Swêd li sûcên xwe yên asîmîlasyonê mukur hat

Yek ji qadên xebata kolonyalîzma Ewrûpî bê guman ziman û nasnameya komên etnîk in.

Netewdewletên Ewrûpî bi bernameyên asîmîlasyonê ne tenê li koloniyan.

Lê belê di nava sînorên xwe de jî xwestin civakeke homojen ava bikin.

Swêdê jî qasî 80 sal hewl da civaka gelên Samî ye, asîmîle bike .

Rêvebiriya Stockholmê li vê rûpela reş a dîroka xwe mikur hat.

Û ji ber sûcên wê demê komîsyoneke heqîqetê ava kir.

Lapland herêmeke sar a Arktîkê ye ku di navbera Swêd, Norwêc û Fînlandiyayê de cî digire.

Ev herêma çiyayî ku ji daristan, gol û rûbaran pêk tê, zemanekî bûye şahidê kolonyalîzmeke giran a netewdewletekê.

Herêma Laplandê ya li bakurê Skandînavyayê

Ji dawiya sedsala 19. û şûn ve, Swêd li devereke Laplandê ku gelê tornedalê lê dijî, bernameyeke berfireh a asîmîlasyonê meşandiye. 

Armanca berpirsên vê bernameyê tunekirina nasnameya etnîk û zimanî ya tornedaliyan bûye.

Û ji bo vê jî, bikaranîna zimanê meankelî hatiye qedexekirin, li hemû dibistanên herêmê perwerdeya bi zimanê swêdê hatiye ferzkirin.

Zilma li ser meankelî ewqas hatiye girankirin ku li dibistanan, di demên navberê de jî zarok newêribûne zimanê meankelî biaxivin.

Ev pratîka xedar a asîmîlasyonê, heta 1951’an bê navber hatiye domkirin.

Hewldanên ji bo ronîkirina asîmîlasyonê

Ji bo ronîkirina vê dema şermê ya dewleta Swêdê, di çend salên dawî de nîqaş hatin meşandin.

Rapora Wezareta Çandê ya li ser asîmîlasyona zarokên samiyan – 2018

Û di destpêkê de Dêra Lûteryen a li vî welatî hevkariya xwe ya di warê asîmîlasyonê de ya bi dewletê re qebûl kir.

Dêrê, di 2016’an de bi raporeke 1200 rûpelî rola keşeyan ya di mijara kolonîzekirina herêma Samiyan bi tevahî ronî kir. 

Di 2018’an de jî Wezareta Çandê bi pêşxebatekê perdeya li ser asîmîlasyona bi zorê ya Swêdê vekir.

Komîsyona Heqîqet û Lihevhatinê

Piştî van her du xebatan, Parlemena Samiyan a li Laplandê ket nava tevgerê û ji dewletê daxwaza vekolîna sûcên wê yên asîmîlasyonê kir.

Hukumeta swêdê jî ev daxwaz rewa dît û Komîsyona Heqîqet û Lihevhatinê damezrandin.

Wezîra Çandê yê Swêdê Amanda Lind bi daxuyaniyekê damezrandina vê komîsyonê piştrast kir û got, “divê hukumet berpirsiya sûcên xwe yên wê demê bi eşkereyî qebûl bike.”

Herwiha Lînd got, ew ê perwerdeya bi zimanê samiyên li herêma Laplandê xurtir bikin û hevkariya bi Parlemena Samiyan re derxin asta herî bilind.

Proseya lihevhatinê paşê dest pê dike

Wekîlê Parlemena Samî Mattî Berg jî li ser mijarê agahî da û got, ew ji bo ronîkirina heqîqetê hîn di destpêkê de ne.

Matti Berg – Wekîlê Parlemena Samiyan a li Swêdê

Li gorî Berg, piştî berhevkirina daneyên li ser sûcên wê demê bi dawî bibe, ew ê proseya lihevhatinê ya di navbera gelê tornedal û dewleta Swêdê dest pê bike.

Mirov nizane ka wê lihevhatina her du aliyan wê çiqas bikaribe birînên asîmîlasyonê bikewîne.

Lê encama vê proseyê çi dibe bila bibe, Tornedal bi ronîkirina heqîqetê û têkçûna asîmîlasyona rûreş ji her demê bêtir serbilind e.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …