Tecrûbeya komunalîst a Spezzano Albanese

 

 

 

 

Spezzano Albanese bajareki biçûk ê li başûrê Îtalya’yê ye û li herêma Calabriya’yê cî digire. Nîfûsa bajêr qasî 10 000’e û ji 6000’î bêtir kes endamê civaka Albanî ne ku zimanê antîk ê Albanî (Arnavutça) diaxivin. Herêma ku bajêr tê de cî digire piranî çandinî lê tê kirin. Li axa berhemdar ê li dora bajêr gelek milkên mezin ên dewlemendan hene û di gelek karkerên reşik di van erdan de dixebitin. Kesên reşik di heman demê de di sektora avahîçêkirinê de jî dixebitin. Li bajêr sanayî pêş neketiye û rêjeya bêkariyê bilind e.

Kurtedîroka têkoşîna sosyal

Di salên 1970’yan de pêla têkoşîna sosyal a li Îtalya’yê li nakokiyên sosyal a bajêr xurttir dike û hin komên ku ji rewşa xwe acizin radike ser piyan. Ji ber ku komên xwendekar û bêkaran rûniştevanên herî dînamîk ên li bajêr bûn, tevjgera şoreşger a bajêr di destpêkê de di nava wan de ciyê xwe digire. Dîsa, ji ber girtina du febrîqeyan karkerên bêkar mabûn jî beşdarî têkoşînê dibin. Di pêvajoya navborî de anarşîst koma herî aktîf a li bajêr bûne û lewma jî tevgera şoreşger bi xebatên vê komê pêş dikeve. Di 1978’an de li bajêr Yekitiya Sendîkal a Qadê (USZ) tê fmb_logodamezrandin. Rêxistina nû ji 200 endaman pêk tê û qasî pênc sal xebatên xwe dimeşîne. Pirsgirêkên karkeran û kesên bêkar mijarên sereke ne ku xebat li ser tên meşandin. Rêxistin di heman demê de di warê  meşandina xebatên şaredariyê de jî çavdêriyan dike û ji bo pirsgirêkên derdikevin holê li çareseriyan digere. Bi armanca tenduristî û perwerdehiya gel di vê demê de gelek çalakî jî tên li dar xistin.

Di sala 1992’an de li bajarê Spezzano’yê qrîzeke siyasi ya giran derdike holê û ev yek derfetên pêşxistina demokrasiya şoreşger derdixîne holê. Di vê salê de şaredarê bajêr ku ji Partiya Komunîst a İtalya’yê bûye û hin endamên meclîsa şaredariyê ji ber hin karên xwe yên nelirê di dadgehê de tên darizandin. Derdora anarşîst a li bajêr li hember vê yekê çalakiyên protestoyî li dar dixin ji bo hilbijartinan serkêşiya çend kampanyayên boyqotê dikin. Mixabin ji ber tunebûna rêxistinekê, xebatên navborî nekare tesîreke xurt li pêvajoyê bike û lewma ji bo damezrandina rêxistinek alternatîf lêgerîneke nû dest pê dike.

images

 

Damezrandina FMB’yê

Piştî meşandina nîqaşên dûvedirêj di nava dînamîkên bajêr de biryara damezrandina Federasyona Bajêr a Jêr (FMB) hat dayin. Armanca rêxistinê ya sereke ji bo çareserkirina problemên bajarê Spezzano’yê li hember rêveberiya şaredariyê pêkanîna alternatifekê bû. Li aliyekî din federasyon dixwest ku li hember sendîkalîzma fermî jî bibe alternatîfek û mafên karker, bêkar, xwendekar û kedkaran biparêze. Bi kurtahî , FMB ji bo herkesên ku dixwazin ji bo problemên civakî çareseriyên alternatîf pêş bixin, li hember hêzê mekanîzmayeke xwerêvebirinê pêk tîne. Xwerêvebirina navborî li dijî rêvebirina hiyerarşîk û ji jêr ber bi jor ve ya axê û civakê derdikeve û li pêşiya wan bendeke demokratîk pêk tîne. Di nava vê pergalê de çareseriyên tên xwestin jî bi metodolojiya jêr û azadîxwaz tên pêşxistin.

