Şoreşa ziman dikare li kolanan pêk were

Bi ya min, li bakur proseyeke Îrlandayîbûyînê pêk tê. Pevçûna giran a bi dewletê re, dînamîzmeke berfireh a siyasî û ne xwedî forma serxwebûnê be jî, hebûna dîskûrsa antî-kolonyal lêbelê ji ber ku ziman qadeke bingehîn a berxwedanê nehatiye dîtin gav bi gav hilweşîna ziman elametên Îrlandayîbûyînê ye.

Bi ya we cografyaya parçebûyî ya Kurdistanê tesîreke çawa li zimanê kurdî kiriye?

Dema qala parçebûyinê hatiye kirin, herdem parçebûyina siyasî ya welatê kurdan a li Lozanê hatiye famkirin. Dema em ji nêzîk ve li mijarê binêrin, em ê lê rast werin ku ji dema em wekî gel di dîrokê de hatine naskirin, parçebûneke pir kûr a olî û zimanî hebûye û em dikarin bêjin ev parçebûn bi rengekî pir sexlem li herêman bûye xwedî bingeh. Hebûna erdên bi ber, çavkaniyên avê yên dewlemend û ji ber wekî herêmeke tampon a di navbera împaratoriyan de êrîşên li ser wê, dema bi rûerda wê ya çiyayî ku ragihandina di nava welêt de dijwar dike dibe yek, bingeha vê parçebûnê pêk tîne.      

Em dibînin zaravayên kurdî ku di dema gel vî cografyayê ji xwe re kiriye welat de derketine holê û bi riya têkiliya dîroka siyasî ya herêmê re têkildar gav bi gav li ser bingeheke xurt rûniştiye, heta roja îro bi awayekî bibiryar hebûna xwe domandiye. Cografyaya kurd ku di navbera împaratoriyên Îran û Osmanî de hatibû parvekirin, dema li Lozanê li ser bingeha çareseriya netewe-dewletê carek din parçe bûye, bûye sebeb ku ziman li her parçeyî têkeve nava proseyeke hebûnê ya ji parçeyên din cuda. Lewma em dikarin bêjin, derfeta homojenbûna zimanî ku ji ber parçebûna ziman a ji ber sebebên dîrokî derketiye holê û ji ber polîtîkayên netew-dewletên ku ji aliyê hêzên emperyalîst hatine dîzaynkirin an damezrandina wan ji aliyê van hêzan ve hatine teşwîqkirin kûr bûye, êdî nemaye.

Divê em tespît bikin ku her du zaravayên kurdî jî li bakur bi manûnemanê re rûbirû ne û ji salên 1980’an û vir ve di proseyeke hilweşînê de ne ku pêşiya wê nikare bê girtin.  

 Herkes qebûl dike ku hilweşîna ziman a li Kurdistan’a  ji aliyê siyasî hatiye parçekirin,  li bakurê welêt ku ji însafa dewleta tirk re hatiye hiştin, pêk tê. Divê em tespît bikin ku her du zaravayên kurdî jî li bakur bi manûnemanê re rûbirû ne û ji salên 1980’an û vir ve di proseyeke hilweşînê de ne ku pêşiya wê nikare bê girtin. Baş tê zanîn, çewsandinên ku bi tirsa parçebûnê ya dewleta tirk paralel dimeşe û ji xwe re modela jakoben a netew-dewletê referans qebûl dike, ji çewsandinên dewletên serdest ên li parçeyên din girantir in. Lewma em dibînin, kurdî li parçeyên din xwe parastî ye û bi rewşeke hilweşîner a wekî li bakur re rûbirû nema ye.

Hûn ji bo bakur qala ”rewşeke hilweşîner” dikin. Eleqeya wê ya bi koçberiya ji herêmên gundewar ber bi bajaran ve heye?

Helbet, ne tiştekî veşartî ye ku bi taybetî koça di destpêka salên 1990’an de ji herêmên çiyayî yên bakur dest pê kir û paşê li gelek herêmên Kurdistanê girt nava xwe, zemîna vê serûbinbûna zimanî pêk tîne. Dewlet gihîşt wê qenaetê ku ew dikare bi riya deverên gundewar ên şerê gerîla lê pêk tê, dikare bigihîje armanca xwe ya tepeserkirina berxwedana kurdan. Piştî vê, dest bi operasyonên xwe yên herî mezin ên di dîrokê de ya bi zorê valakirina deverên gundewar kir. Bi ya min, ji ber ku piraniya koçberan li bajarên bakur bi cî bûn û ev yek di proseya ku qonaxa ewilî ya netewbûna kurd a ku bi berxwedana leşkerî û siyasî de pêk hat, pêşî li windakirina zimanî ya berfireh girt.

Lêbelê sal bi sal dirêjbûna vê proseyê, bi tevdîrên gelek berfireh ên dewletê îcar hem ji herêmên gundewar ê hem jî ji bajaran ber bi başûr û rojavayê Tirkiyeyê koçberiyeke pir mezin dest pê kir. Ji statîstîkên nifûsê yên Tirkiyeyê eşkere xuya dibe ku di demeke di navbera 10 û 15 salan de nêzîkî nîvê nifûsa Kurdistanê koçî metropolên Tirkiyeyê kiriye. Kesên koçber ji bo dîtina kar domandina jiyana xwe di nava civaka yekzimanî de mecbûr bûn jiyana yekzimanî qebûl bike. Ji vê pê ve tu şensek wê yê din tunebû. Divê em bêjin ku kurdî ji bo nifşa ewilî zimanê malbat, xizm û hevaltiya nêzîk a bi kurdan re bû lê vê paşê ji bo vê nifşa duyemîn guherî. Ji vê nifşê Tirkî bû zimanê hevpar ê malbatê. Ev windabûneke pir mezin a zimanî ye û li rojavayê Tirkiyeyê wekî destarekî bêqisûr ku kurdî dihêre xebat dike.

Pevçûna giran a bi dewletê re, dînamîzmeke berfireh a siyasî û ne xwedî forma serxwebûnê be jî, hebûna dîskûrsa antî-kolonyal lêbelê ji ber ku ziman qadeke bingehîn a berxwedanê nehatiye dîtin gav bi gav hilweşîna ziman elametên Îrlandayîbûyîn e.

Hûn li Kurdistanê di 40 salên dawî de rewşa kurdî çawa dibînin?

Dema em ji bo rojavayê Tirkiyeyê vê rastiyê dibêjin, mixabin em ji bo bakur jî nikarin tiştekî erênî bêjin. Tiştê xerab ev e ku li bakur jî wekî metropolên Tirkiyeyê ziman ji holê radibe. Di vê dema ku netewbûn û nasnameya kurd zelal dibe, ji aliyê ziman ve em bi paşveçûnê re heta hilweşînê re rû bi rû ne. Bi ya min em nikarin bi tenê vê rastiyê bi zextên dewletê, hêza tirkî û asîmîlasyonê şîrove bikin. Divê pirsa çima tevgerek ku dikare miletekî proseya wê ya netewbûnê bo zorê hatiye astengkirin û li ser bingeha malbat, eşîr, ol, dever, herêm û hwd. hatiye parçekirin bi serfirazî karibûye li dora nasnameyek siyasî  û netewî bîne cem hev, nikare ziman vejîne, bê bersivandin.

Bi ya min, li bakur proseyeke Îrlandayîbûyînê pêk tê. Pevçûna giran a bi dewletê re, dînamîzmeke berfireh a siyasî û ne xwedî forma serxwebûnê be jî, hebûna dîskûrsa antî-kolonyal lêbelê ji ber ku ziman qadeke bingehîn a berxwedanê nehatiye dîtin gav bi gav hilweşîna ziman elametên Îrlandayîbûyînê ye. Li aliyekî din, em dikarin Îrlanda û Bakurê Kurdistanê ji aliyê bêîstîkrariya aborî û siyasî ku demeke dirêk berdewam kiriye, bidin ber hev. Îrlanda di salên 1840’an de, ji ber xelaya patatan ketiye nava krîzeke kûr a aboriyê û bi milyonan welatiyên wê yên îrlandîaxêf koçî derve kirine. Kurdistan jî ji ber zilm û zora mêtingeriyê û wekî qada serhildanê berxwedana li dijî vê ku bi dehan salane dom dike, bi milyonan mirovên xwe yên kurdîaxêf  bi koça ber bi derve re winda kiriye. Li Îrlandayê hilweşîna ziman di sedsala 19’emîn de temam bûye û li Kurdistanê jî tirkî bi rengekî tiştekî nikare li pêşî lê bigire, belav dibe. Herçiqas di navbera wan de ferqên mezin hebin jî, di navbera partiya pêşenga tevgera rizgariya Îrlandayê Sinn Fein û tevgera kurd de aliyekî hevpar a balkêş heye. Sinn Fein karibû îrlandayiyan li hemberê mêtingeriya îngîlîz di bin banê nasnameyek neteweyî de bike yek lê tu carî hedefa rizgariya ziman dananî pêşiya xwe. Proseya rizgariya neteweyî ya dişibe vê, bi pêşengiya PKK’ê li bakur pêk tê û mixabin li vir jî, wekî li Îrlandayê pêk hat, ziman wekî qadeke bingehîn a têkoşînê nehat dîtin. Deh sal zêdetir e vê mijarê kete rojevê, hin saziyên di vê qadedê xebatên bikin hatin damezrandin lê nebûn malê civakê û ji ber vê jî di warê parastina kurdî de li nebûn xwedî tesîrek meydanî.

