: Hûn di beşa dawî ya Çareseriya ji bo Problemên Etnîk ya bi riya Xwerêvebiriyê de, qebûlkirina “peymana navneteweyî ya mafê xweseriyê” wekî çareseriya ji bo pevçûnên etnîk ên ku niha li cîhanê didomin pêşniyaz dikin. Ji bo pekanîna vê armancê hîç kes an rêxistin dixebitin?

Thomas Benedîkter: Qasî ku ez dizanim bi tenê Yekitiya Federal a Neteweyên Ewropî (FUEN) ku di 1994’an de hatiye damezrandin cara pêşiyê peymaneke navneteweyî pêşniyaz kir lê di heman kêliyê de rastî berxwedana xurt a dewletên endam ên Konseya Ewropayê hat. Îcar Tirkiyeyê xeyal bikin. Fikir û konsepta peymaneke wiha hîn jî xwedî heyecan e û argûmanên saxlem in lê bingeha problemê ji ber redkirina dewletan a bi awayekî rêkûpêk terîfkirina ku wê kengî mafê diyarkirina qederê bê tetbîqkirin, pêk tê. Ez pêşniyaz dikim ku ji bo destpêka belavkirina vê fikrê, di 2014’an de hin bername bên lidarxistin.

Înfowelat: Di demên dawî de du pirtûkên we yên li ser xweseriyê li Tirkiyeyê hatin çapkirin û tê payîn ku pirtûkek we ya din a li ser heman mijarê li Tirkiyeyê bê çapkirin. Hûn bi awayekî giştî, di warê li Tirkiyeyê zêdebûna eleqederiyê ya di derbarê sîstema xweseriyê de û bi taybetî jî zêdebûna eleqederiyê ya ji bo pirtûkên we de çi difikirin?

Thomas Benedîkter: Ez pir qîmetê didim vê eleqederiyê lê beriya her tiştî ji dil ji edîtor û wergêrên Weşanxaneya Aramê re ku di warê divê konsepta xweseriyê têkeve rojeva siyaset û nîqaşa giştî ya li Tirkiyeyê wêrek in û xwedî baweriyeke xurt in, spasdar im. Digel ku hin kes difikirin ku vê cûreyê çareseriyê hîn pir dûr e, ez bawer dikim ku sed sal piştî ku Kemal Ataturk hat îktîdarê, Tirkiye dikare serî bi vê îdeolojîya kevn re derxe. Xweseriya li herêma kurdan wê Tirkiyeyê parçe neke lê wê welat hem ji bo kurdan hem ji bo tirkan bike ciyekî xweş.

————–

Ev hevpeyvîn li ser înternetê hatiye kirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ziman nirxekî di ser sîyasetê re ye

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Zana Farqînî naveke naskirî ye ku di qada ferhengnasîyê de mora xwe …