Home / Tag Archives: aştî

Tag Archives: aştî

Endeksa Global a Aştiyê: Tirkiye welatekî ne bi aram e

Endeksa Global a Aştiyê ya 2019’an nîşan da ku Tirkiye di warê aştiyê de di nava 163 welatan de bûye welatê 152’emîn. Bi vê encamê Tirkiye hinek din jî paş ve çû û ket binê Ûkrayna û Sûdanê. Di endeksa ku roja çarşemê hat weşandin de 17 welatên Ewrûpaya Rojava …

Read More »

Tîmora Rojhilat bi berdêlên giran gihîşt serxwebûnê

Nifûs: 1.167,242 (2015) Berfirehbûn: 15,410 km2 Paytext: Dili Zimanên fermî: Portekîzî, tetûm Serxwebûn: 2002 Yek rastiyek ku li ser serfiraziya têkoşîna ji bo serxwebûnê tesîr kiriye bê guman karên di qada dîplomasiyê de hatine kirin e. Tê qebûlkirin ku dewleteke wekî Endonezyayê mezin ê xwedî artêşek xurt ne di encama …

Read More »

Nagalim têkoşîna rizgariyê didomîne

Nagalim welatekî li başûrêrojhilata Asyayê ya di navbera Çîn, Hîndîstan û Myanmarê de ye. Ji ber vê rewşa xwe ya cografîk, piştî rizgariya ji destê kolonyalîzmê, Hîndîstan û Çîn xwestine li vî welatî bibin serdest. Hemû erdên Nagalim digihîje 120,000 km2 û nifûsa gelê naga li derdora 4-5 milyonî tê …

Read More »

Divê demildest ji bo aştiyê diyalog bên kirin

PEN’a Tirkiye û PEN’a kurdî ya bi piştgiriya PEN’a navnetewî li Amedê “Aştî çawa û ji bo kê?” konferans li darxistin, danezana encamî ya konferansê li Eywana Resepsiyona Sumerparkê bi civîneke çapemeniyê daxuyandin. Serokê PEN’a Kurdî Şehmuz Sefer, Seroka PEN’a Tirkiyeyê Zeynep Oral, Alîgirê Serokê PEN’a Navnetewî ya Eûgene Schoûlgîn, …

Read More »

Wallström: Riya rast danûstandina bi kurdan re ye

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström ku îro li Brukselê beşdarî civîna wezîrên derve yên endamên Yekîtiya Ewrûpa dibe dixwaze Tirkî dest bi danûstandinan bike. Duh di êrîşeke bombeyî li paytexta Tirkiyê Ankara de nêzîkê 40 kesî hatine kuştin û li gor rayedarên Tirkiyê derdorê 70 birîndarî heye. Wezîra Derve …

Read More »

“Divê Tirkiye ligel Kurdan dest bi gotûbêjên aştiyê bike”

Berpirsa Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, da zanîn ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş dîtiye û behsa peywendiyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê kirine. Federica Mogherini, eşkere kir ku wan wek Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Tirkiyê kirine eger dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê divê ligel Kurdan …

Read More »

Rêxistina FARCê, çekan datîne û dikeve jiyana siyasî

    Timoçenko yê serokê rêxistina FARCê bi navê rast Rodrigo Londono destnîşan kir ku piştî îmzekirina peymana aştiyê ew ê bê çek tevlî jiyana siyasî bibin. Serokê rêxistina Hêza Çekdar û Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) Rodrigo Londono ku wekî navê Timoçenko jî tê zanîn hevpeyvînek da kovara Semanayê û destnîşan kir ku piştî …

Read More »

Arinç: Bi çek û şer çareserî nabe, divê vegerin muzakereyê

  Alîkarê berê yê Serokezîrê Tirkiyeyê û yek ji damezirênerên AKPê, Bulent Arinç diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê pêvajoyek nû were destpêkirin û got: ‘Ev pirsgirêk bi çek û şer nayê çareserkirin.’ Alîkarê berê yê Serokezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç beşdarê weşana CNN Tirkê bû û derbarê …

Read More »

Wêjevanên kurd: Divê em pênûsên xwe bişikînin

PEN a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo şermezarkirina qatlîamên li Kurdistanê li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em Parêzvanê Aramî û Azadiyê ne!” hate vekirin de gelek welatiyan jî piştgirî dan. Di daxuyaniyê de Serokê PEN a Kurd Şêxmûs Sefer axivî …

Read More »

Rojnamevan jî dijî şer derdikevin

      Rojnamevanên Tirkiyê jî li dijî şer û pevçûnên li Tirkiyê derketin û piştgiriya xwe bo danezana akademîsyenan anîn ziman. Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl û artêş û polîsên Tirk de zêdeyî şeş meh dibe berdewam e û vêna jî wiha …

Read More »

Ji Konseya Bajêr banga bêdengkirina çekan

      Konseya Bajêr a Amedê, bal kişand ku bi qedexeya ser kolanan re bi hezaran mirov ji mafên xwe yên sereke bêpar mane, bi dehan kesên sîvîl jiyana xwe ji dest daye û xwest ji bo aştî û muzakereyan derhal çek bêne bêdengkirin. Konseya Bajêr xwedî li Şaredariya …

