Arşîvên Tag: katalanî

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. Pîvana Wikipediayê ya ji bo amadekirina lîsteya zimanên ensîklopedîyê bi kar anî, hebûna 10,000 gotaran e. Zimanê katalanî serfiraziya xwe ya di platformên online de didomîne. Vê carê Wikipediayê nûçeyeke xweş ji bo serfirazîya katalanî …

Bêtir »

CIEMEN kampanyaya ziman da destpêkirin

CIEMEN ji bo mafên kesên bi katalanî diaxivin kampanyayekê da destpêkirin. Armanca kampanyayê, zêdekirina hişmendiya parastina ziman di sektorên aboriyê, hêzên ewlekariyê, edalet û tenduristiyê de ye. Saziya katalan CIEMEN ji bo mafên ziman kampanyayekê da destpêkirin. Kampanya di bin sernivîsa “Mafê te heye! Katalanî zimanê herkesî ye” tê lidarxistin. …

Bêtir »

NY ji bo perwerdeya li Katalonyayê bi fikar e

Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê helwesta li dijî bikaranîna katalanî de bi fikar e. Raportorê Taybet a NYyê Fernand de Varennes derbarê biryara Dadgeha Bilind a Katalonyayê de ji Îspanyayê agahî xwest. Dadgeha Bilind a Katalonyayê biryar dabû, dibistanekî li Katalonyayê divê herî kêm dersekê bi zimanê îspanyolî bide. Neteweyên Yekbûyî …

Bêtir »

Dîplomasiya ji bo fermîbûna katalanî berdewam e

Dengdana Konseya Ewrûpayê ya li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê hat taloqkirin. Biryara taloqkirinê li ser daxwaza Îspanyayê hat girtin. Îspanya ji ber fikara ku pêşniyaza fermîbûnê wê bê redkirin vê daxwazê kiriye. Dengdana Konseya Ewrûpayê ya li ser fermîbûna zimanên Îspanyayê hat taloqkirin. Dengdan di civîna Konseya Meseleyên Giştî ya …

Bêtir »

Firotina pirtûkên bi katalanî zêde dibe

Îsal pirtûkên bi katalanî 12 ji % zêde hatine firotan. Firotina pirtûkên bi katalanî Ii seransera Katalonyayê ji 120 milyon euroyî derbas kiriye. Firotina pirtûkên bi zimanê katalanî di 2023’an de zêde bûn. Agahiya li ser vê mijarê ji aliyê Saziya Weşangerên Katalonyayê Gremi d’Editors de Catalunya ve hat ragihandin. …

Bêtir »

Balear ji bo Katalanî mobîlîze dibe

Hukumeta herêmî ya di bin kontrola partiya PP (Partiya Gel) de dixwaze destkeftinên zimanê Katalanî bi dawî bike. Plana hukumetê guherandina modela perwerdeya ziman a li dibistanên navîn ên Balearê ye. Parazvanên Katalanî duh li dijî hewldanên hukumetê li Mallorcayê çalakî li dar xistin. Giravên Balearê ji bo parastina zimanê …

Bêtir »

Ewrûpa ji bo Katalanî bêbiryar e

Mijara fermîbûna zimanên Îspanyayê duh di Konseya Meseleyên Giştî ya li Luxembourgê de hat gotûbêjkirin. Wezîrên Ewrûpî ji Îspanyayê daxwaz kirin, ji bo heman mijarê pêşniyazeke din amade bike. Bi vê pêşniyazê daxwaz ev e, pêşiya fermîbûna daxwaza fermîbûna zimanûn din bigirin. Yekitiya Ewrûpayê careke din dengdana ji bo fermîbûna …

Bêtir »

“Dewleta we jî hebe ev ji bo ziman nabe garantî.”

“Dewleta we jî hebe ev nabe garantiya ji bo parastina ziman.” Berpirsê Departmana Polîtîkaya Ziman a Andorrayê bi van gotinan balê kişand ser dijwariya parastina ziman. “Dewleta we jî hebe ev nabe garantiya ji bo parastina ziman.” Berpirsê Departmana Polîtîkaya Ziman a Andorrayê Joan Sans Urgell bi van gotinan balê …

Bêtir »

Îspanya parlamentoyê ji Katalanî re vekir

Nûnerên Katalan, Bask û Galîsî êdî wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin. Ev encama dîrokî tevlî têkoşîna bênavber a her sê neteweyan, ji ber arîtmetîka Parlamentoya Îspanyayê pêk hat. Nûnerên Katalan, Bask û Galîsî êdî wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin. Parlamentoya Îspanyayê di …

Bêtir »

Andorra qanûneke ziman amade kir

Hukumeta Andorrayê bi pêşniyazqanûnekê zanîna Katalanî ji bo îkametê ferz dike. Kesên dixwazin mafê xwe yên îkametê an mafê xebatê dirêj bikin divê Katalanî bizanibin. Andorra ji bo parastina zimanê Katalanî di nava hewldanan de ye. Hukumeta Andorrayê bi pêşniyazqanûnekê zanîna Katalanî ji bo îkametê ferz dike. Pêşniyazqanûn wê bandorê …

Bêtir »

Îspanya ji bo wekheviya zimanan biryareke girîng da

Îspanya di meseleya wekheviya zimanan de gaveke dîrokî davêje. Di 19’ê Îlonê de wekîlên Katalan, Bask, Galîsî û yên ji Aranê wê bikaribin li Parlamentoya Îspanyayê bi zimanê xwe biaxivin. Astengiya bikaranîna Katalanî û zimanên din ên herêman, li Parlamentoya Îspanyayê ji holê tê rakirin. Hefteya bê wê wekîlên Katalan, …

Bêtir »

Fransa pêşiya belediyeyên Katalan girt

Dadgeha Îdarî ya Montpelierê duh biryara xwe ya doza belediyeyan eşkere kir. Dadgehê îhtiraza rêvebiriya parêzgeha Pyrenees-Orientalesê qebûl kir û rê li ber Katalanî girt. Di biryarê de hate ragihandin, belediyeyên mijara dozê bi riya bikaranîna Katalanî, xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê îhlal kirine. Fransa destûrê nade di …

Bêtir »