Ji ber ku FMB li dijî siyaseta serdest helwest girtiye, girêdayî ti partiyên siyasî nîn e û di hilbijartinan de lîste amade nake. Ji gelek qadên xebatê ên wekî perwerdehî, çandinî, avahîsazî, ragihandin endamên FMB’ê hene. Lê kesên ku xwedî peywirên fermî ne, kesên ku di rêxistinên din de rêvebiriyê dikin an kesên ku di hilbijartinan de dibin namzet nekarin di federasyone de cî bigirin. Aliyekî din ê balkêş ê federasyonê,  tunebûna organîzmayên rêvebirinê ye. Federasyon ji koman pêk tê û her kom biryarên xwe di meclîsên xwe de bi awayekî otonom digire. Meclîsa giştî salê carekê civîna xwe pêk tîne û di vê meclîsê de biryarên ku kom girtine  tên nîqaşkirin û biryar tên girtin. Meclîs, bi mebesta ku biryarên ji aliyê meclîsên koman ve hatine girtin koordîne bike û bimeşîne komîteyek pêk tîne. Di Meclîsa giştî de biryar ji aliyê piraniyê ve tê pajirandin lê hindikayî dikarin biryaran tetbîq nekin û bi şeklekî eşkere rexneyên xwe pêşkêş bikin. Mixabin hindikayî nekarin tetbîqkirina biryaran betal bikin. Cûdahiya di navbera FMB’ê û rêxistinên girseyî yên din ev e ku rêxistinên din ên girseyî xwedî hebûneke hiyerarşîk in û têkoşîna daxwazan  dimeşînin. Lê federasyona li Spezzano’yê ji bilî têkoşîna daxwazan, ji bo pêkanîna alternatîfeke civakî ya komûnalîst, federalîst û lîberter (azadîxwaz) ceribandinên xwerêvebirinê jî dimeşîne.

Italia_-_mappa_strada_europea_3

 

Xebatên FMB’yê

Ji ber ku Spezzano navenda herêmê ye li ser bajarên li dora xwe jî tesîrê dike. Ev yek bûye sebeb ku li bajarên navborî jî sempatiyek ji bo xebatên federasyonê pêş bikeve. Ji ber vê yekê federasyon li Terranova, Tarsia û San Lorenzoyê li ser biryar û xebatên şaredariyan lêkolîn û analîzan pêk aniye. Bi van xebatan di warê tendurustî, bajarvanî, perwerdehî û gelek mijarên din de pêşniyar hatine kirin. Li aliyekî din jî federasyon li van ciyan civînan li dar xistiye û gazî şaredaran kiriye. Şaredarên ku beşdarê civînan bûne rexneyên beşdaran guhdarî kirine û pirsên wan ên di derbarê xebatên şaredariyê de bersivandin e. Ligel van xebatên hişyarkirinê, federasyon van xebatan li jêr jî meşandiye:

Qada kedê û xizmetê: Federasyon di xebatên xwe de ti carî xizmetên civakî yên devletê û yên sîstema neolîberal hatiye neparastiye û xwestiye alternatîfa xwerêvebirinê di dewsa wan de bi cî bike. Ji ber ku federasyon difikire ku xizmetên civakî yên her du sîsteman li ser bertîl, menfeet û sömürüyê bilind dibe. Federasyon di xebatên xwe li dijî sîstema kooperatifa ku di civaka kapîtalîst de pêş dikeve, derkedikeve. Di dewsa wê de federasyon herdem konsepta orjînal a hereketa kooperatif ku li ser bingeha piştgirî, alîkariya dualî û wekheviyê hatiye damezrandin, diparêze.

Kooperatifa “Arcobaleno”: Dema şaredarê Spezzano’yê niyeta xwe ya arizîkirina (firotina) xizmetên berhevkirina sergoyê û îtfaiyeyê eşkere kiriye, federasyon li hember vê bûye xwediyê helwestê. Paşê bi personal contratado kooperatifeke hilberîn û xizmetan a bi navê Kooperatifa Arcobaleno’yê damezradindiye. Xebatên kooperatîfê ji boyaxkirinê heta paqijiyê gelek qadan belav bûye.

Butçeya Şaredariyê: Di meclîsên berfireh de ku federasyon li dar dixe, butçeya bajêr tê nîqaş kirin. Di van nîqaşan de li ser bikaranîna butçeyê nîqaş tên kirin û li hember ên şaredariyê butçeyeke alternatîf tê pêşniyazkirin. Dîsa di hin civînan de biryarên şaredariyê ên di vî warî de hatine girtin, nayên qebûl kirin û îlegal tên hesibandin.

Astengkirina tunelekê: Şîrketeke Modenayê ku bajarekî bakûrê Îtalyayê ye, dixwaze li stasyona Spezzano’yê tunelekê çêbike. Lê ciyê ku vê avahiyê dixwaze bê çêkirin gelek nêzîkî ava termal e (germav) û di nava erdeke berhemdar a çandiniyê de, şiftelî û zeytûnan de ye. Li ser vê bûyerê, FMB meclîseke mezin a gel li dar dixe û di vê meclîsê de biryara betalkirina avahiya navborî tê girtin. Li hember vê dînamîzma mezin şaredarê bajêr mecbûr dimîne ku avakirina vê tunele betal bike. Di heman demê de şîrketa Modenayê jî mecbûr dimîne vê projeyê betal bike.

Meşandina komûnal a ava termalê:   Çavkaniyên ava termal ên Spezzanoyê ku bi dehsalan e di destên kesan de ye pirsgirêkek mezin ê bajêr tê hesibandin. FMB bi meş, xwepêşandan û civînan balê kişandiye ser vê mijarê û xwestiye van çavkaniyan ji aliyê şaredariyê bên bidestxistin û şeklekî kolektîf ji aliyê şaredariyên li herêmê bên bikaranîn. Bi saya van xebatan niha di warê kolektivizasyona ava termal de li herêmê nîqaşên gur tên meşandin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …