Sûdana Başûr serbixwe ye lê tiştekî neguherî ye

 Sûdana Başûr piştî şerekî dirêj, du sal berê ji Sûdanê veqetiya û serxwebûna xwe bi dest xist. Lê îhlalkirina mafên mirovan, belavbûna qirêjî û bertilxwarinê ya di nava rêvebiriyê de û nakokiyên wê yên bi Sûdanê re ya li ser petrolê kir ku hêvî û firsendên li pêşiya welat ji dest biçe.

Di warê rêjeya mirina zarokan û xwendinê de welat di rêjeya % 5’an de ye ku di cîhanê de hejmara  herî zêde ye. Berevajiya vê rastiyê, saziyên wekî Bankeya Cîhanê nikarin bi hêsanî wê wekî welatekî xizan bihesibînin. Ji ber ku dahata wê ya zêde ya ji petrolê, dike ku dahata serê mirov di ser xeta xizaniyê de cî bigire. Mixabin piştî du salên serxwebûnê, hikumeta ku ji çend rêxistinên serhildêr ên kevn pêk tê, ji ber sebeba ku nikare karê aboriyê û têkiliyên bi Sûdanê re bimeşîne rastî rexneyan tê.

Onyotî Adigo Nyicwec ku serokê Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Guherîna Demokratîk e (SPLM-DC)  û partî niha partiya sereke ya mixalîf e, dide zanîn ku partiya wî li hember sekinandina hilberîna petrolê ya di 2012’an de derketiye. Ji ber ku % 98’ê dahata hikumetê ji petrolê tê Nyicwec destnîşan dike ku qirêjî û bertîlxwarin kiriye ku Serokê Dewletê Salva Kiir ji rêvebirin kevn û nû daxwaza paşdevegerandina 4 milyar dolarê ku hatiye dizîn bike û gotinên xwe wiha didomîne: “Petrol hebûna jî tune bûna jî hikumet wê ji bo berjewendiya gelê Sûdana Başûr tiştekî nekirana.”

Lê rêvebirên hikumetê hêdî hêdî fam dikin ku di hilbijartina 2015’an de wê hesab bidin gel. Serokê welat di dema dawî de hêzên di destê cîgirê xwe de paş de girt, du wezîran ji kar dûr xist û du waliyan guherand. Gelek Sûdanî bawer dikin ku van gavên serok ji bo civîna SPLM’yê ye ku wê di demên pêş de bê lidarxistin, hatine avêtin.map

Digel serxwebûnê, li welat îhlalkirina mafên mirovan hîn jî berdewam e. 10 xwepêşanderên bê çek ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin, hikumet bêyî ku sebebekê nîşan bide xebatkarekî Neteweyên Yekbûyî (NY) yên mafên mirovan ji welat qewirand. Bûyerên wekî tecawiz, kuştin û îşkence li hember koma etnîk a li  eyaleta Jonglî dijî, didome. Li vê eyaletê ku gelê mûrle dijî, bi hinceta kampanyaya bêçêkirinê ya bi şîdet hate meşandin, kêmasiya beşdariya polîtîk û tunebûna xizmetên baş û kêmasiya xurekan, salekê ye bi hêzên hikumetê re şer tê meşandin.  Di heman demê de Sûdana Başûr di lîsteya azadiya çapemeniyê ya Rojnamegerên Bêyî Sînor de 13 car paş de ketiye.

Di demên dawî de artêş dest danî ser alîkariya ku saziyên alîkariyê kom kirine ku  Doktorên Bêyî Sînor û saziyên NY’ê çend ji van saziyan in . Saziyên alîkariyê mecbûr man ku xebatên xwe yên ji bo gelê mûrleyê bidin sekinandin. Li ser rewşa dawî ya welat aktîvîstê ji civaka sivîl Edmond Yakanî diyar dike ku eger hikumet di çend salên din gavan navêje wê Sûdana Başûr bi hêsanî bişemite ber bi rewşa bêqanûnî ya li Somaliyê ku komên çekdar ji bo kontrolkirina çavkaniyên aboriyê bi hev re şer dikin.

Lê Wezîrê Enformasyonê yê welat Barnaba Marial Benjamin dide zanîn ku xebata hikumetê ya du salên dawî “pir mezin e.” Benjamîn pesnê damezrandina saziyên hikumetê, qebûlkirina qanûnan di parlamentoyê de û cihêrengîbûyîna aboriyê ya ji aboriya petrolê ber bi bac berhevkirinê ve dide. Wezîr li hember problema qirêjî û bertîlxwarina saziyên dewletê jî gotiye ku “li Ewropa û Amerîka jî pir qirêjî û bertîlxwarin heye.”

Çavkanî: Deutsche Welle

www.dw.de

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …