Home / Tag Archives: xweserî (Sayfa 7)

Tag Archives: xweserî

Ji bo yekitiya Bretonyayê meşa mezin

    Bi hezaran kes bi armanca Bretonyayeke yekgirtî di 19’ê Nîsanê de li bajarê rojavayê Fransayê Nantesê meşiyan. Di meşa ku nêzîkî deh hezar kes beşdar bûn de daxwazên yekitiya wîlayeta bajarê Nantesê ya bi herêma Bretonyayê ve hatin îfadekirin. Piraniya hêzên polîtîk ên breton, tevgera herêmparêz a breton …

Read More »

Li Venetoyê daxwaza ji bo statuyeke taybet

    Konseya Herêmî ya Venetoyê daxwazên ji bo nîqaşkirina serxwebûn an berfirehkirina xweseriya herêma Venetoyê ya li bakurêrojhilatê Îtalyayê qebûl kir. Serokê Venetoyê Luca Zaia bi armanca bilêvkirina statuyeke taybet a ji bo herêma xwe, çû Romayê. Konseya Herêmî ya Venetoyê biryara nîqaşkirina li ser du pêşniyazqanûnên di derbarê …

Read More »

Di konferansa xweseriyê de tecrûbeyên xweseriyê hatin nîqaş kirin

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (PAD) Ii Amedê konferansa “Modelên Xweseriya Demokratîk ên Navneteweyî” li dar xist. Di konferansê de ji beşdarên ji Kurdistana Rojava, Bolîvya û Spanyayê tecrûbeyên xwe yên di derheqê ceribandinên xwe yên xweseriyê ya li welatên xwe pêşkêş kirin. Konferansa …

Read More »

Herêma Delineê ya li Kanadayê êdî xweser e

    Herêma Delineê a girêdayî Erdên Bakurêrojavayê ya li Kanadayê bi referandûmekê peymana xweseriyê ya bi hikumetê re qebûl kir. Li gorî vê peymanê, hikumeteke herêmî ya ku xwedî hêzên di derbarê ziman, çand, xizmetên civakî, perwerde û berhevkirina bacê de ne, wê bê damezrandin. Di referandûma ku di …

Read More »

Rêvebirê Şîliyê ji gelê mapûçe lêborînê xwest

    Waliyê herêma Araucaniayê ya li başûrê Şîliyê ji ber zilma li ser gelê mapûçe hatiye meşandin û erdên wan hatiye dagirkirin ji gelê mapûçeyê lêborînê xwest. Walî Francisco Huenchumilla ku ji aliyê Serokomarê Şîliyê Michelet Bachelet ji bo temsîlkirina Araucaniayê hatibû peywirdakirin, di daxuyaniya xwe ya çapemaniyê ya …

Read More »

Breton ji Fransayê daxwaza xweseriyê kirin

    Tevgera breton a Kumên Sor ji bo Bretonyaya pêşerojê yazdeh daxwazên din ji hikumeta fransewî kirin. Endamên tevgerê ji Serokomarê Fransayê François Holland daxwaz kirin ku ji bo li pêşniyazên gelê breton guhdar bike, were Bretonyayê. Nêzîkî 3,000 endam û alîgirên Tevgera Li Bretonyayê Bijî, Biryarê Bide û …

Read More »

Pevçûna navxweyî ya li Ûkraynayê gihîşt Kirimê

    Şêniyên rûsîaxêf ên li Kirimê ku ji dema destpêka pevçûna navxweyî û vir ve li dijî guherîna îktîdarê ya li Ûkraynayê derdiketin, veqetîna ji vî welatî nîqaş dikin. Rûsîaxêvên ji Kirimê bi armanca diyarkirina qedera herêmê ketin nav hewldanan. Bi hezaran kirimî bi armanca protestokirina îstîfaya Serokê Ûkraynayê …

Read More »

Civîna Hevgirtina Azad a Ewropî a li Galîsyayê

      Asambleya Giştî ya Hevgirtina Azad a Ewropî (EFA) li paytexta Santîago de Compostela ya Herêma Xweser a Galîsyayê ku li ser Spanyayê ye, hat lidarxistin. Ji Galîsyayê BNG (Bloka Neteweperest a Galîs), ji Katalonyayê ERC (Çepê Komarger a Katalonyayê), ji Skotlandê SNP (Partiya Neteweperest a Skotlandê) û …

Read More »

Seroka Şîliyê ji bo mafên gelê mapûç di bin zextan de ye

    Gelek rêxistinên sivîl ên ji Şîliyê û yên navneteweyî ji seroka Şîliyê Bachelet daxwaz kirin ku dawî li polîtîkaya dewleta xwe ya li hember gelê mapûç ê ku dixwaze li ser erdên xwe bijî, bîne. Rêvebirê kevneşopî yê Mapûçe ku tê darizandin, diyar kir ku hikumeta Şîliyê dixwaze …

