Home / Tag Archives: bolîvya

Tag Archives: bolîvya

Li Bolîvyayê şaredariyên guaranî xweseriya xwe bi dest dixin

    Bolîvya di van rojan de dike ku xweseriya lokal a sê şaredariyên din qebûl bike. Wezîrê Xweseriyê yê Bolîvyayê da xuyakirin ku sê şaredariyên bi navê Lagunillas, Gutierrez û Macharetti ku gelê guaranî lê dijîn, dest bi pêvajoya damezrandina xweseriyê kirine. Daxuyaniya wezîr di 124’emîn salvegera Şerê Kuruyuki …

Read More »

Xweseriya lokal a Bolîvyayê bala cîhanê dikişîne

  Wezîrê Xweseriyê yê Bolîvyayê Siles diyar kir ku pêvajoya xweseriya şaredariyan a li Bolîvyayê bala welatên li cîhanê dikişîne û van welatan dixwazin bi rêvebiriyên şaredariyê welatî wî re têkiliyan ava bikin. Li paytexta Bolîvya La Pazê bi beşdariya şaredariyên li welat bernameyeke li ser pêvajoya xweseriya şaredariyên hat …

Read More »

Cochabamba xweseriyê pîroz kir

        Cochabamba pejirandina qanûna xweseriyê ya Bolîvyayê pîroz kir. Bi mebesta pîrozbahiya salvegera xweseriyê, Gerînendetiya Departmana Xweseriya Cochabambayê bernameyekê li dar xist. Rêvebirî û endamên Meclîsa Qanûnsaz a Departmanê, hin nûnerên hikumeta navendî, sazî û welatiyên Cochabambayê beşdarê bernameyê bûn. Di bernameyê de li ser dîroka damezrandina …

Read More »

Li Bolîvyayê “hefteya xweseriyê”

      Li Bolîvyayê pêncemîn salvegara qebûlkirina qanûna xweseriyê tê pîrozkirin. Di “hefteya xweseriyê” de wê çalakiyên cihêreng ên ji bo pîrozkirina damezrandina sîstema xweseriyê bê pîrozkirin. Di 19’yê Tîrmeha 2010’an de Parlamentoya Pirneteweyî ya Bolîvyayê Qanûna 031’ê ya Çarçoveya Xweseriyê û Desentralîzasyonê qebûl kiribû. Armanca vê qanûnê pêkanîna …

Read More »

Nûnerên kurd beşdarî civîna li Bolîvyayê bûn

    Axaftina dawî ya roja 9’ê Tîrmehê jî ji aliyê Papa Fransîsco û Serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales ve hat kirin. Di nava 8 delegasyonên li dîwanê, nûnerên Kurd jî cih girtin.     Nûnerên KCK û Tevgera Jinên Kurd, weke mêvanên rûmetê beşdarî 2. Kombûna Tevgerên Gel ên Cîhanê …

Read More »

Guarani statuya xweseriyê amade dikin

    Welatiyên guarani yên li Guarani Charagua Iyambeyê ya li Bolîvyayê dijîn, ji bo analîzkirina damezrandina xweseriyê civiyan. Nûnerên gelê guaranî û yên li herêmê, wezîrê cîgirê Xweseriya Departmanan, wekîlê guaranî yê parlamentoyê, şaredarê Charaguyê û rêvebirên saziyên beşdarê pêvajoya xweseriyê dibin, beşdarê vê civînê bûn. Pênc sal berê …

Read More »

Piraniya bajarên li Tarijayê statuyên xwe amade kirin

    Li departmanta (wîlayet) Tarijayê ya li Bolîvyayê pêvajoya amadekirina statuyên bajaran didome. Heta niha ji 8 ji 11 bajarên li Tarijayê statuyên xwe yên xwerêvebirinê amade kirin. Li Bolîvyayê piştî damezrandina dewleta pirneteweyî ya di 2009’an de bajaran hatibû xwestin ku statuyên xwe amade bikin. Li Tarijayê jî …

Read More »

Meclîsa Beniyê hin xalên statuyê qebûl kir

      Meclîsa Departmanta Beni ya li Bolîvyayê guherînên di Statuya Xweseriyê ya Departmantê de qebûl kir. Endamên meclîsê piştî rûniştinên ku di seranserê hefteya borî de hatin lidarxistin de, gihiştin vê encamê. Serokê meclîsê Carlos Navia di derbarê mijarê de diyar kir ku wan bi awayekî hûrbînî li …

Read More »

Bolivya û Arjantîn li ser xweseriyê diyalogê pêk tînin

    Konferansa “Pevajoya Xweseriyê û Desentralîzasyonê: Tecrûbeyên Miqayesekirî” ya di navbera Bolîvya û Arjantînê de wê li payztexta Bolîvya La Pazê bê lidarxistin. Di konferansa ku di 25’ê Hezîranê de tê lidarxistin de wê li ser pêvajoya desentralîzasyonê ya Arjantînê û pêvajoya xweseriyê ya Bolîvyayê bê sekinandin. Wezîrê Xweseriyê …

Read More »

Muzîk prestîja ziman bilind dike

    Evo Morales serokê yekemîn ê welat ê xweciye ku destekirina zimanên xwecî xistiye rojeva hikumeta xwe. Ji % 75’ê nifûsa li Bolîvyayê ji 33 komên xwecî yên cuda pêk tê û di dema îktîdara Morales de xebata ji bo bilindkirina statuya komên xwecî dest pê kir. Koma herî …

Read More »

Bolîvya li dijî herêmên rojhilat cudaxwaziyê dike

    Bolîvya bi awayekî fermî xwe wekî welatekî pirneteweyî nîşan dide lê welatiyên li herêma Santa Cruzê ya li Rojhilatê Bolîvyayê dijîn difikirin ku Bolîvya rêzê ji nasnameya wan a herêmî re nagire. Xebateke dawî ya li ser vê mijarê hat weşandin de nîşan dide ku ciyê sembolên çandî …

Read More »

Di konferansa xweseriyê de tecrûbeyên xweseriyê hatin nîqaş kirin

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (PAD) Ii Amedê konferansa “Modelên Xweseriya Demokratîk ên Navneteweyî” li dar xist. Di konferansê de ji beşdarên ji Kurdistana Rojava, Bolîvya û Spanyayê tecrûbeyên xwe yên di derheqê ceribandinên xwe yên xweseriyê ya li welatên xwe pêşkêş kirin. Konferansa …

Read More »

Li Bolîvyayê Che Guevara hat bi bîr anîn

Hevalê gerîlayê ji Arjantînê Ernesto Che Guevara, Juan Martin Guevara di 8’ê Çiriya Pêşîn de ji bo bîraninê çû gundê La Higuerayê ku 46 sal berê Che li wir hatibû kuştin. Bîranîna Che bi ziyaretkirina gorên çend gerîlayên ku li Vallegrandayê bû, dest pê kir û paşê bi meşa heta …

Read More »