Swêd pirsa jinên êzidî dibe Neteweyên Yekgirtî

 

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström eşkere kir ku ew ê ji bo jin û zarokên di destên Daişê de banga civîneke taybet ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî bike.

Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström da zanîn ku ew ê bang li Neteweyên Yekgirtî û Konseya Ewlekariyê bike da li ser pirsa jinên ku Daişê revandine li hev bicivin, gotûbêj bikin û beşekî taybet, were ava kirin da pilan bike bê çi gav divê werine avêtin.

Ev daxuyanî duh Wallström di bernameya Studio Ett ya Radyoya Swêdê de eşkere kir. Mijara bernameyê li ser şideta li hemberî jinan, bi taybetî jinên êzidî yên êsîrê destên Daişê bû.

Di ser êrîşa Daişê ya ser Şengalê re zêdetir ji salekê derbas bû. Di êrîşê de ji bilî kuştiyan bi sedan, belkî bi hezaran zarok û jinên êzidî hatine revandin û rapoên navneteweyî nîşan didin ku Daiş wan mîna koleyên seksê li bazaran difiroşe.

Nûnera taybet ya Neteweyên Yekgirtî li hemberî şideta cinsî ya di şeran de raporek pêşkêşî Neteweyên Yekgirtî kiriyê û tê de nivîsandiye ku dinyayê hêj fam nekiriye bê rewş çiqas bi dehşet û bitirs e.

Margot Wallström ku bi xwe berê nûnertiya NY ya li hemberî şideta cinsî kiriye dibêje Daişê şideta li hemberî jinê derbasî astên nû kiriye hewldanên astengkirina sûcên ku Daiş li hemberî însaniyetê dike di serê rojeva wezareta derve ya Swêdê de ye.

– Di wan du salên ku min nûnertiya taybet ya NY li hemberî şideta cinsî kir ji min wê bû kirêtiyek nemaye min nebihîstiye û nexwendiye. Lê mixabin Daişê şidet derbasî astên nû kiriye kirasekî dînî jî girtiyê. Û ev dilê mirov diperitîne.

Margot Wallström balê dikişîne ser gotina sekreterê giştî yê NY ku kiryarên Daişê mîna semboleke rûreş ya parçebûn û binkeftina raya giştî ya navneteweyî bi nav dike û destnîşan dike ku daxuyaniyên piştî komcivînan hatine eşkere kirin nehatine cîbicî kirin, endamên Konseya Ewlekariyê nikarîne bibine yek deng û dibêje heta ku ev barbarî neyêne rawestandin ew her binkeftîne.

Lê ev barbariya ku Wallström behs dike wê çawa bê sekinandin. Jin û keçên di destên Daişê de wê çawa bêne rizgar kirin? Çi rê hene? Swêd bi xwe di têkoşîna li hemberî Daişê de heta niha çi kiriye û çi bendewariyên Swêdê ji Konseya Ewlekariyê hene?

Di axavtina xwe de Margot Wallström li xwe mikur hat ku ew çareyeke hêsan nabîne. Dawîanîna li hovîtiyan zehmet e. Lê ji bo famkirina rewşê û gotûbêjkirina li ser çareyan di nav wan de nûnerên êzidî jî bi gelek aliyan re hevdîtin pêk aniye û hewldanên Swêd weke xebatên piralî bi nav kir:

– Em ji sê aliyan ve kar dikin; Yek jê alîkariya mirovî, yek alîkariya eskerî û ya sêyem jî alîkariya siyasî ye.

Belê, hin alîkariya mirovî bi taybetî bi riya rêxistinên însanî yên navneteweyî Swêd dişîne ji mexdûrên şer re, penaxwaziya kesên ji ber Daişê direvin piranî tê qebûl kirin. Duh diyar bû ku hêza taybet ya Swêdê ku ji 35 pisporên leşkerî pêk tê gihaye başûrê Kurdistanê da di şerê li hemberî Daişê de alîkariya pêşmergeyan bikin.

Û daxwaza komcivîna Konseya Ewlekariyê jî gavek ji alîkariya siyasî ye ku Swêd serî lê dide û bi vî awayî dixwaze têkoşîna li hemberî Daişê were xurt kirin.

Ji bo ku Ewlekariya Konseyê şaxek, beşekî taybet li hemberî şideta cinsî ya di şeran de ava bike Swêd wê hewl bide ji dewletên endamên NY destekê wergire û eger jê were bike ku NY civîneke giştî li dar bixe.

Avakirina şaxeke wiha hem wê hin hedefên demkin yên lezgîn hem jî yên demdirêj bide ber xwe. Di nav hedefên acîl de rizgarkirina jin û keçên di destên rêxistinên mîna Daişê de heye. Û bi demdirêjî bê ev şax wê çi bike Wallström stratejiya di serê xwe de wiha tarîf dike.

– Divê em li hemberî sê îdiayên xelet têbikoşin. Îdiayek jê ew e ku dibêje destdirêjiyên wiha normal in, di hemû şer û pevçûnên tarîxê de rûdane û lewra mirov nikare tiştekî bike. Îdiayek din ya şaş ew e ku dibêje şerm e mirov behsa van destdirêjiyan bike. Û ya sisiyê îdia dike ku ev sûcekî biçûk e. Lê nexêr, ev ne rast e. Li gor peymanên navneteweyî ev sûcekî giran yê şer e. Li hemberî van sûcan biryarên navneteweyî yên pêwist hene ku divê werine cîbicî kirin. Loma ev pirseke Ewlekariya Konseyê ye. Em mecbûr in, berpirsiyariya me ye em keç û jinên êzidî û kêmayiyên din ji vî ezabî biparêzin.

Jêder: Radyoya Swêdê

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …