Home / Tag Archives: xweserî (Sayfa 5)

Tag Archives: xweserî

Meclîsa Beniyê hin xalên statuyê qebûl kir

      Meclîsa Departmanta Beni ya li Bolîvyayê guherînên di Statuya Xweseriyê ya Departmantê de qebûl kir. Endamên meclîsê piştî rûniştinên ku di seranserê hefteya borî de hatin lidarxistin de, gihiştin vê encamê. Serokê meclîsê Carlos Navia di derbarê mijarê de diyar kir ku wan bi awayekî hûrbînî li …

Read More »

Tirkiye pêvajoya aştiyê ya Fîlîpînan vedikole

      Kerîm Yildiz: “Tirk di hevdîtina aştiye ya bi kurdan re ku di demên dawîde dest pê kiriye, di asteke pir girîng de ne.”  Delegasyoneke navneteweyî bi mebesta vekolîna pêvajoya damezrandina Herêma Xweser a Bangsamoroyê çû Fîlîpînan. Di delegasyonê de berpirsê Enstîtuya Peşketina Demokratîk Kerîm Yildiz, û ji …

Read More »

Navendake lêkolînê ya alternatîf: DEMOS

  Li Tirkiyeyê navendeke lêkolînê ya bi navê Navenda Lêkolînê Demos hat vekirin. Demos ji aliyê çend kesên ku dixwazin bi hev re di warê civakî de agahiyên alternatîf biafirînin, li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê hat damezrandin. Di danasîna saziyê de Demos wiha tê terîfkirin: “Demos civakeke ku tê de gelên …

Read More »

“Xweseriya Demokratîk: Heterotopyaya Welatîbûnê” hat weşandin

    Pirtûka “Xweseriya Demokratîk: Heterotopyaya Welatîbûnê” (Demokratik Özerklik: Bir Yurttaşlık Heterotopyası) ji aliyê weşanxaneya Notabene ve hat weşandin. Nivîskar di pirtûka xwe de bi dorfirehî li ser xweseriya demokratîk ku ji aliyê tevgera kurd ve ji bo çareserkirina meseleya kurd hatiye pêşniyazkirin, sekinî ye. Di seranserê vê xebatê de xweseriya demokratîk …

Read More »

Bolivya û Arjantîn li ser xweseriyê diyalogê pêk tînin

    Konferansa “Pevajoya Xweseriyê û Desentralîzasyonê: Tecrûbeyên Miqayesekirî” ya di navbera Bolîvya û Arjantînê de wê li payztexta Bolîvya La Pazê bê lidarxistin. Di konferansa ku di 25’ê Hezîranê de tê lidarxistin de wê li ser pêvajoya desentralîzasyonê ya Arjantînê û pêvajoya xweseriyê ya Bolîvyayê bê sekinandin. Wezîrê Xweseriyê …

Read More »

Însîyatîfa welatiyên Papûaya Rojava

      Nûnerê Tevgera Rizgariyê ya Yekgirtî ya Papûaya Rojava (ULMWP) yê Koma Pêşeng a Melanezyayê Amatus Douw 150,000 daxwaznameyan pêşkêşî Serokwezîrê Vanuatuyê kir. Welatiyên Papûaya Rojava dixwazin ji bo endamtiya tam a rêxistina wan a di Koma Pêşeng a Melanezyayê de Vanuatu destekê bide wan. Serokwezîrê Vanuatuyê wê …

Read More »

Hong Kong reforma Pekînê red kir

      Meclîsa Bajêr a Hong Kongê pêşnûma qanûna namzedên beşdarê hilbijartinan dibin ji aliyê Çînê tê erêkirin red kir. Di rûniştina ku di 16’yê Hezîranê de hat lidarxistin de ji sêyan duyê bloka demokrasiya vê hilbijartinê wekî “sexte” bi nav kir û li dijî wê dengên bi kar …

Read More »

Damezrandina xwerêvebirina Aranê hat pîrozkirin

      Salvegera damezrandina Konseya Giştî ya Aranê,  li herêma Aranê ya li Îspanyayê hat pîrozkirin. Çalakiyên pîrozkirina damezrandina xwerêvebirina Aranê li paytext Vielhayê di 13’yê Hezîranê de dest pê kir û heta 17’yê mehê dom kirin. Newala Aran herêmeke xweser a di nava axa Katalonyayê de ye. Konseya …

Read More »

Meşa ji bo çareseriya siyasî ya meseleya Korsîkayê

      Nêzîkî 2000 welatparêzên Korsîkayê li paytex Ajaccioyê li dijî helwesta hikumeta navendî ya di derbarê mafên giravê de meşiyan. Piraniya endamên Meclîsa Herêmî ya Korsîkayê beşdarê meşê bûn. Di meşa ku di 13’yê Hezîranê deji aliyê Ciwanên Serxwebûnxwaz ve hat lidarxistin de ji Fransayê hat daxwaz kirin …

Read More »

