Tabelaya bi galîkî rastî êrîşê hat

Tabelayeke duzimanî ya li Skotlandê rastî êrîşeke çekdarî hat û ev yek fikara şovenîzma li hember parastina zimanî galîkî zêde kir.

Tabelaya k u di 4’ê Îlonê de li ser riya balafirgeha li navçeya Caithnessê ya li bakurê Skotlandê hatibû bicîkirin, di nava 24 saetan de rastî êrîşê hat. Li ser vê bûyerê, parlamenterê skot ê ji partîya SNP’ê û axêverê zîmanê galîkî Alex MacLeod da xuyakirin ku ew ditirse ku vê wandalîzmê ji aliyê hestên antî-galîk ve tên birêvebirin.

MacLeo wiha caithnessaxivî: “Divê em derxin holê ku vî êrîşkarî kî ye û wî ji bo çi vê kiryarê pêk aniye. Lê bi ya min, hinek zelale ku ev bûyereke fanatîkî ya antî-galîk e.” MacLeo da zanîn ku gelê Caithnessê cihêrengiya herêmê ya çandî baş pêşwazî dike û dixwaze mîrateya galîkî biparêze.

 

Gelek kesên li Caithnessê rêzê ji bo mîrateya xurt a skandînavyayê ya vê herêmê digirin û difikirin ku  divê vê herêmê li derveyî siyaseta duzimanî ya hikumeta Skotlandê bimîne. Alîgirên parastina zimanê galîkî didin zanîn ku di sala 1881’an de li Caithnessê 3,422 mirovên ku galîkî diaxivîn hebûne û lewma doza duzimaniyê dikin.

Di 2008’an de parlamenterên Caithnessê yên di Parlamentoya Skotlandê de daxwaz kiribûn ku îşaratên duzimanî yên li aliyên dûr ên bakur bila bên rakirin lê vê  daxwazê di dengdayinê de hatibû redkirin.

Li gorî siyaseta Konseya Highlandê ku erdên bilind ên bakûrê Skotlandê dikeve nava sînorê wê, divê ji bo îşaretên riyên bejahiyê zimanê galîkî jî bê bikaranîn. Lê ji bo kolanên nav bajêr vê mecbûriyetê tune ye.

 

Çavkanî:

www.scotsman.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …