Testên atomê Polînezyayê wêran kirin

Polînezya ku ji gelek giravên biçûk pêk tê, herêmeke fireh a li rojavayê Okyanûsa Pasîfîkê ye.

Ji 100î zêdetir giravên li vê herêma okyanûsê bi navê Polînezyaya Fransayê di bin rêvebiriya Parîsê de ye.

Moetai Brotherson

Lêbelê dewleta fransî, bi testên çekên nukleer, bi dehan salan aramiya li van giravên wekî buhuştê xera kir.

Di navbera 1966 û 1996’an de Fransa li Polînezyayê ji 193 caran zêdetir çekên xwe yên atom test kirin.

Li ciyê bûyerên van testan, jiyana bin avê û li rûyê erdê ya giravan zirareke pir mezin dît.

Welatiyên li Polînezyayê bi dehan salan e li dijî Fransayê bi mebesta tazmînkirin zirara gihîştiye xwezayê û mirovên li herêmê dozan vedikin.

Rêvebiriya Macron hefteya borî xwest bi zêdekirina xalekê li pêşniyazqanûna koronayê, pêşî li dayina tazmînatên giran ên ji bo welatiyên Polînezyayê bigire.

Ev yek rastî reaksiyonên hin nûnerên siyasî û saziyên sivîl ên herêmê hat.

Wekîlê girav Tahîtiyê yê li Parlemena Fransî Moetai Brotherson, bûyer wekî sosret bi nav kir.


Giravên testên atomî li ser wan hatine kirin û hejmara testan.

Brotherson, rêvebiriya Fransî bi keysbaziyê sûcbar kir  û got, di vê dema ku ew nikarin tevlî rûniştinên parlemenê bibin mijarek wiha hatiye rojevê.

Serokê Komeleya 193’an a li dijî çekên nukleer August Uebe Carlson jî di derbarê mijarê de axivî û diyar kir, Fransa naxwaze encamên testên nukleer ên li ser gelê li Polînezyayê qebûl bike.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …