Arşîvên Tag: xweserî

Yemeniyên başûrî yekitiya bi bakur re protesto kirin

    Di salvegara yekitiya Yemenê de wekî her sal li Yemena Başûr xwepêşandan hatin lidarxistin û hikumeta navendî hat protestokirin. Hikumeta Yemenê îsal xwest serfiraziya leşkerî ya li dijî El-Qaîdeyê veguherîne hestên welatparêziya Yemenê û li ser vê bingehê pîrozbahiyên xurt ên ji bo yekitiyê li dar bixe. Lê …

Bêtir »

Bihêlin bila Somalîland ji bo qedera xwe biryarê bide

    Li herêma guherînbar a rojhilatê Afrîkayê bûyera serfiraziyê ya herî girîng û kêm li ser hatiye sekinandin a bîst salên dawiyê pêkhatina Somalîlandê ye. Somalîland ku li bakurê Somaliyê cî digire, cara pêşiyê di 1991’an de, piştî hilweşîna hikumeta leşkerî ya Sîad Barre serxwebûna xwe îlan kir. Paşê, …

Bêtir »

Ûkrayna: Pêşerojeke federalîst?

    Bêaramiya li Ûkraynayê dikare bêyî jinûveşekildayina dewletê ya bi destûra bingehîn a federalîst bê kêmkirin? Di 17’yê Nîsana 2014’an de roja Sêşemê wezîrên karên derve yên DYA’yê John Kerry, yê Rûsyayê Sergey Lavrov, yê Ûkraynayê Andri Deshchtsia û nûnerê Polîtîkaya Derve yê Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton ji bo …

Bêtir »

Poloniyên li Ûkraynayê daxwaza xweseriyê dikin

    Pêvajoya nîqaşên federalbûna Ûkraynayê bandorê li ser kêmara polonî ya li vî welatî dijîn kir. Daxwazên xweseriyeke berfireh û statuyeke fermî ya ji bo zimanê polonî di nava rûniştvanên bajarê Jîtomîrê de destekê dibîne. Bi minasebeta 25’emîn salvegera rêxistina Yekitiya Polonî, li Jitomirê civîna polonî-ûkraynayî hat li dar …

Bêtir »

Li Îtalyayê reforma navendîkirinê di rojevê de ye

    Hikumeta Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi reforma ji bo navendîkirina hin hêzên di destê herêmên xwedî statuyên jirêzê de amade kir. Piştî vê gavê, herêmên xwedî statuyên taybet bi armanca xweseriya wan neyê bisînorkirin û Veneto û Lombardiya jî bi armanca bidestxistina statuyeke taybet ketin nava hewldanan. Piştî damezrandina …

Bêtir »

Li Venetoyê daxwaza ji bo statuyeke taybet

    Konseya Herêmî ya Venetoyê daxwazên ji bo nîqaşkirina serxwebûn an berfirehkirina xweseriya herêma Venetoyê ya li bakurêrojhilatê Îtalyayê qebûl kir. Serokê Venetoyê Luca Zaia bi armanca bilêvkirina statuyeke taybet a ji bo herêma xwe, çû Romayê. Konseya Herêmî ya Venetoyê biryara nîqaşkirina li ser du pêşniyazqanûnên di derbarê …

Bêtir »

Partiyên macar li ser amadekirina pêşnûmaya xweseriyê li hev kirin

    Du partiyên siyasî yên Macar ên li herêma Szeklerlandê (bi macarî Székelyföld) ya li Romanyayê li hev kirin ku bi lîsteyekê beşdarê hilbijartina ji bo Parlamentoya Ewropayê bibin. Her du partiyên Macar ên bi navê Yekitiya Demokratîk a Macarên li Romanyayê (UDMR) û Partiya Medenî ya Macar (PCM) di …

Bêtir »

“Dewleta îspanyol şîdetê tercîh dike lewma guh nade biryara çekberdanê ya ETA’yê”

    Jon Inarritu parlamenterê Parlamentoya Îspanyayê ya ji partiya Aralar a neteweperestên çepgir ên Baskê yê. Aralar ji kevneşopiya Herry Batasunayê (HB) ya ku wekî milê siyasî yê ETA’yê dihat dîtin û demeke dirêj e ji aliyê Spanyayê ve hatiye qedexekirin, tê. Aralar piştî nîqaşa naxweyî ya di nava …

Bêtir »

Di konferansa xweseriyê de tecrûbeyên xweseriyê hatin nîqaş kirin

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (PAD) Ii Amedê konferansa “Modelên Xweseriya Demokratîk ên Navneteweyî” li dar xist. Di konferansê de ji beşdarên ji Kurdistana Rojava, Bolîvya û Spanyayê tecrûbeyên xwe yên di derheqê ceribandinên xwe yên xweseriyê ya li welatên xwe pêşkêş kirin. Konferansa …

Bêtir »

Rêvebirê Şîliyê ji gelê mapûçe lêborînê xwest

    Waliyê herêma Araucaniayê ya li başûrê Şîliyê ji ber zilma li ser gelê mapûçe hatiye meşandin û erdên wan hatiye dagirkirin ji gelê mapûçeyê lêborînê xwest. Walî Francisco Huenchumilla ku ji aliyê Serokomarê Şîliyê Michelet Bachelet ji bo temsîlkirina Araucaniayê hatibû peywirdakirin, di daxuyaniya xwe ya çapemaniyê ya …

Bêtir »

Pevçûna navxweyî ya li Ûkraynayê gihîşt Kirimê

    Şêniyên rûsîaxêf ên li Kirimê ku ji dema destpêka pevçûna navxweyî û vir ve li dijî guherîna îktîdarê ya li Ûkraynayê derdiketin, veqetîna ji vî welatî nîqaş dikin. Rûsîaxêvên ji Kirimê bi armanca diyarkirina qedera herêmê ketin nav hewldanan. Bi hezaran kirimî bi armanca protestokirina îstîfaya Serokê Ûkraynayê …

Bêtir »