“Eger zimanê min wê sibe bimire, wê demê ji bo mirinê îro ez amade me. Gelo welatekî min heye?” Li Federasyona Rûsyayê, mirovekî ji bo protestokirina polîtîkayên li hember zimanê xwe, dawî li jiyana xwe anî. Bûyer di 10’ê îlonê de, li paytext Îzhevsk a Komara Ûdmûrt ku li rojavayê …
Bêtir »Betlaneyek ji Kurdî re
Luqman Guldivê Bi 15 zarokên ji Elmanya û Fransayê li Brotanyayê (Bretonya) kampa zimanê Kurdî bi rê ve çû. Ev însîyatîfa dêûbavan a ji ber pêdiviya wan û zarokên wan dikare berfireh û profesyoneltir bibe. Li gundê Mahalon ê li wî serê Fransayê, ya rastî li wî serê Brotanyayê beriya …
Bêtir »Konferansa komîserên ziman li Torontoyê hat lidarxistin
Davyth Hick: Duyemîn, civaka sivîl ji bo domandina hebûna ziman aktorê sereke ye. Sêyemîn, pêdiviya zimanên me, bi taybetî yên di xetereyê de, hem ji aliyê siyasî hem jî fînansê ve pêdiviyê bi destekek xurt a demdirêj heye. ‘ Berpirsê parastina zimanên hatine kêmarkirin ên di asta komîserî û ombûdsmaniyê …
Bêtir »Galîkiya Îskoçyayê: Zimanekî jîndar çawa ket ber sekratê?
Rastiya tahl a di mijara galikî de îro nikare bê veşartin: axêverên galîkî pîr dibin û dimirin û bi wan re galîkî jî dimire. Zimanê galîkî li Îskoçyayê êdî ne wekî di Serdema Navîn de zimanek jîndar e û ne parçeyek xurt a nasnameya îskoç e. Galîkî hebûna xwe ya …
Bêtir »Paşveçûn û hilweşîna zimanê îrlandî
Dîtinên Serdozgerê Îrlandayê John Davis polîtîkaya asîmîlasyonîst a dewleta brîtanî baş li ber çavan radixe. Davis di nivîsek xwe ya di 1612’an de vê dibêje:‘Em dikarin bifikirin û hêvî bikin ku nifşên bê hem ji aliyê ziman û hişmendî û hem jî ji aliyên din bibin îngilîz da ku ji …
Bêtir »JI EDÎTOR
Di çend rojên dawî de Înfowelat bi weşandina nûçe û gotarên nû yên balkêş xeta xwe ya weşanê hinekî din jî kûr kir. Pêvajoya şerê rizgariyê ya Tîmora Rojhilat, qanûna nû ya ziman a rêvebiriya Ûkraynayê, sed saliya damezrandina akademiya baskî û têkoşîna Îrlandiyên bakur a ji bo azadî û …
Bêtir »Akademiya Zimanê Baskî bû 100 salî
Akademiya Zimanê Baskî (Euskaltzaindia) ku di 1919’an de hatibû damezrandin, îsal ket 100 saliya xwe. Piştî xebata sed salan û 50 salên meşandina baskiya standard (Euskara Batua) a li ser bingeha xebatên vê akademiyê, zimanê baskî îro bûye yek ji zimanê standard ê ewrûpî ku bersivê dide hemû pêwîstiyên jiyana …
Bêtir »Ûkrayna bi qanûna ziman mafên zimanên kêmar bi sînor kir
Serokê nû yê Ûkraynayê ku di hilbijartinê de ji % 73’ê dengan girtibû, di 20 Gulanê de hat ser kar. Serokê kevn ê Ûkraynayê Petro Porošenko beriya îktîdarê ji serokê nû re bihêle, qanûneke nû ya ziman îmze kir. Bi vê qanûnê, mafên zimanên kêmar tên bisînorkirin. Qanûna ziman di …
Bêtir »Li Bedlîsê tabelayên bi kurdî hatin rakirin
Di dema şaredariya DBP’î ya Bedlîsê de li tevahiya bajêr tabeleyên kurdî hatibûn daliqandin. Lê belê niha ew tabela yeko yeko tên rakirin. Şaredarê AKP’î Nesrûllah Tanglay ku tabelaya bi kurdî ya şaredariyê rakir vê carê jî tabeleya li têketina bajêr ku li ser bi kurdî, tirkî û ingilîzî “Hûn …
Bêtir »Zarokên Îrlandaya Bakur daxwaza mafên ziman dikin
Mijara parastina zimanê îrlandî (gaeilge-galîkî) nêzîkî salek e li Îrlandaya Bakur di rojeva neteweperestên herêmê de ye. Aktîvîstên zimanê îrlandî ji hikumeta herêmî daxwaz dikin ku Qanûna Zimanê Îrlandî ya di peymana aştiyê ya St. Andrews de soza wê hatibû dayîn qebûl bike. An Dream Dearg ku komeke ji aktîvîstên …
Bêtir »Li lîseyên Nashvilleê perwerdeya kurdî dest pê dike
Dibistanên Dewletê yên bajarê Nashvilleê ya li Amerîkayê biryar hat dayîn ku di beşa zimanên dinyayê de dersên zimanê kurdî bê dayîn. Li gorî vê biryarê, wê li lîseyan polên kurdî bên vekirin û perwerdeya bi kurdî dest pê bike. Desteya rêvebiriya The Metro Nashville Public Schools a li Nashvilleê …
Bêtir »Li Albanyayê şerê ziman
Herêma başûrê Albanyayê ya li ser sînorê Yûnanîstanê ji ber mafên kêmara yûnan gelek caran hatibû rojeva her du dewletan. Di meha Gulanê de heman herêm îcar bi nîqaşên zimanên li ser tabelayên rê ket rojevê. Rêvebiriya Albanyayê di 5’ê Gulanê de 35 tabelayên rê ku bi yûnanî û albanî …
Bêtir »“Wextê min li hesin dixist, weko cin dihatin min”
Ferîd Demîrel “Mîr gote min, got ‘Ez ê Hawarê ji te re bişînim û li wan deran bela bik. Pisqilêt jî ji min re şand. Ez pê li gundan digeriyam. Min dida pişta xwe, ez diçûm serxetê. Min li hesin dixist.” Ji ber ku di 15ê Gulana 1932yê de kovara …
Bêtir »JI EDÎTOR
15 Gulanê çend sal berê ji aliyê KNK’ê ve wekî Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin. Ev cejna ku dixwaze meşruiyeta xwe ji roja weşandina Hawarê bigire helbet watedar e. Mixabin dema mirov li pratîka 15 salên dawî ya aktorên li vê cejnê xwedî derdikevin dinêre daxwaza pîrozkirina cejneke bi vî …
Bêtir »Li Balearê xwepêşandana ji bo zimanê katalanî
Balear yek ji herêmeke katalan e ku di bin rêvebiriya Îspanyayê de ye. Di encama polîtîkaya dewleta îspanyol de zimanê katalanî li Giravên Balearê paş ve çûye û zimanê spanyolî li vir bûye serdest. Di salên dawî de li vê herêmê aktîvîzmeke ji bo katalanî pêş dikeve. Parazvanên ziman ji …
Bêtir »JI EDÎTOR
Înfowelat di 2013’an de bi gotina “enformasyon ji bo welat” dest bi weşanê kir. Malper ji destpêkê vee xeta xwe ya weşanê li ser pêşketinên herêmên xweser, herêmên federal û parastina zimanên kêmar (zimanên dixwazin bên kêmarkirin) damezrand. Bi vê mebestê, ji Katalonyayê heta Polînezyayê, ji Meksîkayê heta Hîndîstanê li …
Bêtir »Bi Emîr Hesenpûr re li ser Zimên û Neteweyê
Hevpeyvîn: Zanyar Umranî Ji Soranî: Mistefa Dewlemend Gelo girîngîya zimanê standard di cih de ye û firehîya cografyaya zaravayên Kurdî çawa çawa ye? Yekîtîya zimên di vê serdemê de tiştekî pêwîst e. Ji ber ku pêwendîya di navbera mirovan de gelekî belav bûye, wekî ku dibêjin, dinya bûye gundek. Li …
Bêtir »EDEBÎYATA MODERN A KURDÎ HAT WEŞANDIN
Pirtûka dijîtal li ser edebiyata kurdî modern ku ji aliyê nivîskar Cîhan Roj hatiye nivîsandin, li ser înternetê hat weşandin. Pirtûk ji pexşan û hevpeyvînan pêk tê ku hîn ji wan di kovar û malperan de hatine weşandin. Nivîsên mayî jî ji aliyê nivîskar nû hatine nivîsandin. Di pirtûka dîjîtal …
Bêtir »Tora nivîskaran vebû
Koma avakarên niviskar.orgê di dawiya belavoka xwe de gotine “tu têkiliya vê xebatê bi tu partî û rêxistin û tevgerên sîyasî an nesîyasî ve tune ye.” Bi vê gotinê deriye xwe bo hemû nivîskaran re vekiriye û eşkere gotiye nivîskarên ji fikr û ekolên cûde dibe ku bi hev re …
Bêtir »O DIKOS MAS CEMIL KENGÎ DIBE CEMÎLÊ ME?
Beş -I- Hevpeyvîn: Necat Ayaz Nivîskarî, rojnamegerî, nûnertiya partiyeke kurd, şewirmendê wezîrê çapemeniyê û wezîrê derve, karê di xebata wezareta çapemeniyê de û gelek xebatên din…Cemîl Tûran Bazidî ji dema gava xwe avêtiye sirgûnê û heta aniha bi dînamîzmeke neditî xebitîye. Wî herdem xwe wekî nûnerê kurdên her çar parçeyan …
Bêtir »Queremos Gallego daxwaza azadiya zimanê galîsî dike
Galîsya herêmeke xweser e ku li bakurêrojavayê Îspanyayê cî digire. Di salên dawî de tevgera zimanê galîsî ji bo parastina ziman a li herêmê herdem di nava xebatê de ye. Aktîtîvîstên Platforma Queremos Gallego di di 6’ê Adarê de li ber Konseya Lugoyê helwestên dawî ya dewleta îspanyol a li …
Bêtir »