Read More »

Digel peymana aştiyê Çîtagong li ser kaxizê xweser e

    Li herêma Çîtagongê ya li Bangladeşê digel îlankirina xweseriyê ya 21 berê, heta niha hilbijartin nehatine kirin. Her sê konseyên li herêmê hatine damezrandin, ji aliyê kesên ku partiyên îktîdarê van peywirdar dike tên birêvebirin. Bi armanca xweseriya Çîtagongê ya li başûrêrojhilatê Bangladeşê, di 1989’an de herêm di …

Read More »

Grondland ber bi serxwebûnê ve dimeşe

    Serokwezirê Grondlandê Aleqa Hammond diyar kir ku “ji bo gelên ku hatine kolonîzekirin” dewleteke serbixwe pêwîst e. Hammond destnîşan kir ku di riya serxwebûnê de pêdiviya herî mezin bi aboriya “têrî xwe dike” heye. Serokwezîr Aleqa Hammond di Konferansa Sînorên Arktîk a ku li Norwêcê hat lidarxistin de …

Read More »

Li Fransayê reforma terîtoryal ji nû ve ket rojevê

    Serokê Fransayê François Holland diyar kir ku ew dixwaze ji nû ve li ser projeya kêmkirina hejmara herêmên Fransayê bisekine. Hikumeta Holland dixwaze hejmara herêman kêm bibe û hin “hêzên qanûnçêkirinê” yên nû bide herêman. Holland nêrînên xwe yên di derbarê vê mijarê de di daxuyaniya xwe ya …

Read More »

Moldova xweseriyê pêşniyazê Transdînyesterê kir

    Serokwezîrê Moldovayê Iurie Leanca diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Transdînyesterê (Transnistria) herî baş bi riya “çareseriyên Ewropayê” dibe. Leanca ji bo mînakên vê çareseriyê Katalonyayê mînak da û got ku xweseriyeke bi vî rengî dikare ji bo herêma Transdînyesterê bê pêşniyazkirin. Leanca di nava dîtinên xwe yên ku …

Read More »

Li Gagawûzyayê 20 salên xweseriyê

  Li dewletên Rojhilatê Ewropayê pir zêde xweseriyên terîtoryal  ên baş dixebitin tune ne. Lê yek ji van herêmên ewilî Gagawûzyaya li Komara Moldovayê wê di 2014’an de bîst saliya hebûna xwe pîroz bike. Ji ber ku gelê wê yê biçûk bi eslê xwe tirk in û bi sedan salan …

Read More »

Herêma Juraya Bernê dixwaze xweseriya xwe xurt bike

    Konseya Berna Jurayê ya li Swîsreyê piştî referandûma ji bo veqetînê, biryar da ku ji Bernê besatiyên zêde bi dest bixe. Di nava besatiyên hatine daxwazkirin de pêkanîna hevpariya rasterast a bi Kantona Juraya ku bi fransî diaxivin û xurtkirina taybetiya xwe ya duzimanî (almanî û fransî) cî …

Read More »

Riya xweseriya Bangsamoroyê kurt bû

    Hikumeta Fîlîpînê û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro (MILF) li ser parvekirina besatiyan (hêzan) di navbera hikumeta navendî û herêma xweser a nû de, peymanekê îmzekirin. Bi vê gava krîtîk, riya diçe peymana dawî ya ku wê dawî li vê problemê bîne, kurt bû. Di çarçoveya peymana ku …

Read More »

Li Fransayê xwepêşandana ji bo xweseriya Welatê Bask ê Bakur

    Li erdên Baskê ya li başûrêrojavayê Fransayê, bi armanca naskirina mafên gelê bask xwepêşandanekê hat lidarxistin. 3,500 mirov beşdarê xwepêşandana ku di 30’yê Berfanbarê de ji aliyê rêxistina sivîl a Baterayê hat lidarxistin, bûn. Ev bû meşa duyemin a ku isal ji bo heman daxwazê hat lidarxistin. Di …

Read More »

Di hilbijartina bakurê Kosowayê de namzetên sirb bi ser ketin

    Tûra duyemîn a hilbijartina lokal a li Kosowayê di 1’ê Mijdarê de hat lidarxistin. Namzetên ji Însîyatîfa Medenî ya Sirp (GIS) ku ji aliyê hikumeta Sirbîstanê dihatin destekirin, di hilbijartinê de bi ser ketin. Ev serkeftin riya pêkanîna peymana ji bo damezrandina herêmeke xweser a li bakurê Kosowayê …

Read More »