Nûnerên Rojava û berdevka YPJê bi parlamenter û endamên Senatoya Îtalyayê re hevdîtin pêk anîn. Parlamenterên Îtalyan diyar kirin, ew ê ji bo naskirina siyasî ya Rojava bangewaziyê bikin. Rojavayê Kurdistanê di qada dîplomasiyê de gavan davêje. Şandeyeka Rojava ji bo hevdîtinan çû paytexta Îtalya Romayê. Nûnerên Rojava û berdevka …
Bêtir »Namzetan ji bo kurdî çi got?
Wekî li her aliyê cîhanê, li Kurdistanê jî rêveberiyên xwecîhî di meseleya parastina ziman de xwedî roleke diyarker in. Hilbijartina wan a rasterast a ji aliyê gel ve, ligel xizmetên din derfetê dide polîtîkayeke ji bo zimanê bindest jî bê meşandin. Lêbelê desteserkirina şaredariyên kurd a piştî Şerê Bajaran, proseya …
Bêtir »Ji dewletê nexwazin, hûn bikin!
Ronî RIHA Şaredarî divê ji dewletê nexwaz e lê bi înîsatîfa xwe gavan bavêje. Hewceye şaredariyên Kurdistanê zimanê xwe yê xebat û kolanan bikin kurdî. Ev gav pir giring in. Ku ziman li van waran nejî wê bimire. 31ê adarê de hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê hilbijartinên …
Bêtir »Tuncer Bakirhan rolmodelekî çawa ye?
Recep Dildar Bêdengîya ji bo ziman mirin e. Heke rexne hebin divê niha bên kirin. Piştî Kurdî pûç bibe û derbasî nifşên li dû me nebe, girîna ji bo wî bêfeyde ye. Gotineke me heye dibêje, “Bi gur re dixwe, bi xwedî re digirî.” Asîmîlasyona ku em bi destê xwe …
Bêtir »Cizîr wê şîn û şên bibe
Cizîr an jî bi navê xwe yê naskirî Cizîra Botan, di dîroka Kurdistanê de xwedî giringiyeke mezin e. Bajarê bi hezaran salane stargeheke kurdan bûye, di dema Bedirxaniyan de bûye navendeke siyasî ya Kurdistanê. Cizîr warê helbestvanê mezin Melayê Cizîrê û pêşengê xebatên zimanê kurdî Celadet Alî Bedirxan e. Vî …
Bêtir »Siyaset divê ji bo kurdî qadên azad biafirîne
Hevpeyvîn: Necat Ayaz Madem em dibêjin ziman tiştekî polîtîk e, wê demê divê zimanê polîtîkayê kurdî be. Lê mixabin siyasetmedarê me vê nakin û bi israr polîtîkayê bi tirkî dimeşînin. Dema siyaset ji bo kurdî qadên azad neafirîne, hêza parastina kurdî jî pêk nayê. Dema ev hêz dernekeve holê, bi …
Bêtir »Dem ne dema zimanê kurdî ye!
Bi damezrandina DEM Partiyê re hêvîya a ji bo xeteke bêtir kurd û kurdîstanî bilind bû. Ji vê partiyê dihat hêvîkirin, kampanyaya ji bo hilbijartinên 31ê adarê li Kurdistanê bi kurdî bimeşîne. Mixabin ev hêvî bi destpêka kampanyaya hevserokê partiyê Tuncer Bakirhan ji holê rabû. Bakirhan kampanyaya xwe ya li …
Bêtir »Mozambîk heye Kurdistan tune ye
Dîrektora-Giştî yê UNESCOyê Audrey Azoulayê di Roja Zimanê Dayikê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Giringiya perwerdeya bi zimanê dayikê peyama sereke ya vê daxuyaniyê bû. Azouleyê got, % 40 ji niştecîhên li seranserê cîhanê ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) …
Bêtir »Li malbatên Amedê tirkî serdest e
Di serî de li Amedê, li 3 bajarên mezin zanîna kurdî daketiye astekeke bi xetere. Dayikên li Amedê ragihandine, bi tenê %8,8 axaftina wan a bi zarokan bi kurdî pêk tê. Nûçeyeke dawî ya di medyaya kurd de hat weşandin, ji bo asta asîmîlasyonê îşaretên alarmê dide. Di nûçeya ji …
Bêtir »Zextên li ser kurdî hatin protestokirin
Divê hemû tevger, partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd stratejî, polîtîka û xebatên xwe yên ji bo Kurdî bi rengekî şênber diyar bikin, ji bo zimanê Kurdî budçe, xebatkar û hemû derfetên pêwîst veqetînin û ji bo statu, perwerdehî, serbestî û azadiya Kurdî her dem têbikoşin. 21 sibatê ya Roja …
Bêtir »Dersa Kurdî ziman normalîze dike
