Home / Tag Archives: şaredarî

Tag Archives: şaredarî

DBP: AKPê dixwaze dest dane ser şaredariyên me

  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ragihand, AK Partî dixwaze li şûna hevserokên şaredariyên wan, li gor dilê xwe hin kesan erkdar bike. Piştî ku Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî ku di heman demê de berpirsê rêveberiyên herêmî ye daxuyaniyek da û tê de ragihand ku egera wê …

Read More »

‘Me naxin nav karê Navsûran’

  Seroka Daîreya Mîrateyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin Nevîn Soyukaya, aşkere kir ku Rêveberiya Qadê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkilî pêvajoya Navsûrê nayêne kirin. Soyukaya diyar kir ku mîrateya çandî ya şênber û neşênber darbeyeke mezin xwariye û got, “Metirsiyên min ên mezin hene.”  Seroka Daîreya Mîrateyên …

Read More »

Ji sendîkayek Brîtanyayê serdana hevşaredaran

Hevşaredar di serdana duyemîn mezintirîn sendîkaya Brîtanyayê de axivîn û bal kişande ser rîska mirina zarokên Sûrê û got, “Li wê derê nêzî 100-150 kes asê bûne, di nav wan de jin û zarok jî hene. Eleqeya bo Can Dundar û Erdem Gul hate nîşandan em dixwazin bo mirovên ber …

Read More »

Lewheyên kurdî hatin daliqandin

  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, lewheyên nîşandana cih û aliyan ên rê û rêbarên sereke hatin danîn. Şaredariya Bajarê Mezin heman xebatê li gundan jî dimeşîne û aşkere kir ku ew ê îsal li ser riyeke 500 kîlometir lewheyên destnîşankirina rê û aliyan bidaliqînin. Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya …

Read More »

Li Bolîvyayê şaredariyên guaranî xweseriya xwe bi dest dixin

    Bolîvya di van rojan de dike ku xweseriya lokal a sê şaredariyên din qebûl bike. Wezîrê Xweseriyê yê Bolîvyayê da xuyakirin ku sê şaredariyên bi navê Lagunillas, Gutierrez û Macharetti ku gelê guaranî lê dijîn, dest bi pêvajoya damezrandina xweseriyê kirine. Daxuyaniya wezîr di 124’emîn salvegera Şerê Kuruyuki …

Read More »

Kişanakê, derew û bêbextiyên Sabahê tekzîp kirin

    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, nûçeya Rojnameya Sabah a îro a bi ser navê “Pere ne ji bo xizmetê ji bo xendekan dimexêzin” derewand. Kişanakê got ku ev îdiayên dijî Şaredariya Bajarê Mezin bêbingeh, nerast, bêbextî û buxtan in.   Hevşaredar Gultan Kişanak, li ser îdiayên …

Read More »

Amed û Rennes protokola piştgiriyê îmze kirin

    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Şaredara Rennesê Nathalie Appéré, ji bo berdewamkirina piştgiriya Şaredariya Rennesê a bi Kampa Şengalê re protokol îmze kir.   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, ji bo hin hevdîtinan li Fransayê ye, ji ber vê yekê jî ji bo …

Read More »

Xweseriya lokal a Bolîvyayê bala cîhanê dikişîne

  Wezîrê Xweseriyê yê Bolîvyayê Siles diyar kir ku pêvajoya xweseriya şaredariyan a li Bolîvyayê bala welatên li cîhanê dikişîne û van welatan dixwazin bi rêvebiriyên şaredariyê welatî wî re têkiliyan ava bikin. Li paytexta Bolîvya La Pazê bi beşdariya şaredariyên li welat bernameyeke li ser pêvajoya xweseriya şaredariyên hat …

Read More »

Baska li Fransayê dike dibe xwediyê saziya xwe

      Gelê Baskê yên li aliyê Fransayê dijîn dikin ku bibin xwediyê yekemîn saziyên xwe yên neteweyî. Waliyê (prefect) Pyrénées-Atlantiques a li başûrêrojavayê Fransayê pêşniyaz kir ku yekitiya şaredariyên baskî bê damezrandin. Eger şaredarî vê pêşniyazê qebûl bikin wê di 2017’an de saziya ji bo yekitiyê dest bi …

Read More »

Albaniyên li Sirbîstanê gaveke ber bi xweseriyê de avêtin

        Albaniyên li ser sînorên Kosowayê yên Sirbîstanê dijîn statuyeke wekî ya Herêma Şaredariyên Sirb ên li Kosowayê yê li bakurê Kosowayê daxwaz kirin. Lê nûnerê hikumeta sirb ê Kosowayê bi lez vê pêşniyazê red kir. Albaniyên li bajarokên Preşevo, Bujanovac û Medvedja yên li Sirbîstanê, di 12’yê …

Read More »

Parlamaneterê Ermenistanê serdana Anli kir

      Şandeya ku Parlamenterê Parlamentoya Ermenistanê Akhoyan Aragats jî di nav de hate serdana Hevşaredar Firat Anli û ew vexwende olîmpîyatên li Ermenistanê.  Endamê Parlamentoya Ermenistanê û parlamenterê Partiya Ermenistana Pêşverû (Bargavaç Hayatsa) Akhoyan Argats ligel şandeyekê rû bi bajarê Amedê kir û ligel Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat …

Read More »

Prensîbên etîk ên ji bo rêvebiriya lokal

    Prensîbên Etîk bi armanca teşwiqkirina rêvebiriya lokal a baş ji aliyê Weqfa Şaredarên Bajar û Projeya Şaredar a Cîhanê ve hatiye amadekirin. Şaredarên dixwazin rêvebiriya lokal xurt bikin û berpirsiyên xwe yên li hember welatiyan pêk bînin, van rêgezan dipejirînin.   Prensîpên Etîk Destpêk Rêvebiriya lokal a baş …

Read More »

Şaredarê Cîhanê yê 2014’an tê hilbijartin

    Lîsteya fînalîstên Xelata Şaredarê Cîhanê yê 2014’an diyar bû. Di lîsteyê de 25 şaredarên serfiraz ên ji hemû parzemînên cîhanê ciyê xwe girtin. Îsal ji Tirkiyeyê şaredarê Îzmîrê Ahmet Kocaoglu jî ket nava şeş şaredarên ku ji Asyayê hatin hilbijartin. Piştî amadekirina lîsteyê, wê bi riya e-maîlan welatiyên …

Read More »

Li Kosowayê herêma sirban tê damezrandin

    Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Kosowayê biryar da ku şaredarê Bakurê Mîtrovîcayê ji nava welatiyên sirb ên li herêmê bê hilbijartin. Komîsyonê bi biryara xwe, bi tenê namzetiya du namzetên sirb ên ji bo şaredariyê qebûl kir. Damezrandina Civaka Şaredariyên Sirb ên li bakurê Kosowayê çend meh in …

Read More »

Li Amedê azmûna demokrasiyê

    Li navenda Amedê û heşt navçeyên wê ji bo hilbijartina namzetên şaredariyê yên BDP’ê,  pêşhilbijartin hat li dar xistin. Ji her derdorên civakê nêzîkî 12,000 delege di 24’ê mehê de ji bo diyarkirina namzetan dengê xwe bi kar anîn. Li navenda Amedê delegeyên her navçeyê li ciyên cuda …

Read More »

Li Şîliyê greva karkerên şaredariyan bi dawî bû

    Li welatê Amerîkaya Latîn Şîliyê greva karkerên şaredariyan ku qasî mehekê berdewam kir û li 300 şaredariyên li seranserê welat belav bû, bi dawî bû. Nûnerên Komeleya Şaredariyên Şîliyê (AChM) û nûnerên hikumetê di 19’ê mehê de li hev kirin û rojekê paşê karker dest bi karê xwe …

Read More »

Li Şîliyê rêzeçalakiyên xebatkarên şaredariyan

Li welatê Amerîkaya Latîn Şîliyê xebatkarên şaredariyan ji bo başkirina mercên xebatê û zêdekirina meaşên xwe dest bi greve kirin. Sendîkaya xebatkarên şaredariyan piştî bersiva neyênî ya hikumetê, biryara radîkalkirina çalakiyan da. Çalakiyên ku ket hefteya xwe ya sêyemîn, bi armanca zêdekirina meaşên xebatkaran û malnişanan û başkirina mercên xebatê …

Read More »