Arşîvên Tag: pûtin

Plana Erdogan a Soçiyê neçû serî

Dîplomasiya Tirkiyeyê ya ji bo dirêjkirina Peymana Zad a bi Rûsyayê re bi ser neket. Erdogan bi vê gavê, dixwest beriya civîna G20’an hemleyekê bike û lîderekî bibandor tevlî civîna li Hîndistanê bibe. Rûsya pêşniyazên dewleta Tirk ku Erdogan di hevdîtina Soçiyê de kir, qebûl nekir. Ev jî bû derbeyekê …

Bêtir »

Putin li Ûkraynayê rewşa awarte ragihand

Rûsya li herêmên dagirkirî yên Ûkraynayê rewşa awarte ragihand. Biryara derbarê rewşa awarte de ji aliyê Vladimir Putin ve hate eşkerekirin. Rûsya dike nake nikare destkeftinên xwe yên li Ûkraynayê mayinde bike. Piştî Ûkrayna êrişa xwe yên li dijî parêzgeha Xersonê giran kir, Moskow kete nava alarmê. Konseya Ewlekariyê ya …

Bêtir »

Rojbûna Putin û mîlîtarîzma li Çeçenistanê

Rojbûna Vladimir Putin veguherî şoveke mîlîtarîst Ciyê pîrozbahiyê ne welatê wî lê paytexta Çeçenîstan Groznî bû Putinê ev 20 sal in Rûsyayê bi rê ve dibe, li ser şopa hukumdarên berê yên Rûsyayê ye. Lîderê rûs bi riya kûrkirina mîlîtarîzmê, dixwaze li Rûsyayê serdestiya xwe xurtir bike. Yek ji sehneya …

Bêtir »

Rûsya leşkerên nû dişîne Ûkraynayê

Moskow diyar kir, kesên di çarçoveya seferberiyê de tevlî artêşê dibin wê biçin eniya şer Kurtedemek berê Vladimir Putin bi hinceta ewlekariya Rûsyayê seferberiya qismî ragihandibû Rûsya leşkerên tevlî seferberiyê dibin perwerde dike. Lewma jî welat vediguhere kampeke servekirî ya leşkerî. Li gelek aliyên welêt kesên tevlî artêşê dibin, nuqteyên …

Bêtir »

Li Rûsyayê welatî ji seferberiya Putin direvin

Li Rûsyayê kesên naxwazin tevlî artêşê bibin ji welat direvin Ji ber ku deriyên Ewrûpayê girtî ne, piraniya kesên terka welat dikin berê xwe didin Gurcistanê Rêvebiriya Gurcistanê ragihand, ji 17’yê îlonê û vir ve 78,000 welatiyên Rûs derbasî nava Gurcistanê bûne Biryara seferberiya leşkerî ya Kremlînê, gav bi gav …

Bêtir »

Ewrûpa reaksiyon nîşanî gefa Putin da

Gotinên Putin ên derbarê çekên nukleer de, li Ewrûpayê bû sebeba nîqaş û aciziyê Josep Borrell li New Yorkê, bi daxuyaniyek lezgîn reaksiyon nîşanî Putin da Şefê Kremlînê Putin di demên dawî de asta gefên xwe yên li dijî Ewrûpayê zêde dike. Putin di daxuyaniya dawî de qala kapasîteya leşkerî …

Bêtir »

Putin seferberiyê ragihand

Rûsyaya nekare li Ûkraynayê bi ser bikeve seferberiya qismî ragihand Li gorî biryara Moskowê wê 300 hezar kes tevlî artêşa rûs bibin Serokê Rûsyayê Putîn bi daxuyaniya xwe ya dawî, dîsa bala cîhanê kişand ser xwe. Şefê Kremlînê duh bi şev di axaftina xwe ya bi riya televîzyonê  biryara seferberiyeke …

Bêtir »

Putin û Jinping li Semerkandê civiyan

Civîna Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê, îro li Ozbekistanê  dest pê kir Putin, Jinping û serokê Moxolistanê hevdîtinek kirin Bloqa Ewrasya, di nava krîza Ûkraynayê de li Asyaya Navîn civîna xwe ya salane li dar dixe. Di civîna li bajarê Semerkandê ya Ozbekistanê de lîderên her du welatên Rêxistina Hevkariyê ya …

Bêtir »

Hevkariya Rûsya-Çînê ya li Pasîfîkê

Forûma Aborî Ya Rojhilat li bajarê Vladivostok a Rûsyayê berdewam dike. Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û di bernameyê de bi Serokê Komîteya Daîmî Ya Kongreya Gel A Çînê Li Zhanshu re hevdîtinek li dar xist. Piştî hevdîtinê her du alî pirsên çapemeniyê bersivandin. Pûtîn di axaftina xwe de pesnê hevkariya …

