Pêşiyên Polînezya û Amerîkaya Başûr Yek in

Ji vir 800 sal berê gelên xwecî yên li Amerîkaya Başûr, bi riya Okyanûsa Pasîfîk xwe gîhandine Polînezyayê.

Polînezyaya ku ji gelek giravan pêk tên, 7 hezar km dûrî parzemîna Amerîkayê ye û lewma ev yek di şert û mercên wê demê de bûyereke gelek girîng tê hesibandin.

Gotara kovara Naturê

Lêkolîna di derbarê vê mijarê de di kovara Nature de hat weşandin.

Lêkolîn xwe dispêre analîza DNA’ya mirovan û tê ragihandin, di encama vê de hatiye îspatkirin, mirovên ji van her du herêman bi hev re têkildar bûne. 

DNA nîşan didin mirovên li giravên rojhilatê Polînezyayê û yên li girava Paskalya ya li rojavayê Başûrê Amerîkayê, pêşiyên wan yek in.

Berî niha jî, bi sîmulasyonên kompîturê jî hatibû îspatkirin, bi riya ba û herikînên okyanûsê, mimkûne keştiyên kevnar 7 hezar km rê li pey xwe hiştibin.

Giraveke biçûk a Polînezyayê

Thor Heyerdalê ji Norwêcê di 1947’an de bi kêlekek ji ber kelekên kevn hatibû çêkirin, ji Başûrê Amerîkayê dest bi rêwitiyê kiribû û 101 roj şûn de xwe gîhandibû Polînezyayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …