Taywan dest bi tetbîqata salane kir

Aloziya di navbera Çîn û Taywanê de ji nû ve zindî dibe.

Taywan li peravên Okyanûsa Pasîfîkê dest bi tetbîqateke berfireh kir

Taywana herdem di bin gefa Çînê de ye, dest bi tetbîqata salane ya leşkerî kir.

Hedefa vê minawreya leşkerî, rasterast pêşîgirtina êrişeke Çînê ya bi ser welêt ve ye.

Tsai Ing-Wen. Seroka Taywanê çû serdana tetbîqatê.

20 keştîceng, balafirên F-16 û hin balafirên li Taywanê hilberîna wan hatine kirin, tevlî tetbîqatê dibin.

Ji ber girîngiya parastina welêt, seroka Taywanê Tsai Ing-Wen jî çû devera minawreyan.

Bi vî awayî jî Taywanê biryardariya parastina xwe ya li hemberê Çînê di asta herî bilind de nîşan da.

Bi destpêkirina tetbîqatê re, Çîn jî di asta dîplomatîk de kete nava hereketê.

Pekîn Amerîkayê tometbar kir

Çîna ku Taywanê muhatap qebûl nake, berê xwe da Amerîkayê û rêvebiriya Bîden bi desteka ji bo Taywanê tometbar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Zhao Lijian, di daxuyaniya fermî de got, Amerîka li deryayên li dora Çînê provokasyonan dike.

Serdana Pelosi

Berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi.

Hêjayî gotinê ye, berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê plan dike di nêzîk de ji bo serdanekê biçe Taywanê.

Çîn ji niha ve ji ber serdana di rojevê de gefan li Amerîkayê dixwe û diyar dike, wê “serdan bi xwe re encamên xerab bîne.”

Lewma jî wisa xuya ye, bi vê serdanê re aloziya di navbera Amerîka û Çînê ya li dora meseleya Taywanê wê hîn kûrtir bibe

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …