Arşîvên Tag: xweserî

Alsas li dûv nasnameya xwe ya herêmî ye

Yek ji sebeba herî mezin a vê daxwazê, li herêmê ligel Fransî axaftina zimanê Almanî ye. Di dîrokê de ev herêm di destên  Almanyayê  de mabû û lewma qismeke welatî hin jî bi zimanê Almanî diaxivin. Fransaya xwedî tradîsyona jakoben, ji sedsala 18’an û vir ve bi polîtîkayên xwe cihêrengiya …

Bêtir »

Xewna kanak a serxwebûnê pêk nehat

  Proseya dekolonîzasyona Kaledonyayê ku 30 sal berê destpêkiribû, her car rastî astengiyekê tê. Duh li giravê referandûmeke din a serxwebûnê hebû û gelek welatî hêviya xwe bi vê dengdanê ve girêdabûn. Lê beriya dengdan pêk were, Eniya Kanak û Sosyalîst a Rizgariya Neteweyî FLNKS’ê banga boykotê li alîgirên xwe …

Bêtir »

Skotland referandûma serxwebûnê daxwaz dike

Skotland meseleya serxwebûnê careke din tîne rojeva Brîtanyayê…Partiya serxwebûnxwaz SNP dibêje, em ê hewl bidin ji bo serxwebûnê referandûmeke din lidar bixin….Lê hukumeta Brîtanî, vê carê jî bahaneyek dît ji bo bibe asteng, îcar korona kir hincet. Nicola Sturgeon: Eger bi qasî misqalek jî hurmeta te ji demokrasiyê re heye …

Bêtir »

Harîteya Otonomiyê ya Cîhanê êdî online e

Ev harîte bi riya Google Mapsê hatiye amadekirin û hemû herêmên otonom (xweser) ên li cîhanê nîşan dide. Di vê xebatê de du cureyên herêmên otonomiyê, bi du sembolên cihê tên nîşandayîn. Harîteya Otonomiya Cîhanê ji aliyê EURACê (Akademiya Ewrûpayê ya Lêkolînê) hat weşandin. Ev harîte bi riya Google Mapsê …

Bêtir »

Komên etnîk li dijî cûntaya Myanmarê şer dikin

Yek ji hîmê berxwedana li Myanmarê komên etnîk ên vî welatî ne.Ev komên cûda, ji bo mafên xwe yên neteweyî doza federalîzmê dikin.  Li pêşiya vê daxwazê jî astengiya herî mezin artêşa Mynamarê ye. Lewma miletên bindest bi hemû hêza xwe ligel protestoyên sivîl ciyê xwe digirin. Ji serê sibatê …

Bêtir »

Katalonya Rojavayê Kurdistanê nas dike

Parlemena Katalonyayê wê bi rojeva naskirina rêvebiriya xweser a Rojavayê Kurdistanê bicive..Pêşniyaznameya li ser mijarê, ji aliyê 4 partiyên katalan ên di parlemenê de hat îmzekirin..Di belgeyê de Rojava wekî parçeyeke Kurdistanê tê destnîşankirin. Li cîhanê parlemena Katalonyayê bû parlemena yekemîn ji bo naskirina Rojava wê bicive. Pêşniyaznameya li ser …

Bêtir »

Nûnerên Korsîkayê êdî di Senatoya Fransayê de ne

Di salên dawî de tevgera netewperwer a Korsîkayê bi serfiraziyên xwe yên di hilbijartinan de balê dikişîne ser xwe..Di hilbijartinên dawî de, cara yekemîn siyasetmedarekî welatparêz a Korsîkî ji bo senatoya Fransayê hat hilbijartin.. Ev encam dilê endamên doza serxwebûna Giravê xweş kir û li Korsîkayê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.. …

Bêtir »

Kaledonyaya Nû ji bo serxwebûnê referandûm li dar dixe

Li Kaledonyaya Nû ku koloniyeke Fransayê ye pêvajoya referandûma serxwebûnê destpê kir. Rêvebiriya giravê lîsteyên hilbijêran amade kir û ew pêşkêşî welatiyan kirin. Di vê hilbijartinê de gelê Kanak ku xweciyên Kaledonyaya Nû ne û wê kesên ji 1994’an û vir ve li giravê dijîn, wê karibin dengên xwe bi …

Bêtir »

Çîn pêşniyazqanûna Hong Kongê erê kir

Kongreya Neteweyî ya Çînê ku wekî parlemena vî welatî tevdigere, duh pêşniyazqanûna Hong Kongê erê kir. Ev belgeya ku di rojên dawî de bû sebeba nerazîbûn û protestoyên berfireh, destûrê dide rêvebiriya Pekînê kontrola xwe ya li ser Hong Kongê zêde bike. Bi qanûna nû, wê protestoyên aştîxwaz ên li …

Bêtir »

Porto Rîko dixwaze statuya wê zelal bibe

Girava Porto Rîko ev bû 122 sal in di bin kontrola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye. Li gorî statuya wê ya fermî, ew dewleteke ku bi serbestî tevlî Amerîkayê bûye tê hesibandin. Helbet di eslê xwe de rewş qet ne wiha ye. Ji ber ku vê giravê, di 1898’an …

Bêtir »

Korsîka doza mafên tenduristiyê dike

Korsîka giraveke li rojavayê Derya Spî ya bi ser Fransayê ve ye. Welatiyên li giravê ji bo otonomiyeke berfireh, demeke dirêj e li dijî Fransayê têkoşînê dimeşînin. Siyaseta neteweparêz a Korsîkayê, bi manîfestoyeke xweseriyeke xurt beşdarê hilbijartinên herêmî yên 2017’an de bûbûn û di meclîsa Korsîkayê de piraniya kursiyan bi …

Bêtir »

Skotland

  Profîl Nifûs: 5,200,000 (2018) Berfirehbûn: 78,782km2 Paytext: Edinburg Ziman: Îngilîzî, galîkî (% 96,8 îngilîzî, % 1,3 galîkî, skotî % 1,9) Destpêka xweseriyê: 1999 Berfirehbûna serdestiya îngilîzî a ber bi bakur ve bi sedan salan dom kiriye û piştî şerên domdar ên di navbera her du aliyan de Skotland bi …

Bêtir »

JI EDÎTOR

Di çend rojên dawî de Înfowelat bi weşandina nûçe û gotarên nû yên balkêş xeta xwe ya weşanê hinekî din jî kûr kir. Pêvajoya şerê rizgariyê ya Tîmora Rojhilat,  qanûna nû ya ziman a rêvebiriya Ûkraynayê, sed saliya damezrandina akademiya baskî û têkoşîna Îrlandiyên bakur a ji bo azadî û …

Bêtir »

Bakurê Îrlandayê

Nifûs: 1,810,863, (2011) Berfirehbûn: 14,130 km2 Paytext: Belfast Ol: Protestan % 48, katolîk % 45 (2011) Ziman: Îngilîzî (% 96.5, îrlandî % 3.7) Destpêka xweseriyê: 1998 Bi Qanûna bakurê Îrlandayê (1998) li bakurê Îrlandayê herêmek xweser hat damezrandin û gelek hêzên ji bo xwerêvebirinê transferê rêvebiriya herêmî hatin kirin. Li …

Bêtir »

Parlamentoya Lîtwanyayê Jenosîda Tataran nas kir

Di salên dawî de komarên kevn ên Yekitiya Sovyetê polîtîkayên Stalîn ên li dijî gelên yekitiyê didarizînin. Sirgûna tatarên Kirimê cara pêşiyê ji aliyê parlementoya Ûkraynayê ve di 2015’an de wekî ‘jenosîd’ hatibû bi nav kirin. Paşê di Gulana 2019’an de parlamentoya Letonyayê di derbarê mijarê de biryarek bi vî …

Bêtir »

Grondland

Profîl Nifûs: 55,877 (2018) Berfirehbûn: 2,166,086 km2 Paytext: Nuuk Zimanê fermî: Grondlandî Destpêka xweseriyê: 1979 Kurtedîrok Grondland bi erda xwe ya di ser 2 milyon  km2 re girava herî mezin a cîhanê ye. Li ser vê erda berfireh miletek otokton ê bi navê inuit dijî. Inuit ji bilî Grondlandê, li …

Bêtir »

JI EDÎTOR

Hilbijartina ji bo Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê (YE) bûyera herî girîng a hefteya borî bû. Medyaya mezin wekî her car piranî li ser bingeha çep û rast encamên vê hilbijartinê şîrove kir. Medyaya neteweyên Ewrûpayê yên ji bo serxwebûnê û berfirehkirina mafên xwe yên neteweyî têkoşînê dimeşînin, li ser serfiraziya partiyên …

Bêtir »

Tîrola Başûr

Profîl Nifûs: 530,000 (2018) Berfirehbûn: 7,399.97 km2 Paytext: Bozen/Bolzano Ziman: Almanî, îtalyanî, ladînî (% 62.3 almanî, % 23.4 îtalyanî, % 4.1 ladînî) Destpêka xweseriyê: 1948 Kurtedîrok Tîrol herêmek li rojhilatê Çiyayên Alp e ku di navbera Awistirya û Îtalyayê de hatiye parvekirin. Tîrola Başûr piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi Îtalyayê …

Bêtir »

Giravên Aland

PROFÎL Nifûs: (2017): 29,489 Berfirehî: 6.784 km2 Paytext: Mariehamn Zimanê fermî: Swêdî (Swêdî % 86.77, fînî % 4.71, % 9 zimanên koçberan) Destpêka xweseriyê: 1920 Kurtedîrok Giravên Aland ji giravên biçûk û mezin ên li başûrê Fînlandiyayê ne pêk tê. Hejmara giravan bi sedan in û bi tenê li 50 …

Bêtir »

Katalonya

PROFÎL Nifûs: 7,543,825 (2018) Berfirehbûn: 32,108km² Paytext: Barselona Ziman: Katalanî (Bikaranîna rojane: % 36.29, zanîn % 95.12), îspanyolî Dema xweseriyê: 1979 KURTEAGAHÎ Katalonya welatekî li bakurêrojhilatê Nîvgirava Îberyayê ye û di bin serdestiya Îspanyayê de ye. Welat ji çar parêzgehan (Barselona, Girona, Lleida and Tarragona) û 947 belediyeyan pêk tê. …

Bêtir »

JI EDÎTOR

Înfowelat di 2013’an de bi gotina “enformasyon ji bo welat” dest bi weşanê kir. Malper ji destpêkê vee xeta xwe ya weşanê li ser pêşketinên herêmên xweser, herêmên federal û parastina zimanên kêmar (zimanên dixwazin bên kêmarkirin) damezrand. Bi vê mebestê, ji Katalonyayê heta Polînezyayê, ji Meksîkayê heta Hîndîstanê li …

Bêtir »