Home / Autonomos / Statu

Statu

 

 

Lewma diyare ku di hişê rêvebirên KCD’ê de meseleya statuyê hîn ne zelal e. Ji ber ku tiştekî ne rasyonel e Kurdistana Bakur bibe 7 parçe û di dewsa welatekî de ji bo 7 herêman statu bê xwestin.

Bi Encamnameya Civata Giştî ya KCD’ê siyaseta kurd ji bo çareserkirina problema kurd xwerêvebirinê pêşniyaz kir û dawî li nîqaşên wekî “kurd çi dixwazin?” anî. Naveroka xweseriya tê daxwazkirin vê carê ji berê bêtir hat bi zelalî hat vegotin û yek bi yek hat eşkerekirin. Digel vê jî mijareke pir girîng bêyî ku bê guherandin dom di vê metnê de jî hebûna xwe dom kir. Ev, sînorên erda ji bo wê statu tê xwestin e û yek ji aliyên herî girîngê tekstê ye.

Di xala yekemîn a encamnameyê de tê gotin ku “di seranserê welat de li gorî nêzîkbûn û têkiliyên çandî, aborî û erdnîgarî, bi tevlîbûna yek an jî çend bajarên cîran, heremên xweser ên demokratîk bên tespîtkirin”. Di pêvajoya xweseriya herêmên Îspanyayê de jî vî mafî di destûra bingehîn a 1978’an de cî girtibû û di vê çarçoveyê de herêmên xweser hatibûn damezrandin. Dînamîkên xweserîxwaz ên li bajaran însîyatîfa xweseriyê dabûn destpêkirin û ji bilî yekî, hemû însîyatîf gihiştibûn armancên xwe.

Lê KCD di pêşnûmaya xwe ya di 2011’an de li Tirkiyeyê damezrandina 25 herêmên xweser pêşniyaz kiribû û bi nexşeyekê sînorên van herêman diyar kiribû. Li gorî vê pêşnûmayê li Kurdistanê 7 herêmên xweser dihatin damezrandin! Tiştekî gelek sosret bû ku sînorên van herêman bi giranî li gorî pîvana hewzeyên avê hatibûn diyarkirin. Lewma diyar e ku di hişê rêvebirên KCD’ê de meseleya statuyê hîn ne zelal e. Ji ber ku tiştekî ne rasyonel e Kurdistana Bakur bibe 7 parçe û di dewsa welatekî de ji bo 7 herêman statu bê xwestin.

Ev rewşa sosret ku bi hêsanî dikaribû ji aliyê gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd bihatana dîtin, bi tenê bala nivîskarekî kişand. Çetîn Çeto di gotara xwe ya T24’ê de rexneyên giran li encamnameya KCD’ê digire û dibêje ku “xweseriya demokratîk modela xweserî ya Îspanyayê ku hatiye bisînorkirin e”.  Çeto diyar dike ku “bi taybetî bi riya diyarkirina mafên neteweyî-demokratîk ên kurdan û parastina coxrafî ya welatê wan Kurdistanê û sînorên wê yên siyasî bi awayekî zelal qala Kurdistanê nayê kirin.”

Di berdewamiya gotarê de Çeto modelên xweseriyê yên Îspanyayê û Brîtanyayê dide ber hev û ji ber mafê veqetîna ji dewletê ya Îskoçya, Gal û Îrlandaya Bakur pesnê modela brîtanî dide. Di vê mijarê de nivîskar dide zanîn ku “di mijara mafê diyarkirina siberojê ya neteweya kurd de modela xweseriya demokratîk ne xwedî helwesteke erênî ye” û ji ber vê nuqteyê jî dibêje ku kurd bi destê xwe “siberoja xwe dixin binê îpotekê”. 

Li ser dîtinên Çeto gelek tişt dikarin bên gotin lê bi ya min rexneya wî ya xala 1’emîn a deklerasyona xwerêvebirinê di cî de xuya dike. Xweserî yan ji bo erdekî ku sînorê wê diyare tê xwestin (xweseriya siyasî/herêmî) an jî bêyî pîvana erdeke diyarkirî, ji bo komeke mirovan (xweseriya çandî) tê xwestin. Li cîhanê neteweyekê tuneye ku ji bo her herêmên li welatê xwe cihê cihê daxwaza xweseriyê kiribe. Bi zimanekî şermokî daxwaza statuyê wê bi tenê riya statuyeke kêrhatî dirêjtir bike.

Necat Ayaz

Jêder: Azadiya Welat

About infowelat.com

Check Also

Îrlandaya Bakur

Nifûs: 1,810,863, (2011) Berfirehbûn: 14,130 km2 Paytext: Belfast Ol: Protestan % 48, katolîk % 45 …