Arşîvên Tag: Bask

Ji Îspanyayê deklerasyona enternasyonalîst

      Her çar partiyên siyasî yên herêmî yên li Îspanyayê bi deklerasyoneke hevpar êrîşen dawî yên Tirkiyeyê û stratejiya wê ya çewsîner a li dijî hêzên demokratîk şermezar kirin. Belgeya hevpar ji aliyê Bloka Neteweperest a Galîsî (BNG) ya Galîsyayê, Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a Katalonyayê, Yekitiya Gelê …

Bêtir »

Sê herêmên Îspanyayê belgeya Self-Determînasyonê îmze kirin

      Bloka Neteweperest a Galîsyayê (BNG), EH Bildu (bi baskî Gelê Baskê Bibe Yek)û Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a ji Katalonyayê li paytexta Galîsya Santîagoyê deklarasyoneke li ser mafê self-determînasyonê îmze kirin. Di belgeya ku wekî “Deklerasyona Bonavalê” hat binavkirin de li ser mafê self-determînasyonê (diyarkirina qederê) ya …

Bêtir »

Li Baskê çalakiya mezin a ji bo mafê biryardayinê

    Li Welatê Bask bi armanca xurtkirina doza diyarkirina qederê çalakiya zincîreke ji mirovan a ku dirêjahiya wê 123 km bû, hat lidarxistin. Ji 150,000’an zêdetir welatiyên alîgirê bikaranîna mafê biryardayina ji bo qederêb(self-determînasyon) beşdarê çalakiyê bûn. Çalakiya zincîra ji mirovan ku bi mehane amadekariya wê ji aliyê însîyatîfa …

Bêtir »

Etxarri-Aranatz a li Navarrayê referandûma serxwebûnê li dar xist

    Şaredariya Etxarri-Aranatz a li herêma baskîaxêf a li Navarrayê referandûma biryardayina qederê li dar xist. Qasî ji % 43’yê welatiyên li bajêr beşdarî referandûmê bûn û piraniya beşdaran dengên erênî bi kar anîn. Yekemîn referandûma lokal a li Welatê Bask a ji bo diyarkirina qederê di 13’yê Nîsanê …

Bêtir »

“Dewleta îspanyol şîdetê tercîh dike lewma guh nade biryara çekberdanê ya ETA’yê”

    Jon Inarritu parlamenterê Parlamentoya Îspanyayê ya ji partiya Aralar a neteweperestên çepgir ên Baskê yê. Aralar ji kevneşopiya Herry Batasunayê (HB) ya ku wekî milê siyasî yê ETA’yê dihat dîtin û demeke dirêj e ji aliyê Spanyayê ve hatiye qedexekirin, tê. Aralar piştî nîqaşa naxweyî ya di nava …

Bêtir »

Di konferansa xweseriyê de tecrûbeyên xweseriyê hatin nîqaş kirin

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Aştî û Demokrasiyê (PAD) Ii Amedê konferansa “Modelên Xweseriya Demokratîk ên Navneteweyî” li dar xist. Di konferansê de ji beşdarên ji Kurdistana Rojava, Bolîvya û Spanyayê tecrûbeyên xwe yên di derheqê ceribandinên xwe yên xweseriyê ya li welatên xwe pêşkêş kirin. Konferansa …

Bêtir »

Rojnameya Gara (bi kurdî “em”) ya baskê di 1999’an de li bajarê San Sebastianê dest bi weşanê kir. Rojnameya ku bi zimanên baskî û spanyolî weşanê dike xwedî 130,000 xwendevanan e. Piştî ku rojnameya çepgir û serxwebûnxwaz a “Egin” ji aliyê dadgeheke spanyol di 1998’an de hat qedexekirin, Gara dest bi weşanê kir. Di vê vîdyoyê de pêdiviya hebûna medyaya Baskê tê vegotin.

Bêtir »

Li Fransayê xwepêşandana ji bo xweseriya Welatê Bask ê Bakur

    Li erdên Baskê ya li başûrêrojavayê Fransayê, bi armanca naskirina mafên gelê bask xwepêşandanekê hat lidarxistin. 3,500 mirov beşdarê xwepêşandana ku di 30’yê Berfanbarê de ji aliyê rêxistina sivîl a Baterayê hat lidarxistin, bûn. Ev bû meşa duyemin a ku isal ji bo heman daxwazê hat lidarxistin. Di …

Bêtir »

Di Parlamentoya Baskê de Tora Şaredariyên Bask a ji bo Şefafiyê

  Di Parlamentoya Baskê de rûniştinek li ser “Şefafî û Rêvebirina Vekirî ya Sazî û Rêvebiriyên Raya Giştî” hat li dar xistin. Nûnerê EUDEL’ê (Komeleya Şaredariyên Bask) Getxo Imanol Landa ku di heman demê de şaredarê Getxoyê ye, beşdarê rûniştinê bû û di derbarê xebata Tora Şaredariyên Bask a ji …

Bêtir »