Dewleta Îspanyol li dijî ETA’yê ligel hêzên ewlekariyê kontrayan jî bi kar anîEv koma kontra a bi navê GAL ku di salên 1980’an de aktîf bû, gelek welaparêzên baskê kuştin Lê digel hemû hewldanan jî dewletê bi israr naxwaze perdeya reş a li ser van bûyerên qirêj bê vekirin Hewldana …
Read More »Îspanya dixwaze dîplomasiya katalan asteng bike
Wezîrê Derve yê Îspanyayê Josep Borrell diyar kir ku ew ê li hember vekirina delegasyonên katalan ên li derveyî welat têkevin nava hewldanan. Wezîrê îspanyol da zanîn ku nûnertiyên katalan “bi awayekî eşkere xisarê didin berjewendiyên Îspanyayê.” Wezîr vê daxuyaniyê piştî daxuyaniya hikumeta katalan a di derbarê vekirina delegasyonên nû …
Read More »Akademiya Zimanê Baskî bû 100 salî
Akademiya Zimanê Baskî (Euskaltzaindia) ku di 1919’an de hatibû damezrandin, îsal ket 100 saliya xwe. Piştî xebata sed salan û 50 salên meşandina baskiya standard (Euskara Batua) a li ser bingeha xebatên vê akademiyê, zimanê baskî îro bûye yek ji zimanê standard ê ewrûpî ku bersivê dide hemû pêwîstiyên jiyana …
Read More »PNV û EH Bildu di hilbijartinên li Baskê de bi ser ketin
PNV (Partiya Neteweperest a Bask) di her sê hilbijartinên sê herêmên Baskê (Gipuzkoa, Bizkaia û Araba/Alava) bû partiya yekemîn. Herwiha heman partî li paytextên van her sê herêman şaredariyan bi dest xist. Di hilbijartina lokal de PNV bi 408.462 dengan, ji % 36,24’ê dengan bi dest. Bi vê encamê partî …
Read More »Katalonya
PROFÎL Nifûs: 7,543,825 (2018) Berfirehbûn: 32,108km² Paytext: Barselona Ziman: Katalanî (Bikaranîna rojane: % 36.29, zanîn % 95.12), îspanyolî Dema xweseriyê: 1979 KURTEAGAHÎ Katalonya welatekî li bakurêrojhilatê Nîvgirava Îberyayê ye û di bin serdestiya Îspanyayê de ye. Welat ji çar parêzgehan (Barselona, Girona, Lleida and Tarragona) û 947 belediyeyan pêk tê. …
Read More »Li Balearê xwepêşandana ji bo zimanê katalanî
Balear yek ji herêmeke katalan e ku di bin rêvebiriya Îspanyayê de ye. Di encama polîtîkaya dewleta îspanyol de zimanê katalanî li Giravên Balearê paş ve çûye û zimanê spanyolî li vir bûye serdest. Di salên dawî de li vê herêmê aktîvîzmeke ji bo katalanî pêş dikeve. Parazvanên ziman ji …
Read More »Ikastola: Dibistanên perwerdeya bi zimanê baskî
Li gorî statîstîkên salên dawî, ji % 73’yê xwendekarên ikastolayan perwerdeya modela D’yê tercîh dikin. Ev jî baş nîşan dide ku têkoşîna perwerdeya zimanê baskî ku Elvira Zipitra jê re pêşengiyê kiriye dîwarên asîmîlasyonîst a li hember baskî hilweşandiye. Welatê Bask ji aliyê du hêzên mezin ên Ewrûpî, Îspanya û …
Read More »Hilbijartina Îspanyayê û herêmên xweser
Di hilbijartina giştî ya 28’ê Nîsanê ya Îspanyayê de partiyên katalan û bask encamên baş girtin. Bloka Neteweperest ên Galîsyayê gavek din pêşket û li Giravên Kanaryayê partiyên herêmparêz hêza xwe parastin. Di hilbijartinê de partiyên rastgir ên îspanyol li Katalonyayê û Baskê têk çûn. Di encama hilbijartinê de Partiya …
Read More »Ji nava dilê Îspanyayê banga serxwebûnê
Tevgera serxwebûnxwaz a katalan li Madrîdê xwepêşandaneke dîrokî li dar xist. Bi hezaran kes li ser banga 50 sazî û partiyên siyasî yên serxwebûnxwaz ji Katalonyayê herikîn nava dilê Îspanyayê û beşdarê çalakiya ‘meşa biryardayinê’ bûn. ANC (Meclîsa Neteweyî ya Katalonyayê), Omnium Cultural, Junts Per Catalunya, Esquerra Republicana û CUP …
Read More »Olivier Peter: Îspanya ji mafên mirovan re rêzê nagire
Girtin û darizandina endamên tevgera serxwebûnxwazên katalan demeke dirêje di rojeva cîhanê de ye. Tevgera katalan ji bo balkişandina rewşa girtiyên siyasî hemû derfetên di qada navneteweyî de bi kar tîne. Bi taybetî rêxistin û saziyên Yekitiya Ewrûpayê û hin rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî NY ciyê hemleya dîplomatîk ên tevgera …
Read More »Queremos Gallego daxwaza azadiya zimanê galîsî dike
Galîsya herêmeke xweser e ku li bakurêrojavayê Îspanyayê cî digire. Di salên dawî de tevgera zimanê galîsî ji bo parastina ziman a li herêmê herdem di nava xebatê de ye. Aktîtîvîstên Platforma Queremos Gallego di di 6’ê Adarê de li ber Konseya Lugoyê helwestên dawî ya dewleta îspanyol a li …
Read More »Serhildêrê katalan polîtîkayên Îspanyayê darizand
Jordi Cuixart: “Serdestiya hiqûqî ne li ser demokrasiyê ye, ji ber ku di dema rejîma Franko de jî serdestiya hiqûqî hebû.” Darizandina lîderên gelê katalan a ji aliyê dadgeheke bilind a Îspanyayê ket hefteya xwe ya sêyemîn. Roja sêşemê berpirsê saziya herî mezin a civaka sivîl Jordi Cuixart derket pêşberî …
Read More »Kampên axaftina ziman li Galîsyayê vebûn
Galîsya herêmeke Îspanya’yê û warê zimanê galîsî ye. Di çend salên dawî de rêvebiriya herêmê bernameya dînamîzekirina ziman dimeşîne. Rêvebiriyê dixwaze bi vê bernameyê alîkariya nifşên nû bike ku ew hêsantir bi zimanê galîsî biaxivin. Bernameya di navbera 26’ê Tîrmeh û 13’yê Tebaxê de li 15 kampên li seranserê Galîsyayê …
Read More »Xwepêşandana Pamplonayê ya ji bo zimanê baskî
Li Herêma Xweser a Navarrayê ya li bakurê Îspanyayê alîgirên zimanê baskî carekê din daketin kolanan û dengê xwe bilindkirin. Qasî 5000 kes beşdarê meşa ku di 4’ê Pûşperê de li paytexta Navarrayê Pamplona (bi baskî Iruñea) hat lidarxistin bûn. Meş ji aliyê Kontseilua (Konseya Civakî ya Baskî) hat lidarxistin. …
Read More »Majorca daxwaza self-determînasyonê kir
Li bajarê Palmayê ya Majorcayê meşeke ji bo self-determînasyonê hat lidarxistin. Xwepêşander doza serxwebûna Giravê Balearê kirin. Li paytexta Giravê Balearê Palmayê 2500 kes bi armanca serxwebûna giravê meşiyan. Meş di Roja Neteweyî ya Majorcayê de hat lidarxistin. Partiyên neteweperest ên Majorcayê û komên sivîl beşdarê meşa di 31’ê …
Read More »Dadgeha Madrîdê biryara katalan betal kir
Dadgeha Destûra Bilind a Îspanyayê îro biryara Parlamentoya Katalonyayê ya ji bo pêkanîna serxwebûna Katalonyayê, betal kir. Kurtedemek berê hikumeta îspanyol ji bo betalkirina vê biryarê serî li dadgehê dabû. Biryara Parlamentoya Katalonyayê di 9’ê Mijdarê de bi dengên partiyên hevalbendiya serxwebûnê Ji bo Erê Bi hev re …
Read More »Parlamentoya Katalonyayê pêvajoya serxwebûnê da destpêkirin
Biryareke ku pêvajoya damezrandina dewleteke serbixwe ya katalan dida destpêkirin, ji aliyê Parlamentoya Katalonyayê hat qebûlkirin. Li gorî biryara ku di 9’ê Mijdarê de hat qebûlkirin de wê di navbera 18 mehan de dewleteke katalan bê damezrandin. Biryar bi dengên 72 wekîlên îtîfaqa Junts Pel Si (Bi …
Read More »Li Baskê bernameya ji bo girtiyên nexweş
Bernameya ji bo serbestberdana girtiyên bask ên nexweş a li Bilbaoyê bi dawî bû. Bernameya bi navê Etxea Gunea çar roj dom kir û di vê demê de gelek çalakiyên cihêreng ên ji bo kişandina bala raya giştî hatin lidarxistin. Etxea Gunea navê meydaneke navendî ya …
Read More »Companys 75 sal berê hat înfazkirin
Serokê Katalonyayê Luis Companys di 1940’an de ji aliyê rejîma faşîst a îspanyol ve hat înfazkirin. Companys ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya Almanya Gestapoyê ve radestî Îspanyayê hatibû kirin. Katalanên welatparêz bang li hikumeta îspanyol kirin ku rêzê ji bîranîna Companys re bigire. Serokê hikumeta katalan Generalitat Lluis …
Read More »Rajoy: Meseleya Katalonyayê bi diyalogê dikare bê çareserkirin
Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy got ku kesên digotin hilbijartina Katalonyayê ya 27’ê Îlonê referandûmekêye, negihîştine armancên xwe û piraniya welatiyan li dijî serxwebûnê dengên xwe bi kar anîne. Rajoy diyar kir ku li Katalonyayê “tiştê ku divê bê kirin heta ku derfet hebe bilez damezrandina hikumetekê ye …
Read More »Serxwebûnxwaz li Katalonyayê bi ser ketin
Di hilbijartina herêmî ya Katalonyayê de alîgirên serxwebûna herêmê bi ser ketin û li Parlamentoya Katalonyayê ku ji 135 kursiyan pêk tê, 72 kursiyan bi dest xistin. Piştî serkeftina hilbijartinê, çav li rêyê ku aliyê katalan ji bo serxwebûnê gavên yekalî bavêje. Beşdariya gelê katalan a ji …
Read More »