Home / Tag Archives: endonezya

Tag Archives: endonezya

Bouganville di 2019’an de referandûma serxwebûnê li dar dixe

Roja referandûma serxwebûnê ya Bouganvilleê ya girêdayê Papûa Gîneya Nû (PGN) hat diyarkirin. Hikumeta xweser û hikumeta ya PGN’yê li hev kirin ku referandûm di 15’yê Hezîrana 2019’an de bê lidarxistin. Lidarxistina referandûmeke li herêmê di peymana 2001’an de ya di navbera Bouganvilleê û PGN’yê de hatibû qebûlkirin. Di dawiya …

Read More »

Kampanyaya “Papûaya Rojava ya Azad” berfireh dibe

Li Papûaya Rojava ku herêmeke Endonezyayê ye,  tevgera gel serxwebûnê dixwaze. Bi vê armancê, kampanyayeke medyaya sosyal hat destpêkirin. Beşdarên kampanyayê bi hashtaga  #LetWestPapuaVote  (Papûaya Rojava deng dide) li her aliyê cîhanê piştgiriya xwe ji bo serxwebûna herêmê tînin ziman. Di 3’yê Gulanê de Parlamenterên Navneteweyî yên ji bo Papûaya …

Read More »

Artêşa Endonezyayê lêborînê ji Papûayê xwest

      Fermandarekî payebilind ê artêşa Endonezyayê yê li Papûaya Rojava ji ber îhlalkirina mafên mirov ji gelê Papûaya Rojava lêborînê xwest. Papûaya Rojava nêzîkî 60 sal in ji aliyê Endonezyayê hatiye dagirkirin. Fermandarê Herêma Cenderawasih General Hinsa Siburian di merasîma ku bi minasebeta 70. damezrandina artêşa Endonezyayê ya di …

Read More »

Endonezya mafê xweciyan nas dike

        Serokê Endonezyayê Joko “Jokowi” Widodo soz da ku qanûna li ser mafên xweciyan a demeke dirêje hatiye sekinandin, wê bê qebûlkirin. Jokowi vê teahuda xwe di civîna xwe ya bi Tifaqa Gelên Komegiravan (AMAN) re eşkere kir. Jokowî di heman deme de diyar kir ku ew …

Read More »

Însîyatîfa welatiyên Papûaya Rojava

      Nûnerê Tevgera Rizgariyê ya Yekgirtî ya Papûaya Rojava (ULMWP) yê Koma Pêşeng a Melanezyayê Amatus Douw 150,000 daxwaznameyan pêşkêşî Serokwezîrê Vanuatuyê kir. Welatiyên Papûaya Rojava dixwazin ji bo endamtiya tam a rêxistina wan a di Koma Pêşeng a Melanezyayê de Vanuatu destekê bide wan. Serokwezîrê Vanuatuyê wê …

Read More »

Papûaya Rojava dixwaze qedera xwe diyar bike

    Parazvanên mafê diyarkirina qederê ya Papûaya Rojava ji Komîteya Dekolonîzasyonê ya NY’ê daxwaz kirin ku welatê wan têxe lîsteya koloniyan a komîteyê. Heman derdor bang li komîteyê kir ku ji bo dîtina rewşa li Papûaya Rojava heyetekê bişîne. Endamê Komeleya Papûaya Rojava ya Awistralyayê Joe Collins da xuyakirin …

Read More »

Holanda ji bo komkujiyên li Endonezyayê lêborîn xwest

Hikumeta Holandayê ji bo bi girseyî kuştina endonezyayiyan a di dema dagirkirina wê de pêk hatibû, lêborîna xwe xwest. Balyozê (elçî) holandeyî yê li Endonezyayê Tjeerd de Zwaan lêborînê bi awayekî fermî di merasîma li paytext Cakartayê de anî ziman. Zwaan got ku “Ez li ser navê hikumeta holandî ji …

Read More »