Arşîvên Tag: ziman

Li Belçîkayê dibistaneke ûkraynî hat avakirin

Penaberên ji Ûkraynayê li Belçîkayê dibistanekê ava kirin Di dibistanê de zarok ligel zimanên ewrûpî wê ûkraynî fêr bibin Dibistana ûkraynî ya li paytexta Belçîka Brukselê dest bi perwerdeyê kir. Armanca sereke ya dibistanê fêrkirina zimanê ûkraynî ye. Navê dibistanê Vesna ye ku zimanê ûkraynî tê wateya aştî ye. Ligel …

Bêtir »

Katalan ji bo mafên ziman meşiyan

Dadgeha Îspanyayê dawiya sala 2018’yan biryar dabû; hînkirina zimanê Îspanyolî ji % 25 li dibistanan mecbûr kiribû. Li Îspanyayê ji bo parastina zimanê katalanî çalakiyek hat lidarxistin. Dadgeha Îspanyayê dawiya sala 2018’yan biryar dabû; hînkirina zimanê Îspanyolî ji % 25 li dibistanan mecbûr kiribû. Ev biryar, wekî zexteke li dijî …

Bêtir »

Kampanyaya kurdî çi bi xwe re anî?

Kampanya bi derfetên medyaya sosyal di çarçoveya paradîgmaya tevgerên sosyal ên serdema me de hat birêxistinkirin û lewma jî bo nimûneyek sekna sivîl. Bi vî awayî, di meseleyeke civakî de ku ji rêxistin-saziyan re hatibû hiştin, midaxaleyek sivîl pêk hat. Eger hewldana parastina ziman li ser bingeha parastina rûmetên neteweyî …

Bêtir »

Inuit li dûv fermîbûna zimanê xwe ne

A.Rahman Çelîk Zimanê Inuktitut li herêma Nunavutê ya li Bakurê Kanadayê tê axaftin. Nunavut di sala 1999’an de di bin navê statuya “herêm”de (territory) statuyeke lawaz a otonomiyê wergirt. Ji bo zindîkirina zimanên xwecî yên li ser dinyayê ku Kanada serkêşiya wan dike, Neteweyên Yekbûyî bi dehan salane xebateke daye …

Bêtir »

Ûkrayna polîtîkaya asîmîlasyonê kûrtir dike

Qanûna nû  rasterast bandorê li rojnameyên Rûsî dike û zemîna hiqûqî ya weşana wan ji holê radike. Rojnameyên neteweyî yên li Ûkraynayê wê ji 2024’an û bi şûn ve wê bi tenê bi zimanê ûkraynî weşanê bikin. Ûkrayna di demên dawî de herdem bi aloziya leşkerî ya di navbera wê …

Bêtir »

Li Tirkiyeyê medyaya kurdî tune dibe

Li Tirkiyeyê medyaya bi kurdî di hin qadan de êdî ji holê rabûye. Li Tirkiyeyê rojnameyek bi kurdî tune ye, qenaleke radyoyê ya ji bo hemû welat weşanê dike tune ye, ajanseke nûçeyan a zimanê wê yê sereke kurdî be tune ye û herwiha qenaleke televîzyonê ya di destê şexsan …

Bêtir »

MRG rapora 2021’an weşand

MRG wekî her sal îsa jî lîsteya Gelên bi Xetereyê re rû bi rûne weşand. Rêxistinê li gorî asta xetereyê welatên binpêkirina mafên kêmar û xweciyan lê pêk tên di lîsteyê de bi cî kir. Sûriye ku ev 10 sal in lê şerê navxweyî pêk tê, di mijara gelên di …

Bêtir »

Îrlandî bû zimanê xebatê yê YE’yê

Zimanê Îrlandî (galîkî)  bû zimanê xebatê yê Yekitiya Ewrûpayê….Ev zimanê ku li welatê xwe hema bêje li ber sikratê ye, bi vî awayî li saziyên Ewrûpî bû xwedî stargehekê…Îrlandî, tevlî Îngilîzî yek ji zimanê fermî yê Îrlandayê ye, lê dîsa jî hebûna wî di xetereyê de ye. Ev nûçeya ku …

Bêtir »

Alsas li dûv nasnameya xwe ya herêmî ye

Yek ji sebeba herî mezin a vê daxwazê, li herêmê ligel Fransî axaftina zimanê Almanî ye. Di dîrokê de ev herêm di destên  Almanyayê  de mabû û lewma qismeke welatî hin jî bi zimanê Almanî diaxivin. Fransaya xwedî tradîsyona jakoben, ji sedsala 18’an û vir ve bi polîtîkayên xwe cihêrengiya …

Bêtir »

Zarokên asîmîlasyonê tazmînatê dixwazin

Rizgar Botan Sala 1948… Mêtîngerên berê yên Denmarkî, li ser gelê Greendlandê projeyeke taybet guftugo kirin. Welatê serma û qeşayê Greendland metîngeha wan bû. Lê ev têr nedikir û ji bo bikaribin xwe wek xwedîyê gelê Înuît û welatê wan nîşan bidin diviya gelê xwecih bibûna alîgirê wan. Biryar hatibû …

Bêtir »

Polonya bi ziman hebûna xwe parast

Necat Ayaz Hişmendiya dîrokî û berxwedana çekdarî ligel hebûna Dêra Katolîk bandorê li zindîbûna hişmendiya neteweyî kirine lê bikaranîna zimanê polonî di hemû qadên xebatê de bi tena serê xwe faktora herî li ber çav e ku pêşî li asîmîlasyonê girtiye. Serxwebûna siyasî ji dest çû be jî, bi israr …

Bêtir »

Li Korsîkayê dibistanên îmersiyonê vedibin

Li Korsîka wê du dibistanên imersiyonê bên vekirin. Li van dibistanan wê ji pêşdibistanê heta lîseyê perwerde bi zimanê korsîkî bê kirin. Pêşengiya vekirina dibistanan ji aliyê tevgera Scola Corsayê ve tê kirin. Scola Corsa tevgereke sivîl û ji bo parastina ziman û perwerdeya bi zimanê korsîkî xebatan dimeşîne. Yek …

Bêtir »

Jan van Beers: Pêşengê perwerdeya holandî li Belçîkayê

Di zarokatiya Jan van Beers de gelên flaman û walon bi serhildanekê dawî li rêvebiriya Qraliyeta Holandayê anîn û di 1830’an de Belçîkayê ava kirin. Lêbelê digel beşdariya flamanan a bo têkoşîna serxwebûnê, zimanê fransî bû zimanê fermî yê dewletê û zimanê holandî gav bi gav ket nava proseya marjînalbûnê. …

Bêtir »

Tûtina Bavê Min berhemeke post-nûjen e

Çîrok ji hêla naverok û teşeyî gellekî nêzîkî romana George Orwell “Çewliga Heywanan” e. Pirtûka Tûtina Bavê Min a Hemîd Baydû çendekî berê ji aliyê Weşanên Lîs hat weşandin. Pirtûk ji çîrokan pêk tên û berhema ewilî ya Hemîd Baydû ye. Derbarê pirtûkê de di rûpela kurdî ya malpera gazeteduvar …

Bêtir »

Nivîskarên kurd û samî tên cem hev

Di projeya Belongingsê de 5 nivîskarên kurd û 5 jî samî wê li Amed û Swêdê beşdarî bernameyan bibin û di encamê de wê bi kurdî, samîkî û ingilîzî pirtûkek were çapkirin Ji Amedê “Wêjegeh Amed” û ji Swêdê “Tjállegoahte – Författarcentrum” bi hev re wê projeyekê bi navê Belongingsê …

Bêtir »

Îrlanda qanûneke li ser ziman qebûl kir

Li Îrlandayê, ji bo parastina zimanê giravê qanûnek hat qebûlkirin. Di çarçoveya qanûnê de, divê ji 5’an yekê karmendên dewletê bi Îrlandî biaxivin û herwiha hin reklamên ji bo raya giştî jî divê bi îrlandî bên weşandin. Îrlandî zimanekî di xetereyê de ye û bi tenê ji sedî 4’ê gelê …

Bêtir »

Ziman tune be şer ji bo çi ye?

Necat Ayaz Dema jin û mêrên îrlandayî ligel îngilîzî bikaribin bi zimanê îrlandî biaxivin, wê demê neteweyeke heqîqî ya îrlandî pêk tê. Êdî ne mimkûne hêza aboriyê, topên giran an leşkerên Qraliyeta Brîtanî bikaribin vê neteweyê tune bikin. Li gelek aliyên cîhanê, di dozên rizgariya neteweyî de ziman wekî qadeke …

Bêtir »

Welatekî azad lê bêziman!

Necat Ayaz Kolonyalîzma ziman ji bo gelê kurd ji kolonyalîzma siyasî û leşkerî girantir e. Zincîrên vê koletiya modern ewqas giran in ku heta niha ji bo şikandina wan yek hewldanek pêk nehatiye. Franz Fanon di pirtûka xwe ya bi navê ‘Lanetkiriyên Cîhanê’ de dibêje, kolonyalîzm rêvebiriya xwe ya li …

Bêtir »

Aînû: Miletê ku 400 sal in nifûsa wî zêde nabe

Li ser axa xwe bûn kêmar, erdên wan hat dagirkirin û paşê zimanê wan hat qedexekirin…Çîroka jandar a gelê aînû, ji vir 700 sed sal berê bi kolonîzasyona Japonyayê dest pê kirDi encama dagirkerî û asîmîlasyona xedar de, aînû veguherî komeke etnîk a li ber sikratêDi 400 salan de hejmara …

Bêtir »

Li pêşiya me tofan heye!

Necat Ayaz Çawa têkoşîneke li dijî dagirkerekî dikare bi zimanê vî dagirkerî bê meşandin? Û ji vê jî wêdetir, ev têkoşîn çawa dikare bigihîje encamê? Di 1598’an de Con O’Neillê welatparêz ku hemû jiyana wî bi têkoşîna li dijî kolonyalîzma îngilîz derbas bûbû, di ber sikratê de ev şîretan li …

Bêtir »

Dejenerasyon û zimankujî

Necat Ayaz Îrenîûs: Tiştekî çiqas ecêb e ku di nava îngilîzan de bi zimanê îrlandî bê axaftin? Tiştekî sosret e ku miletekî ji zimanê miletekî din hez bike. Ev, karên kesên çepel in û sebeba gelekî xerabiyan e. Di dawiya sedsala 16.an de îngilîzên ji xwe bawer êdî li hember …

Bêtir »