Arşîvên Tag: xweserî

Katalonya doza berhevkirina bacê kir

Katalonya modeleke finansê ya ji bo bacê pêşniyazê Îspanyayê kir. Bi vê modelê hukumeta katalan dixwaze % 100 baca li Katalonyayê berhev bike. Bi vê modela nû wê Katalonya bikaribe hemû baca li nava sînorên xwe berhev bike. Pêşniyaza Katalonyayê ji aliyê Wezîra Aborî û Xezîneyê Natalia Mas ve hat kirin. …

Bêtir »

Dadgeha Hîndistanê pêşî li otonomiya Keşmîrê girt

Dadgeha Bilind a Hindistanê biryara betalkirina otonomiya Keşmîrê erê kir. Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modî biryara Dadgeha Bilind bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî kir. Bawerî ev e, biryara qada hiqûqê wê aloziya heyî ya li Keşmîrê kûrtir bike. Dadgeha Bilind a Hindistanê di meseleya Keşmîrê (Jammû û Keşmîr) de da ser riya …

Bêtir »

Li Tîrola Başûr SVP şikestin xwar

Li Tîrola Başûr a li bakurê Îtalyayê hilbijartina ji bo parlamentoya parêzgehê hat lidarxistin. Süd-Tiroler Freiheit (STF) a dixwaze herêm ji Îtalyayê veqete, dengên xwe du qat zêde kir û 10,9 ji % dengan bi dest xist. Li Tîrola Başûr a li bakurê Îtalyayê hilbijartina ji bo parlamentoya parêzgehê hat …

Bêtir »

Bretonya ji Fransayê xweseriyê daxwaz kir

Bi dûv Korsîkayê re Bretonya jî ji Parisê daxwaza otonomiyê kir. Serokê Bretonyayê Loïg Chesnais-Girard got, ew jî wekî Korsîkayê “heman otonomiyê” dixwazin. Daxwazên otonomiya polîtîk li herêmên Fransayê belav dibe. Bi dûv Korsîkayê re Bretonya (Bi Bretonî Breizh) jî ji Parisê daxwaza otonomiyê kir. Serokê Bretonyayê Loïg Chesnais-Girard got, …

Bêtir »

Fînland dixwaze Alandê mîlîtarîze bike

Siyasetmedarên Fînlandê mîlîtarîzekirina Giravên Alandê tînin rojevê. Fînlanda îsal bû endamê NATO’yê, bi hevkariya vê rêxistina leşkerî dixwaze Deryaya Baltikê mîlîtarîze bike. Alanda di vê deryayê de cî digire, xwedî ciyekî stratejîk tê qebûlkirin. Êrişa Rûsyayê ya li hember Ukraynayê niha bandorê li statuya bêçek a Giravên Alandê dike. Siyasetmedarên …

Bêtir »

Roja Neteweyî ya Galîsyayê hate pîrozkirin

Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li Îspanyayê Roja Neteweyî hate pîrozkirin. Bi hezaran welatparêzên ji çaraliyê Galîsyayê tevlî çalakiyê mezin a li paytexta Galîsyayê bûn. Lê digel damezrandina Herêma Xweser a Galîsyayê, Îspanya heta 1984’an destûrê neda ev roj bê pîrozkirin. Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li Îspanyayê …

Bêtir »

Parlamentoya Korsîkayê ji bo otonomiyê civiya

Parlamentoya Korsîkayê li ser rapora otonomiyeke berfireh duh rûniştineke taybet li dar xist. Rapora otonomiyê bi însîyatîfa serokê desteya rêvebir a Korsîkayê Gilles Simeoni ve hate amadekirin. Belge daxwaza otonomiya xwedî erka qanûnçêkirinê di hundirê xwe de dihewîne. Belge daxwaza otonomiya xwedî erka qanûnçêkirinê di hundirê xwe de dihewîne. Girava …

Bêtir »

Korsîka statuya otonomiyê amade kir

Statuyeke nû ya otonomiyê ya Korîsîkayê di bin pêşengiya serokê desteya rêvebirinê ya Korsîkayê Gilles Simeoni de hate amadekirin. Hukumeta Korsîkayê hêvî dike pêşniyaza ji bo otonomiyê ji aliyê piraniya parlementoyê ve bê qebûlkirin. Di statuyê de tê nivîsandin, Parlamentoya Korsîkayê wê bikaribe hemû qanûnên derbarê giravê de amade bike. …

Bêtir »

Herêm ji Fransayê statu dixwazin

Hevdîtinên Paris û Korsîkayê yên ji bo berfirehkirina xweseriyê bandorê li Bretonya û Alsasê jî kir. Lewma, rêvebirî û aktîvîstên li Bretonya û Alsasê ji bo heman daxwazî ketin nava hewldanan. Herêmên Fransayê ji bo otonomiyê bi dest bixin di nava hewldanan de ne. Navenda vê dînamîzma dawî Bretonyaya li …

Bêtir »

Serxwebûnxwaz û otonomîst li EFA’yê ne

Més per Menorca, Siciliani Liberi û Union Valdôtaine bûn endamên nû yên EFA’yê. Tifaqa Azad a Ewrûpî EFA tevneke siyasî ye ku di bin banê wê de 41 partiyên serxwebûnxwaz, herêmparêz û otonomîst cî digirin. Tifaqa Azad a Ewrûpî EFA bi endamên nû tevna xwe ya siyasî berfireh dike. Rêxistin …

Bêtir »

Valencia daxwaza otonomiyeke berfireh kir

Valencia herêmeke li rojhilatê Îspanyayê ye ku berfirehbûna erdên wê 23 255 km² ye. Nifûsa vê herêma li kêleka Derya Spî dirêj dibe, di ser 5 milyonî re ye. Valencia piştî demeke dirêj a bindestiyê, di 1982’an de statuya otonomiyê wergirt. Li Valenciayê ji bo parastina mafên herêmî çalakiyeke girseyî …

Bêtir »

Herêm daxwaza tevlîbûna biryaran dikin

RLEG (Herêmên Ewrûpayê yên Xwedî Erkên Qanûnçêkirinê) li bajarê Bilbao ya Welatê Baskê civiyan. Beşdarên civîna ku di 22’yê Adarê de hate lidarxistin, Deklerasyona Bilbaoyê qebûl kirin. Di belgeyê de pêdiviya şopandina sîstema Yekitiya Ewrûpayê û derfeta tevlîbûna biryaran a herêm û welatên biçûk hate pêşniyazkirin. RLEG (Herêmên Ewrûpayê yên …

Bêtir »

Macron otonomiyê pêşniyazê Korsîkayê kir

Fransa bi girava Korsîkayê re ji nû ve dest bi hevdîtinên ji bo otonomiyê kir. Serokomarê Fransayê Emanuel Macron ligel delagasyona hukumetê tevlî civînê bû. Tê ragihandin, pêşniyaza Fransayê li gorî modelên otonomiya giravên Derya Spî yên wekî Balear, Sîcîlya û Sardînyayê hatiye amadekirin. Fransa bi girava Korsîkayê re ji …

Bêtir »

Welatê Gal otonomiyê nîqaş dike

Welatê Galê ya bi ser Brîtanyayê ve otonomiyeke berfireh nîqaş dike. Sendîkaya Unison Cymru Wales di vê proseya gotûbêja di asta dînamîkên demokrasiyê de, pêşengiyê dike. Endamên vê sendîkayê di wê baweriyê de ne, divê erkên Welatê Galê bên zêdekirin. Nîqaşa dawî ji ber meseleya zêdekirina heqdestên xebatkarên sektora tenduristiyê …

Bêtir »

Brîtanya qanûneke Skotlandê veto dike

Brîtanya cara pêşî biryareke Parlamentoya Skotlandê veto dike. Ev yek di dîroka Skotlanda ku ji 1999’an û vir ve otonom e, cara pêşî pêk tê. Skotlanda li dûv serxwebûnê ye di meseleyeke navxweyî de rastî astengiya Brîtanyayê hat. Hukumeta Londonê diyar kir, ew ê biryareke Parlementoya Skotlandê veto bike. Bûyereke …

Bêtir »

Podcastên li ser otonomiyê

EURAC  ji bo danasîna otonomiyê dest bi bernameyeke podcastê kir. Bername ji aliyê Navenda Tecrubeya Otonomiyê ya di bin bane EURAC’ê de tê meşandin. EURAC (Akademiya Ewrûpayê ya Lêkolînê) ji bo danasîna otonomiyê dest bi bernameyeke podcastê kir. Bername ji aliyê Navenda Tecrubeya Otonomiyê ya di bin bane EURAC’ê de …

Bêtir »

Katalonya xebata dîplomasiyê xurtir dike

Konseya Komara Katalan delegasyonên dîplomasiyê dişîne  Andorra, Meksîka, Afrîkaya Başûr û Şîliyê. Konseya ku di 2018’an de li Katalonyayê hate damezrandin, dixwaze bi riya dîplomasiyê destekê bide doza serxwebûnê. Katalonya tora xwe ya dîplomasiya li cîhanê berfirehtir dike. Konseya Komarê ji bo dîplomasiyê çar delegasyonên din wezîfedar kir. Ev delegasyon …

Bêtir »

Xizaniya stratejîk û hilweşîna Sûrê

Avreş Jiyan Piştî xerakirina nava sûrê, kurdiya xwerû ya dihat axaftin, li nav taxên burjuva yên bajêr ên Tirkî li wan serdest e wenda bû. Bi koçên girseyî re, çanda sûra yek ji niştewarên ewil di bin zordariya modernîzma tirkan de, bi wextê re herifî. Zarokên nava sûrê yên kurdîaxîv, li …

Bêtir »

Li Karakalpakistanê berxwedana ji bo parastina statuyê

Komara Karakalpakistanê herêmeke xweser e a li rojavayê Ozbekistanê ye û bergirehbûna bi qasî 166.000 km2 ye. Nifûsa herêmê li derdora 2 milyonî ye û Karakalpak bi tenê 32 ji %ê vê nifûsê pêk tînin. Ji roja înê û vir ve, Ozbekistan ji ber bûyerên li rojavayê welêt di fokûsa …

Bêtir »

Welatê Gal daxwaza otonomiyeke berfireh dike

Hukumeta herêmî ya Galê ji Londonê dixwaze rêvebiriya sîstema edaletê dewrê wê bike. Hukumet diyar dike, ew dikare sîstema edaletê ya navxweyî ji Brîtanyayê baştir bi rê ve bibe. Welatê Gal ku ev 23 sal in xwedî otonomiyê ye, dixwaze kontrola xwe ya li ser meseleyên navwelat xurtir bike. Hukumeta …

Bêtir »

Fransa otonomî pêşniyazê Korsîkayê kir

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Darmanîn di daxuyanîiya xwe ta çapemeniyê de got, Fransa amadeye otonomiyeke berfireh bide Korsîkayê. Bi vî awayî meseleya mafên neteweyî yê gelê Korsîkayê careke din ket rojeva raya giştî û rêvebiriya Fransayê. Bûyerên li Korsîkayê ev 2 heftene li bajarên Bastiayê, Ajaccio û Calviyê û …

Bêtir »