Arşîvên Tag: Bask

Partiyên herêmî bûn xwediyê 38 wekîlên Îspanyayê

Partiyên li Katalonya, Bask, Galîsya, Giravên Kanarya û hin herêmên din ên otonom 38 kursiyên li Parlamentoya Îspanyayê bi dest xistin. 37 ji wekîlên parlamentoyê ji lîsteyên serxwebûnxwaz, federalîst û otonomîxwaz hatin hilbijartin. Hilbijartinên giştî yên Îspanyayê îsal ji bo partiyên li herêmên xweser encamekî cihê bi xwe re anî. …

Bêtir »

Li Baskê serxwebûnxwaz bi ser ketin

Hilbijartinên 28’ê Gulanê li Welatê Baskê bi serkeftina partiyên netewperwer bi dawî bû. EH-Bildu di hilbijartinên belediyeyan de li seranserê Welatê Baskê 1050 kursiyên meclîsên belediyeyan bi dest xist. PNV di hilbijartinên belediyeyan de dengên xwe kêm kirin û bû xwediyê 981 kursiyên meclîsên bajaran. Di hilbijartinên ji bo her …

Bêtir »

Bakurê Baskê ji bo ziman meşiya

Di 22yê nîsanê de nêzîkî 4,000 kesên li Bayonneê ya li Fransayê kom bûn, meşeke girseyî li dar xistin. Armanca vê çalakiyê, bidestxistina  mafê lidarxistina azmûnên zanîngehê bi zimanê Baskî bû. Parazvanên zimanê Baskî li Fransayê çalakiyên xwe didomînin. Ciyê çalakiya dawî, bajarê Bayonne (bi zimanê Baskî Baiona) a li …

Bêtir »

Herêm daxwaza tevlîbûna biryaran dikin

RLEG (Herêmên Ewrûpayê yên Xwedî Erkên Qanûnçêkirinê) li bajarê Bilbao ya Welatê Baskê civiyan. Beşdarên civîna ku di 22’yê Adarê de hate lidarxistin, Deklerasyona Bilbaoyê qebûl kirin. Di belgeyê de pêdiviya şopandina sîstema Yekitiya Ewrûpayê û derfeta tevlîbûna biryaran a herêm û welatên biçûk hate pêşniyazkirin. RLEG (Herêmên Ewrûpayê yên …

Bêtir »

Bask ji bo girtiyên ETA’yê meşiya

Bi meşeke girseyî ya li Bilbaoyê polîtîkaya girtîgehan a Îspanyayê hate protestokirin. Çalakger ji Îspanyayê daxwaz kirin, girtiyên ji Baskê neşîne girtîgehên dûrî Welatê Baskê. Niha bi tevahî 191 girtiyên siyasî yên ETA’yê di girtîgehên Îspanyayê de ne. Li Welatê Baskê meşeke mezin a ji bo girtiyên siyasî hate lidarxistin. …

Bêtir »

Li Îspanyayê civîna Forûma Serweriya Neteweyî

Forûma Serweriya Neteweyî di 2019’an de ji aliyê 16 rêxistinên polîtîk, çandî û sendîkayan ku hemû jî çepgirin hate damezrandin. Armanca forûmê li hember otorîterîzma dewletê pêşxistina rêûrêbazên berxwedana neteweyî ya li Katalonya, Welatê Bask û Galîsyayê ye. Li Îspanya endamên Forûma Serweriya Neteweyî di civîneke din de hatin cem. …

Bêtir »

JI EDÎTOR

Hilbijartina ji bo Parlamentoya Yekitiya Ewrûpayê (YE) bûyera herî girîng a hefteya borî bû. Medyaya mezin wekî her car piranî li ser bingeha çep û rast encamên vê hilbijartinê şîrove kir. Medyaya neteweyên Ewrûpayê yên ji bo serxwebûnê û berfirehkirina mafên xwe yên neteweyî têkoşînê dimeşînin, li ser serfiraziya partiyên …

Bêtir »

Hilbijartina Îspanyayê û herêmên xweser

Di hilbijartina giştî ya 28’ê Nîsanê ya Îspanyayê de partiyên katalan û bask encamên baş girtin. Bloka Neteweperest ên Galîsyayê gavek din pêşket û li Giravên Kanaryayê partiyên herêmparêz hêza xwe parastin. Di hilbijartinê de partiyên rastgir ên îspanyol li Katalonyayê û Baskê têk çûn. Di encama hilbijartinê de Partiya …

Bêtir »