Read More »

Şandeya Aştiyê digel serokê partiyan hevdîtin pêk anîn

      Şandeya Aştiyê ku ji rewşenbîr û hunermendan pêk tê, bo dawî li aloziyên li Bakurê Kurdistanê were digel HDP, CHP û AKPê hevdîtin pêk anîn. Di şandeyê de, Nivîskarê Rojnameya Yenî Şafakê Alî Bayramoglu, Nivîskar Oya Baydar, Akademisyen Baskin Oran û Serokê Mazlumderê Omer Faruk Ûnsal cih …

Read More »

Panorama 2015 – Tirkiye, kurd, şer, êrîş, qedexe, kuştin…

  Sala 2015an li Tirkiyeyê û bajarên kurdan ji bo gelê kurd bû sala êriş, qedexe, girtin û kuştinan. Mutabaqata Dolmabahçeyê 28 Sibatê de Heyeta Îmraliyê û nûnerên hukimetê li Qesra Dolmabahçeyê daxuyanî dan çapeniyê. Parlementerê HDPê Sirri Sureya Onder nexşeya pêvajoya çareseriyê ku ji 10 madeyan pêk tê û …

Read More »

Aştîxwaz bi Hevşaredaran re

      Aştîxwaz ku ji bo banga aştî û muzakereyê hatin Amedê, bi hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli re hatin cem hev. Di serdanê de Omer Faruk Gergerlioglu diyar kir ku dema siyaset dixitime rola saziyên civaka sîvîl pir giring e û Oya Baydar jî banga rawestandina pevçûnan …

Read More »

ICG: Dest bi hevdîtinên aştiyê bikin

      Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) li ser bûyerên dawî yên li Kurdistanê raporekê weşand û diyar kir ku divê Tirkiye û PKK bi awayekî lezgîn dest bi hevdîtinên aştiyê bikin. Rêxistina Koma Krîzê ya Navneteweyî di rapora xwe ya di 17’yê Kanûnê de hat weşandin ya bi …

Read More »

FARC’ê ji bo aştiyê şertê parlamentoyê danî

    Hêzên Çekdar ên Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) ji sala 1964an ve li hemberî hikumeta Kolombiyayê şerê gerîla dimeşînê. FARC’ê ji hikumeta Kolombiyayê di parlamanê de daxwaza parlamenteran kir. Rêxistina FARC’ê ev 3 sal in bi hikumeta Kolombiyayê re hevdîtinên aştiyê dike. FARC’ê îro di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ‘em …

Read More »

Erdên Kolombiyayê ji mayinan tê paqijkiirn

      Erdên Kolombiyayê ku di şerê navxweyî de gelek mayin li ser hatibû bicîkirin, niha tê paqijkirin. Erdên ji bo çandiniyê tê amadekirin li gundiyan tên belavkirin. Gundiyên li La Virgenê ya bi ser bajarê Medellinê ve bûn şêniyên ewilî yên ku erd li wan hat belavkirin. Bi …

Read More »

Agirbesta li Myanmarê ne neteweyî ye

      Ji Navenda Aştiyê yê Myanmarê Aung Naing Oo jî destekê da agirbestê û got ku “di dewsa ku qet peymaneke li holê tune be peymaneke nêvî hatibe îmzekirin çêtir e.” Hikumeta Myanmarê roja Pêncşemê bi heşt komên etnîk ên çekdar re peymana agirbestê îmze kir. Hikumet dide …

Read More »

Kolombiya diyar kir ku peymana aştiyê ne dokumaneke temambûyî ye

  Muzakerevanê sereke yê Kolombiyayê da xuyakirin ku belgeya aştiyê ya bi FARC’ê (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) re hatiye nivîsandin ne dokumaneke temambûyî ye guherîn dikare li ser bê kirin. Humberto de la Calle ku Kolombiyayê di Diyaloga Aştiyê ya li Havanayê temsîl dike got ku dokumana ku …

Read More »

Myanmar bi serhildêran re agirbestê îmze dike

        Peymana agirbestê ku demeke dirêje gelên Myanmarê li bendê ne wê di 15’yê Cotmehê de di navbera hikumetê û rêxistinên çekdar ên serhildêr re bê îmzekirin. Lê hat ragihandin ku wê agirbest bi hemû serhildêran re neyê îmzekirin. Li gorî muzakerevan radigihînin, wê hikumeta Myanmarê bi …

Read More »

ICG: Aştî bi muzakere û mafên kurdan pêk tê

Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) di analîzeke xwe ya dawî de diyar kir ku di pêvajoya pevçûnên dawî yên li Tirkiyeyê de wê hem dewletê û hem jî PKK winda bike. Di analîza ji aliyê lêkolînerê Tirkiye û Kibrisê Nigar Gokçe hatiye nivîsandin de pêvajoya şer a di salên 1980’yan, …

Read More »