SNP doza xweseriya aboriyê kir

    Partiya Neweperest a Skot (SNP) ku di hilbijartinên giştî de 56 ji 59 kursiyên Skotlandê yên li Parlamentoya Brîtanyayê bi dest xistibû, doza xweriya tam a aboriyê kir. SNP pêvekekê ku tê de qala xweseriya tam a aboriyê dihat kirin li Qanûna Skotlandê zêde kir û wê di …

Read More »

Konferansa Şengalê ya li Parlamentoya Ewropayê

    Konferansa bi navê ‘rêvebiriya xweserî ya demî ya Şengalê ya li dijî DAÎŞ’ê’ li Parlamentoya Ewropayê (PA) hat lidarxistin.  Serokê rêvebiriya demî ya Şengalê Saîd Hesen, endamên rêvêbiriyê û nûnerên YBŞ’ê Nûrî Mîrza û Xalit Salih Faris, nûnerê Hêzên Nînovayê yên Asûrî yên Iraqê  Şarbil Hanna Matty, serokê …

Read More »

Di hilbijartina Venetoyê de Zaia bi ser ket

    Roja yekşemê ji bîst herêmên îtalyayê li heft herêman hilbijartina ji bo parlamentoyên herêmî hat lidarxistin. Serokê Konseya Venetoyê Luca Zaia ku doza berfirehkirina xweseriya herêma Venetoyê dike, di hilbijartina li Venetoyê de bi ser ket. Di vê hilbijartinê de cara pêşiyê partiyên serxwebûnxwaz jî qasî ji % …

Read More »

Konseya Szeklerê: Xweserî ne xetereye

      Konseya Neteweyî ya Szeklerdi derbarê belgeyeke Wezareta Karê Hundir a Romanyayê ya li ser ewlekariya raya giştî daxuyaniyek weşand. Serokê konseyê Izsák Balázs di daxuyaniyê de bi zimanekî tund nêzîktêdayina Romanyayê ya di warê xweseriya herêma Szeklerê de şermezar kir. Balázs di daxuyaniya xwe de diyar kir …

Read More »

Ciwanên ji Korsîkayê di greva birçîbûnê de ne

  Endamên rêxistina ciwanên serxwebûnxwaz Ghjuventù Indipendentista bi armanca ku Fransa biryarên ji aliyê Parlamentoya Korsîkayê ve hatine girtin qebûl bike, dest bi greva birçîbûnê kirin. 15 ciwanên ji rêxistinê ku li paytexta dîrokî Keleya Corti ya Korsîkaya serbixwe ya di sedsala 18’emîn de dest bi grevê kirin, diyar kirin …

Read More »

Xweseriya Bangsamoroyê di xetereyê de ye

    Li Filîpînê pêvajoya aştiyê û xweseriya Bangsamoroyê di demeke aloz re derbas dibe. Piştî pevçûna di navbera serhildêr û polêsan de, derdorên neteweperest ên civaka Filîpînê ji bo sekinandina planên xweseriya Bangsamoroyê ketin nava hewldanan. Piştî ku di 25’ê Çileyê de li girava Mîndanaoyê di navbera hêzên Eniya …

Read More »

Xweseriya Skotlandê bi berhevkirina bacê tê xurtkirin

    Delegeyên ji pênc partiyên Parlamentoya Skotlandê ji bo xurtkirina xweseriya Skotlandê, li ser transferkirina hin hêzên di qada aboriyê de li hev kirin. Hêzên nû yên ku wê têkeve destên Skotlandê divê di 2015’an de di Parlamentoya Britanyayê de bê qebûlkirin. Parlamentoya Skotlandê wê bi hêzên nû yên …

Read More »

Fransa reforma herêman qebûl kir

    Parlamentoya Fransayê reforma guherîna nexşeya terîtoryal a Fransayê derbas kir. Di dengdayina ku di 19’yê Mijdarê de pêk hat de reform bi piraniya sosyalist a parlamentoyê hat qebûlkirin. Di çarçoveya reformê de hejmara herêmên Fransayê ji 22’yan dadikeve 13’yan. Daxwazên ku demeke dirêje li herêma Alsasê ya li …

Read More »

Li Îtalyayê xeteraya neo-navendîkirinê didome

    Li Îtalyayê li ser mijara reforma destûra bingehîn a ji bo parvekirina hêzên di destên herêmên xweser û navendê de nîqaş dom dikin. Vê carê jî Wezîrê Reforma Destûra Bingehîn Maria Elena Boschi got ku divê statuya taybet ên xweseriyê ji holê bên rakirin. Wezîr herçiqas paşê got …

Read More »

Têkoşîna Savoyê ya hatiye ji bîr kirin

    Piştî demeke dirêj a polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê, di Tebaxa 2014’an de li Savoyê ku herêmeke rojhilata başûr ê Fransayê ye Midûriyeta Karên Savoyê hat damezrandin. Lê kurtedemek şûn de serokê saziyê Fabrice Dugerdil sê meh cezayê girtîgehê girt û dewleta Fransa ji ber xebatên saziyê gef lê …

Read More »