Arşîvên Tag: koçber

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, Tirkîye, Cezayîr, Erître û Sûriyeyê herî zêde serî li mafê penaxwazîyê dane. Sekreteriya Koçberiyê (SEM) ya Swîsreyê îstatîstîkên penaberiyê yên meha sibatê weşandin. Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. …

Bêtir »

Îtalya destûrê dide 450 hezar karkerên biyanî

Cengiz Demirtaş Îtalya wê di nava sê salan de destûra rûniştinê bide 450 hezar karkeran. Hukumeta Îtalyayê radigihîne, pêdivî bi 800,000 karkeran heye. Îtalya wê nava sê salan de destûra rûniştinê bide 450 hezar karkeran. Karkerên mijara gotinê herî zêde wê di ektorên çandinî, avahîsaziyê û tûrîzmê de bixebitin. Nêzîkî …

Bêtir »

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji 86 xalan red kirin. Xalên ku herî zêde endamên konseyê helwest nîşan dan, yên derbarê kêmkirina alîkariyên civakî û pêkvejiyana malbatan de bû. Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji bo pêşniyazqanûna nîqaşbar a hukumeta Macron …

Bêtir »

Almanya nîjadperestiya AfDê protesto kir

250,000 kes li Almanyayê nîjadperestiya li dijî penaberan protesto kirin. Hedefa çalakiyan AfD bû ku tevlî civîneke li dijî penaberan bûbû. Di vê civînê de hatibû pêşniyazkirin, penaberên entegreyê sîstemê nebin bên dersînorkirin. Almanya civîna rastgirên nîjadperest ku dixwazin penaberan dersînor bikin, protesto dike. Ji 250,000 zêdetir kes tevlî van …

Bêtir »

Fînland kontrola li ser sînorê Rûsyayê dişidîne

Serokwezîrê Fînlandê Petteri Orpo Rûsyayê sûcdar kir. Orpo got, Rûsya destûrê dide koçberên kaçax, derbasî welatê wî bibin. Fînland kontrola li ser sînorên xwe yên bi Rûsyayê re wê zêdetir bişidîne. Sebeba vê yekê hatina koçberan a ji aliyê Rûsya yê. Serokwezîrê welêt Petteri Orpo di axaftina xwe ya li …

Bêtir »

Fransa hiqûqa penaberiyê hişk dike

Senatoya Fransayê pêşniyazqanûnekê bûye mijara nîqaşan gotûbêj dike. Li gorî belgeya li ber destên Senatoyê, “kesên biyanî yên sûc kiribin wê bikaribin ji welat bên dersînorkirin.” Fransa li hemberê penaberiyê hewl dide hiqûqa xwe hişktir bike. Senatoya Fransayê pêşniyazqanûnekê bûye mijara nîqaşan gotûbêj dike. Di belgeya nû ya li ber …

Bêtir »

Îtalya penaberan dişîne Albanyayê

Îtalyayê bi Albanyayê peymaneke koçberan mor kir. Bi vê peymanê, Îtalya wê koçberên ji Afrîkayê tên bişîne Albanyayê. Her sal 36,000 koçber wê li Albanyayê bên bicîkirin. Îtalya di meseleya penaberiyê de bi Albanyayê re peymaneke nîqaşbar mor kir. Peyman duh di navbera serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni serokwezîrê Albanyayê Edi …

Bêtir »

Îtalya nikare pêşî li koçberiyê bigire

Di du rojên dawî de zêdetirî 3,000 koçber gihîştin girava Lampedusa ya li başûrê Îtalyayê. Rotaya di navbera Afrîka û Îtalyayê de yek ji rotaya herî bi xetere ya koçberan e. Cara dawî, boteke koçberan a ji Tûnisê bi rê ketibû, nêzîkî peravên Lampedusayê binav bûbû û 41 kes miribûn. …

Bêtir »

Belçîka 40 ji % alîkariya sosyal dide penaberan

 Belçîka 40 ji % alîkariya sosyal dide koçber û penaberên ji derveyî Ewrûpayê hatine. 1.315.300 ji dewletê alîkariyê werdigirin û 123.000 ji vê hejmarê kesên ji derveyî Ewrûpayê ne. Lêkolînek dawî derxist holê, Belçîka parçeyeke mezin a alîkariya sosyal dide penaberan. Ev lêkolîn ji aliyê Zanîngeha Gentê ve ya li …

Bêtir »

Belçîka statuya penaberiyê da 756 kesan

Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye (CGRA) ragihand, di Çileyê de 2,785 kes serî li mafê penaberiyê dane. Daxwaza îltîcayê ya 1064 kesan hatiye redkirin û bi tenê mafê penaberiyê ya 756 kesan hatiye naskirin. Belçîka îstatîstîkên penaberiyê yên ji bo meha Çileyê weşandin. Ofîsa Komîseriya …

Bêtir »

Tirkiye 120 hezar koçberan dersînor kir

Tirkiye 119,817 koçberên bo kaçaxî hatibûn welêt dersînor kir. Kesên ji Tirkiyeyê hatin qewirandin bi 66,311 kesî herî zêde welatiyên Afganistanê ne. Tirkiye di sala 2022’an de ji 100 hezarî zêdetir koçberan dersînor kir. Ev agahî ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Koçberiyê ve hate ragihandin. Saziya tirk ragihand, îsal …

