Li Swîsreyê hîndekariya kurdî belavî sê kantonan bû

 

Photo: Diyarname.com

Li sê kantonên li Swîsreyê êdî kurd dikarin zarokên xwe bişînin kursên zimanê kurdî yên li dibistanên fermî. Ji îsal û şûn ve, hîndekariya kurdî (kurmancî) ji bilî kantonên Zurich û Baselê, wê li Kantona Bernê  jî dest pê bike.

Perwerdeya kurdî ku di çarçoveya Hîndekariya Ziman û Çanda Welêt (Heimat Sprache und Kultur-HSK) de li kantonên Zurichê û Baselê dihat meşandin wê bi sala perwerdeyê ya 2015-2016‘an li dibistanên fermî yên Swîsreyê dest pê dike. Kursa zimanê kurdî wê di hefteyekê de du saet bê dayîn û malbatên dilxwaz wê serê zarokekî 200 frankî bidin dibistanan. Malbat wê berpirsê berdewamkirina zarokanû birin û anîna zarokan bin. Zarokên diçin polên  1’emîn an jî 2’yemîn ên dibistanên seretayî dikarin biçin kursên ziman.

image

Komeleya Hîndekariya Kurdî li Swîsreyê pêvajoya hîndekariya kurdî da destpêkirin. Di 2014’an de komele bi armanca hîndekariya kurdî serî li Kantona Zurichê û paşê kî li Kantona Baselê da. Piştî qebûlkirina daxwaza komeleyê ya ji aliyê wezaretên her du kantonan, heman serîlêdan di destpêka 2015’an de li Kantona Bernê hat kirin. Piştî demeke dirêj, wezareta perwerdeyê ya Bernê jî vê daxwazê qebûl kir.

Rêvebiriya komeleyê bi armanca bikaranîna mafê kursên zimanê kurdî bang li malbatên li Kantona Bernê kir. Komele dixwaze serîlêdanên malbatan birêxistin bike û her sal di dawiya meha Îlonê de bi malbatan re civîneke berfireh li dar bixe.

 

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …