Home / Tag Archives: siyaseta ziman

Tag Archives: siyaseta ziman

Li Kerkûkê xwendina Kurdî di rewşek xirab de ye

Li Kerkûkê xwendina Kurdî di rewşek xirab de yeLi Kerkûkê xwendina zimanê Kurdî ji ber gelek pirsgirêkan di rewşek xirab re derbaz dibe. Mamosta û rêvebirên xwendina Kurdî li Kerkûkê dibêjin ‘di qirîzê de ye’  û divê hikûmeta Herêma Kurdistan li Kerkûkê rewşa zimanê Kurdî yekalî bike. Pirsgirêka zimanê Kurdî …

Read More »

Holenda bi Frîzlandê re peymana ziman îmze kir

Bi Qanûna Bikaranîna Frîzî ya di 2014’an de zimanê frîzî ligel holendî li Fryslandê bûbû zimanê fermi. Li gorî agahiyên dawî yên Fryske Akademiyê ji % 80’yê nifûsa parêzgehê frîzî fam dikin. Di ware axaftinê de ev rêje dadikeve ji % 65’î. Parêzgeha Frîzlandê (Fryslând) û hikumeta Holendayê Peymana Îdarî …

Read More »

Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê hat weşandin

Nivîskarê kenyayî Thiong’o di xebata xwe de rizgarkirina ziman ji mêtingeriya ewrûpî pêşniyazê gelên Afrîkayê dike. Thiong’o di pirtûkê de hewl dide ku “meseleya ziman” wekî teoriyekê di nava xebatên post-kolonyal de bi cî bike. Wergereke hêja ya bi navê Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê: Di Siyaseta Afrîkî de Siyaseta Zimên …

Read More »

Ji PQF’yê daxwaza Quebeca fransî

Quebec di 1’ê Cotmeha 2018’an de hilbijartina parlementoya herêmî li dar dixe. Parazvanên zimanê fransî, bi mebesta parastin û pêşvebirina ziman dixwazin li ser partiyên siyasî tesîrê bikin. Bi vê armancê li welat koalîsyona bi navê Hevparên ji bo Quebeca Fransî (PQF) hat damezrandin û vê platformê ji daxwazên xwe …

Read More »

Îrlandî li Gaeltachtê paş ve diçe

  Raporeke li Îrlandayê hat weşandin eşkere kir ku zimanê îrlandî wê di nava deh salan de li herêma Gaeltachtê berfirehbûna xwe winda bike û bibe zimanekî kêmar. Rapor nîşan dide ku bikaranîna devkî ya ziman qasî dihat bawerkirin zûtir paş de diçe. Rapora dawî ji aliyê Údarás na Gaeltachta …

Read More »

Li Mayorka û Valensiyayê meşên ji bo ziman

    Ji 20’î zêdetir rêxistinên sivîl ên li Giravên Balearê ji hikumeta herêmî daxwaz kirin ku xebatên xwe yên ji bo astengkirina zimanê katalanî betal bikin. Di civînên li herêma Valensiyayê de pêdiviya parastina katalanî hat destnîşan kirin. Rêxistina Som Escola bangî welatiyên Katalonyayê kir ku 14’ê Tîrmehê de …

Read More »

Berpirsê Komîseriya Zimanê Îrlandî îstifa kir

    Komîserê Zimanê Îrlandî yê girêdayî hikumeta Îrlandayê Sean O Cuirreain, ji ber sebeba paşketina zimanê îrlandî ya di saziyên dewletê de ji karê xwe îstifa kir. O Cuirreain di daxuyaniya xwe ya îstifayê de got ku wî di  30 salên dawî de ewqas kêmbûna “moral û baweriyê” nedîtiye. …

Read More »

Galîsya, Bask û Katalonya ji bo xurtkirina zimanên xwe civiyan

  Berpirsên siyaseta ziman ên ji herêmên Galîsya, Bask û Katalonyayê bi armanca xurtkirina bikaranîna zimanên xwe li Santiago de Compostella’yê civiyan. Berpirsê departmanên siyaseta ziman a Galîsyayê Valentin Garcia, ê Baskê Patxi Baztarrika û yê Katalonyayê Ester Franquesa ku her sê jî girêdayî hikumetên xweser ên Galîsya, Bask û …

Read More »

Tabelaya bi galîkî rastî êrîşê hat

Tabelayeke duzimanî ya li Skotlandê rastî êrîşeke çekdarî hat û ev yek fikara şovenîzma li hember parastina zimanî galîkî zêde kir. Tabelaya k u di 4’ê Îlonê de li ser riya balafirgeha li navçeya Caithnessê ya li bakurê Skotlandê hatibû bicîkirin, di nava 24 saetan de rastî êrîşê hat. Li …

Read More »

Li Fînlandiyayê rapora ziman hat weşandin

Rapora li ser meşandina hiqûqa siyaseta ziman a li Fînlandiyayê eşkere kir ku di ware peydakirina xizmetan bi her du zimanên fermî –fînî û swêdî- problem didomin. Rapora hikumetê, di heman demê de nîşan da ku dijwariyên hin komên ziman ên cihêreng jî hene. Li gorî stratejiya ziman a neteweyî, …

Read More »