Bêtir »

Almanya reforma koçberiyê qebûl kir

  Ev kesên ku heta 31 cotmeha 2022’an 5 sal li Almanyayê mabin wê bikaribin di 18 mehan de bibin welatiyên Almanyayê. Almanya piştî nîqaşeke di nava partiyên polîtîk de, pêşniyazqanûna mafê îkametê qebûl kir. Duh belgeya mijara nîqaşê hat rojeva Parlemena Almanya Buntestagê. 371 wekîlên ji her sê partiyên …

Bêtir »

Belçîka nema dikare hemû penaberan bihewîne

Meh bi meh hejmara penaberên tên Belçîkayê zêde dibe û ev jî dibe sebeb, li kampan cî nemîne. Li gorî daneyên fermî, di cotmehê de ji 1500 zêdetir kes ji ber tunebûna cî, neçar man li derve bimînin. Belçîka êdî nema dikare hemû kesên serî li mafên penaberiyê didin bihewîne. …

Bêtir »

Swîsre mafê penaberiya da 69 hezar ukraynaniyan

Swîsre mafê penaberiyê da li derdora 69 hezar welatiyên ji Ukraynayê Koçberên ji Ukraynayê mafê statuya parastinê S werdigirin Ji bilî alîkariya li kantonan, Swîsre salane 3000 CHF pere dide ukraynayiyan Swîsre agahiyên nû yên li ser koçberên ji Ukraynayê weşandin. Li gorî vê, ji destpêka şer û vir ve …

Bêtir »

Li Kanadayê 500 hezar penaber bê kaxiz in

Hukumeta Kanadayê biryar da di meseleya penaberên bê kaxiz de gav bavêje Texmîn ev e, li vî welatî 500 hezar penaber bê kaxiz in Ji sala 1980’an û vir ve zêdetirî milyonek penaber koçî Kanadayê kirine Bi sedan penaber û piştevanên wan li bajarê li Quebecê çalakî li dar xistin. …

Bêtir »

Li Amerîkayê koçberî vediguhere alaveke siyasî

Li Amerîkayê problemên kocberan bi dawî nabin Kampên li bajarê New Yorkê ji ber hejmara zêde ya koçberan tije bûn Bi hezaran koçber li bendê ne ku li kampekê bên bicîkirin Bi zêdebûna hejmara koçberan re kapasîteya kampên New Yorkê tije bûn. Gelek koçber, bi rojan hewl didin di kampê …

Bêtir »

Lampedusa êdî penaberan ranagire

Penaberên Afrîkayê ji bo bigiîhjin Ewrûpayê mirinê didin ber çavên xwe Gelek ji wan hewl didin bi ji ser Îtalyayê li welatên Ewrûpayê belav bibin Di vê rêwîtiya xetere de girava Lampedusayê rawestgeha ewil e Lê êdî ev vê girava biçûk nema dikare girseya penaberên ragire Penaberên ji Afrîkayê, ji …

Bêtir »

Fransa sebebên trajediyê şêlû dike

Qezaya koçberan a li Deryaya Manşê, di rojeva Fransayê de ye…Rêvebiriya Fransayê wekî her car bi tenê kaçaxçiyan sûcdar dike û rola xwe ya di vê mijarê de nabîne…Rêvebiriyên Fransî û Brîtanî, di konsepta ewlekariyê de israra xwe didomînin, rêya çareseriyê dixetimînin. Bi vê polîtîkaya xwe Fransa, bi desteka hukumeta …

Bêtir »

UNCHR: 4 milyon kes ji Sûriyeyê koç kirine

      Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan (UNHCR) da xuyakirin ku heta niha çar milyon sûriyeyî ji şer reviyane welatên cîran û vê yekê kiriye ku şerê navxweyî yê li vî welatî bibe krîza herî mezin ku 25 salên dawî de cîhan nas kiriye. Komîserê UNHCR’ê Antonio …

Bêtir »

Li Barselonayê xebata xweser a ji bo penaberan

    Espacio del Immigrante (Qada Koçberan) kolektîfeke xweser e ku li taxa Raval a li Barselonayê hatiye damezrandin e. Vê kolektîfê, berevajiya hin komên din ku bi tenê li dijî cûdaxwaziya di warê tenduristiyê de dixebitin, li hember hemû cûre apartheida ku koçberên bê dokuman rû bi rû dimînin …

Bêtir »

Li Barselonayê bernameya tevgera Som300 ku komeke koçberan e. Koçberên navborî avahiyeke vala a li bajêr dagir kiribûn ji xwe re kiribûn wargeh. Lê piştî biryara dadgehê, ji aliyê polêsên katalan ve di havîna 2013’an de ji avahiyê hatin derxistin. Ji ber ku hejmara koçberan li derdora 300’î bû, bi armanca domkirina berxwedanê navê Som300 (Em 300 kes in) a bi katalanî li koma koçberan hat kirin.

Bêtir »