Li dibistana navîn çar salan ketim dersa Kurdî. Zarok şaş dibûn, ka mamosteyek çawa Kurdî bipeyive! Ewqas mehsûm bûn zarok. Ezberên wan hildiweşiyan. Kurdî li dibistanên fermî didîtin, dibihîstin. Ev ji bo zarokekî/ê pirr tişt e. Nerîna wan diguherîne, ziman normalîze dike. Ji salên nodî û vir ve li Bakur …
Bêtir »Plana Têkbirinê û boykota kurdî
Serhed AŞTÎ Di vê dema me de ku êdî zarokên kurdan li bajaran hema bibêje nema bi kurdî dizanin, heqê kesî tune ye ku boykot bike yan jî red bike. Heta bi zanebûn yan jî ne bi zanebûn, teşwîqnekirin û bêdengmayîn jî şirîkatîya aqlê plankerên têkbirina kurdan e. Têkbirina kurdîtîya …
Bêtir »Komploya li hember Ocalan ket sala 25an
Îsal di 15ê sibatê de ji bo protestokirina girtina Ocalan ku wekî “komploya navneteweyî” tê pênasekirin, protestoyên girseyî hatin lidarxistin. Navenda çalakiyên girseyî bajarên Rojavayê Kurdistanê bû. Li 4 kantonên Rojava 7 meşên navendî pêk hatin û bi dehezaran kes tevlî çalakiyan bûn. Îsal komploya li hember Ocalan ket sala …
Bêtir »Xêliya bi xemla kurdî de dakirî
Qada siyasî divê ji bo danpejirandina van polîtîkayan û plansaziya ku ji aliyê Kurdan ve hatî destnîşankirin, bi tevahiya hêza xwe bixebite. Heke bi vî awayî nebe, zimanê ku em wek ‘hîma bingehîn a netewîbûnê’ pênase dikin û peywir û barekî ev qas giran datînin ser piştê, dê bi tenê …
Bêtir »Kevirê mezin elameta neavêtinê ye
Receb Dildar Mirov hinek tiştan gav bi gav bi dest dixe. Di nav şert û mercên îro de, hêz û qeweta me tune ye ku em di carekê de zimanê xwe bikin fermî û xwedî statu; lê em dikarin her derfetê bi kar bînin û pêlikek bi jor bikevin. Gotineke …
Bêtir »Meseleya herî mezin a Gimgimê koç e
A rast, ji Gimgimê pir zêde koçî derveyê welat dikin. Lewma jî nifûsa navçeyê zêde nabe. Bi taybetî jî ciwan ji ber sebebên kar diçin Ewrûpayê. Lewma divê em ji bo ciwanan proje amade bikin da ku neçin welatên din. Gimgim di proseya amadekariyên hilbijartinê de yek ji bajarên Kurdistanê …
Bêtir »Mirov parçe parçe rizgar dibe
Samî Hêzil Helwesta hin saziyên ku piştgiriyê nadin xebata ji bo dersên bijarî jî tê nîqaşkirin. Ev sazî li gor prensîba mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dayîkê tevdigerin, lewre jî ew daxwaza mafê gaspkirî yê perwerdehîyê bi tevahî dikin û qîma xwe bi tavîzên biçûk naynin. Ew helwest wekî prensîbeke …
Bêtir »Dersa Kurdî prestîja ziman bilind dike
Netîce Altûn Bi hilbijartina van dersan em hem vê mebestê eşkere dikin û vala derdixin, hem jî ‘prestîj’a zimanê xwe di çavên zarokên xwe de bilindtir dikin û terorîzekirina dewletê ya zimanê xwe pûç dikin. Dixwazim bejim ku prestîja ziman her tişt nebe jî ‘pir tişt’ e. Di serî de …
Bêtir »Di pratîkê de xwedî li ziman derkevin
Îrfan Amîda Gelek ne eşkerebe jî hin derdor xwedî li dersên hilbijarî derneketin. Bikaranîna vî mafî ji aliyê malbatan nayê wateya revîzekirina daxwazên perwerdeya bi zimanê kurdî. Mirov dikare bêje “Ez lê xwedî derdikevim lê ya esas statûya kurdî û perwerdeya bi kurdî ye.” Di vê mijarê de dive armanca …
Bêtir »Bi rêya kurdî guneh nayên şûştin
Rewşa statuya zimanê me dişibe kesekî ku bedena wî/ê hatiye zeftkirin. Ev mirov ji bo xilasbûnê dibe bibêje ku “divê ez temamê bedena xwe xilas bikim”, an jî dikare bibêje “ka ez pêşiyê tiliya xwe, pê re destê xwe, piştre milê xwe û hwd rizgar bikim.” Ji hêla prensîbê ve …
Bêtir »Zanîna kurdî wê bibe krîtera îstîhdamê
Hevpeyvîn: Suat OZALP Di polîtîkaya îstîhdama personelan de divê krîtera zanebûna kurdî hebe. Bi vê pîvanê, kesên bi zimanê xwe nizanibin wê neçar bimînin zimên fêr bibin. Ev yek divê ji bo namzetan jî, endamên meclîsan jî û ji bo hevşaredaran jî krîterek be. Yenişehir (Bajarê Nû) navçeyeke navendî ya …
Bêtir »