Terayî ji xweseriya xwe ne razî ye

 

Du meh di ser qebûlkirina destûra bingehîn a Nepalê û destpêka sîstema federal a Nepalê re derbas bûye lê hîn sînorên Terayiyê diyar nebûne. Li herêmê ji eşkerekirina destûra bingehîn a welat û vir ve xwepêşandan herdem berdewam dikin.

Terayî herêma herî mezin a Nepalê yê û li başûrê welat, li ser sînorê Hîndîstanê cî digire. Rêxistinên gelê madeş ên vê herêmê danûstendinên xwe bi hikumeta Nepalê re didomînin.  Nûnerên madeş ji hikumetê daxwaz dikin ku hemû herêma li ser sînorê Hîndîstanê têkeve nava sînorê herêma wan. Roja Duşemê bi navbera nûnerên herêmî û hikumetê de hevdîtin hatin li dar xistin lê encamekî nehat bidestxistin. Hat ragihandin ku wê hevdîtinên nû roja Çarşemê bê lidarxistin.

Li gorî Destûra Bingehîn a Nepalê k udi meha îlonê de hat qebûlkirin welat di navbera heft eyaletan de hat parvekirin. Partiyên siyasî yên madeş di warê hêzên di destê eyaleta Terayiyê de jî gazinan dikin û daxwaz dikin hêzên berfireh transferê Terayiyê bên kirin.

Jêder: Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …