Televîzyona Frîzlandê di xetereyê de ye

 

 

 

Qenala televîzyona bi zimanê frîzî ya li Holandayê Omrop Fryslân (OF) ji ber biryara hikumeta Holandayê bi xetereyê re rû bi rû ye. Hikumetê biryarê girt ku wekî TV’yên din butçeya vê qenalê jî gelekî kêm bike.

Bi biryara xwe ya dawî, hikumeta holandî nîşan da ku ew, televîzyona bi zimanê frîzî weşanê dike wekî televîzyonên din ên li welat dibîne. Lê televîzyona frîzî tekane qenala li Holandayê ye ku bi vî zimanî weşanê dike. Hikumet bi vê biryarê dixwaze hemû weşanên herêmî navendî bike.  Bi vê biryarê televîzyona frîzî wekî TV’yên din ên herêmî xweseriya xwe winda dike.

Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Hindikayî ku Holanda jî erê kiriye, bi taybetî bi xala 11. desteka ji bo xweseriya radyo û TV’yên herêmî li ser hikumetan ferz dike. Tê ragihandin ku Holanda bi vê biryara xwe ya dawî bi eşkereyî vê  peymanê binpê dike. Peymana navborî di heman demê de parçeyeke Krîterên Kopenhagê ku ji bo beşdariya Yekitiya Ewropayê hatine diyarkirin, pêk tîne.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …