Arşîvên Tag: Balear

Katalanî li Balearê kêm tê axaftin

Katalanî zimanê dayikê ya 33.7 ji % welatiyên Giravên Balearê ye. Di 2016’an de 43 ji % welatiyên Balearê Katalanî wekî zimanê xwe yê dayikê diyar kiribûn. Polîtîkayên Îspanyolîst ên hukumetên PP’yê wekî sebeba sereke ya paşveçûna ziman tê qebûlkirin. Axaftina Katalanî ya li Giravên Balearê her ku diçe kêm …

Bêtir »

Balear ji bo Katalanî mobîlîze dibe

Hukumeta herêmî ya di bin kontrola partiya PP (Partiya Gel) de dixwaze destkeftinên zimanê Katalanî bi dawî bike. Plana hukumetê guherandina modela perwerdeya ziman a li dibistanên navîn ên Balearê ye. Parazvanên Katalanî duh li dijî hewldanên hukumetê li Mallorcayê çalakî li dar xistin. Giravên Balearê ji bo parastina zimanê …

Bêtir »

Katalonya rastî cudaxwaziya aboriyê tê

Par 7.4 ji % ê fonên çandiniyê yên Yekitiya Ewrûpayê gihîştiye ber destên herêmên katalanîaxêv. Lewma jî katalan di wê baweriyê de ne, hukumeta Madridê polîtîkayeke taybet li hemberê wan dimeşîne. Îspanya di warê belavkirina fonên Ewrûpayê de neheqiyê li Katalonya, Valenciya û Giravên Balearê dike. Ev her sê herêmên …

Bêtir »

Li Balearê xwepêşandana ji bo zimanê katalanî

Balear yek ji herêmeke katalan e ku di bin rêvebiriya Îspanyayê de ye. Di encama polîtîkaya dewleta îspanyol de zimanê katalanî li Giravên Balearê paş ve çûye û zimanê spanyolî li vir bûye serdest. Di salên dawî de li vê herêmê aktîvîzmeke ji bo katalanî pêş dikeve. Parazvanên ziman ji …

Bêtir »

Majorca daxwaza self-determînasyonê kir

  Li bajarê Palmayê ya Majorcayê meşeke ji bo self-determînasyonê hat lidarxistin. Xwepêşander doza serxwebûna Giravê Balearê kirin. Li paytexta Giravê Balearê Palmayê 2500 kes bi armanca serxwebûna giravê meşiyan. Meş di Roja Neteweyî ya Majorcayê de hat lidarxistin. Partiyên neteweperest ên Majorcayê û komên sivîl beşdarê meşa di 31’ê …

Bêtir »

Li Mayorka û Valensiyayê meşên ji bo ziman

    Ji 20’î zêdetir rêxistinên sivîl ên li Giravên Balearê ji hikumeta herêmî daxwaz kirin ku xebatên xwe yên ji bo astengkirina zimanê katalanî betal bikin. Di civînên li herêma Valensiyayê de pêdiviya parastina katalanî hat destnîşan kirin. Rêxistina Som Escola bangî welatiyên Katalonyayê kir ku 14’ê Tîrmehê de …

Bêtir »

Li Balearê modela ziman hat protestokirin

Bi armanca rêzgirtina ji perwerdeya bi zimanê katalanî re, li Giravên Balearê yên li Spanyayê xwepêşandanên girseyî hatin li dar xistin. Di xwepêşandanan de modela sêzimanî ya nû ya perwerdeyê hat şermezarkirin. Nêzîkî 80,000 welatiyên ji Balearê roja 29’ê Îlonê li paytexta girava Majorka Palmayê, bi armanca protestokirina modela nû …

Bêtir »