Bêtir »

Pûtîn: Ambargo civaka ewrûpayê hilweşand

Pûtîn her cara ku derbarê aloziya Rûsya û welatên Rojava de devê xwe vedike, gotinên wî dibin rojev. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vê carê jî qala ambargoyên li dijî welatê xwe kir û ajot ser Yekitiya Ewrûpayê. Pûtîn di Forûma Aboriyê ya Rojhilat ya li bajarê Vladîvostokê axivî û derbarê …

Bêtir »

Moskow veguherî navenda dîplomasiya mîlîter

Li paytexta Rûsya Moskowê Konferansa Ewlekariya Navneteweyî hate lidarxistin Gotinên Putin ên derbarê “totalîterîzma neolîberal” mora xwe li vê konferansê xist Putin li ser aloziya Taywanê jî axivî û Amerîkayê bi provokasyonê tometbar kir Moskow, bi forûma Army 2022 vediguhere navenda dîplomasiya leşkerî ya Rûsyayê. Di çarçoveya vê bernameya mîlîtarîst …

Bêtir »

Dîplomasiya Rûsyayê bi firotina çekan pêş dikeve

Putin got, Rûsya amade ye çekên herî modern ku hilberîna wan dike, bide hevalbendên xwe yên li cîhanê Pûtîn pesnê çekên Rûsyayê da û got, bi riya teknolojiya mîlîter, ew dixwazin hevkariya xwe ya bi welatên din re zêde bikin Federasyona Rûsyayê endustriya xwe ya leşkerî ji bo armancên xwe …

Bêtir »

Ûkrayna êrişî Sîwastopolê kir

Di Roja Hêza Deryayî de Rûsya şoveke din a leşkerî kir Pûtîn got, keştiyên şer ên Rûsyayê wê êdî fuzeyên hîpersonîk bi kar bînin Di heman rojê de Ûkraynayê êriş bir ser navenda hêzên deryayî ya Derya Reş a li Sîwastopolê Duh salvegera roja hêzên deryayî ya Federasyona Rûsyayê bû. …

Bêtir »

Tevahiya Luhanskê ket bin kontrola Rûsyayê

Bajarê Lysychanskê yê li herêma Donbasa Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve hate dagirkirin. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê S. Şoygû di civîna bi Pûtîn re ragihand, wan “operasyona rizgarkirina Komara Gel a Luhanksê bi serfirazî bi dawî kiriye.” Rûsyaya ji bakurê Ûkraynayê vekişiya, plansaziya xwe ya ji bo dagirkirina Donbasê bi …

Bêtir »

Dêra Ortodoks di xizmeta Kremlînê de ye

Patrîkê Dêra Ortodoks Kîrîl, piştî hilbijartina Vladîmîr Pûtîn a ji bo serokomariyê ya 2012’an axivî bû û  gotibû “ev mûcîzeyeke xwedê ye”. Patrîkê Rûs çendekî berê jî derbarê Ûkraynayê de axivîbû û dagirkeriya Rûsyayê ya li rojhilatê welêt wekî “şerekî olî” û “rizgarkirina Xristiyanên Rûs” pênase kiribû. Dêra Ortodoks a …

Bêtir »

Serokê komedyen ê Ûkraynayê: Zelenskî

Di dema şer de jî Zelenskî ferqa xwe ya ji rêvebiriya Rûsyayê nîşan da û di dewsa daxiyaniyên klasîk de, gelek caran bi selfiyên xwe derket pêş. Herwiha Zelenskî bi van gotinên xwe henekê xwe bi Pûtîn kir: “Ji welatê me derkeve. Eger tu dernakevî ka were bi min re …

Bêtir »

Şerê Ûkraynayê dest pê kir

Pûtîn: Em ê Ûkraynayê ji naziyan paqij bikin! Êrişa artêşa Rûsyayê ku ji kanûnê û vir ve Ûkraynayê dorpêç kiriye, danê vê sibehê pêk hat. Di kêliyên ewil a şer de, fuzeyên yên Rûsyayê bariyan li ser hedefên li Ûkraynayê. Û bi vê re li paytext Kîew û li bajarên …

Bêtir »

Rûsya proseya îlhaqkirina Donbasê da destpêkirin

  Beriya biryara surprîz a lîderê Rûs Pûtîn, her du lîderên herêma serhildêr a Donbasê derketin pêşiya kamerayan û proseya bi xetere dan destpêkirin. Di destpêkê de lîderê Komara Donetskê Denis Puşîlin axivî û ligel spasiyên xwe yên ji bo Rûsyayê got; ew dixwazin herêm bibe parçeyeke Rûsyayê. Bi vê …

Bêtir »