Sinn Fein karibû îrlandayiyan li hemberê mêtingeriya îngîlîz di bin banê nasnameyek neteweyî de bike yek lê tu carî hedefa rizgariya ziman dananî pêşiya xwe. Proseya rizgariya neteweyî ya dişibe vê, bi pêşengiya PKK’ê li bakur pêk tê û mixabin li vir jî, wekî li Îrlandayê pêk hat, ziman wekî qadeke bingehîn a têkoşînê nehat dîtin.

Bi ya vê sebeba vê yekê çi ye? Kêmasiya têkoşîna ku di warê ziman de tê dayîn çi ne?

Em dikarin bêjin, ji 2005’an û şûn ve mijara parastina ziman gav bi gav ket rojeva tevgerakurd û girseya wê ya li bajaran dijiya. Di vê demê de dihat gotin ku kurdî bi lez paş ve diçe, divê ji bo pêşîlêgirtina vê demildest tevdîr bê girtin, polîtîkayeke ziman a kurdan û hêza wê ya rêxistinbûyî tune ye û hwd. Ev tespît û rexne êdî bi dengekî bilind dihatin kirin. Heta, komeke ku li Stenbolê derketibû holê, ji bo avakirina tevgereke ziman a li ser bingeha van rexneyan di nava xebateke cidî de bû. Ev xebata ku ziman bikarana navenda rojeva xwe û li ser dînamîkên sivîl ava bûna, karekî bi kelecan bû û ji bo vê, şertûmercên siyasî û civakî baş xuya dikir.  Ji bo peyama parastina ziman bibin ji gel re, pêdivî bi aktîvîstên jidil hebû û hejmareke têr a mirovên ku vê berpirsiyê bigirin ser xwe hebû.  

Lê qismekî mirovên ku bi tenê dikaribûn di nava hiyerarşiya saziyan de hebûna xwe bidomandana û ji bo ziman tu projeyên wan tunebû, di vê demê de derketin pêş. Van kesan, derfetên siyaseta kurd bi kar anîn û damezrandina tevgereke ziman deklere kirin. Li gorî rêxistibûna siyasî, di cî de navendek hat çêkirin û erkan li hev pare kirin. Paşê, di çarçoveya biryarên navendî li Kurdistanê û li rojavayê Tirkiyeyê komele hatin damezrandin. Ev komeleyên ku navê Kurdî-Derê li wan hatibûn kirin, hedefa pêşxistina hişmendiya zimanî û xebata li dijî asîmîlasyona zimanî dabû pêşiya xwe. Mixabin, ji bilî çend kursên ku bandora wan bisînor bû pê ve tiştekî nehat kirin. Ji bilî çend kampanyayên medyatîk û daxuyaniyên çapemeniyê ku êdî rûtîn bûbûn, ev kes daneketin taxan û kolanan û têkiliya bi gel re pêk nehat. Ji xwe, tiştekî ne rast bû ku mirov ji vê derdora ku ji rêvebirinê pê ve tu armancên wê tune bû, hêvî bike di nava gel de xebatê bike. Tevgera ziman ne tiştekî ku bi komeleyan û bi çend kursan bê bisînorkirin. Ziman ne tenê qadeke xebatê ya kesên elît ku saziyan birêve dibin, nivîskar û rewşenbîran e. Divê hemû komên civakê di nava vê xebatê de bin. Sed mixabin, saziyên ku heta niha di vê qadê de derketine holê, ziman bi tenê wekî qadeke ku bi biryarên navendî dikare xebat bê kirin qebûl kir. Bi vê nêrînê, 15 salên ku ji bi ziman gelek xebat dikaribû bihatana kirin ji dest çû û em gihîştin roja îro. Bi ya min, dema nîqaşeke wêrek a li ser proseya ku ez qal dikim êdî hatiye.

Sed mixabin, saziyên ku heta niha di vê qadê de derketine holê, ziman bi tenê wekî qadeke ku bi biryarên navendî dikare xebat bê kirin qebûl kir. Bi vê nêrînê, 15 salên ku ji bi ziman gelek xebat dikaribû bihatana kirin ji dest çû û em gihîştin roja îro.

Baş e, hûn carinan qala Îspanyayê dikin. Bo nimûne, zimanên katalanî û baskî çawa karibûye li hember Îspanyolî hebûna xwe biparêzin?Kurd dikarin encamên çawa ji vê kontekstê derxin?

Xweparastina Katalanî û Baskî ya li hember Îspanyolî ku di encama belavbûna emperyal bûye zimanê bi sedan milyon kesan, tiştekî muhteşem e. Ev yek, di encama têkoşîna nifş bi nifş hatiye berdewamkirin û herdem hişmendiya ku ziman wekî parçeyeke nasnameya neteweyî nîşan daye, pêk hatiye. Baş e, gelên katalan û bask ji bo parastina zimanên xwe yên di bin gefa zimanekî hegemon de çi kirine? Aktîvîstên zimanên her du gelan, bi awayekî ji nêzîkbûna dewletê û hebûn an tunebûna statuyê azad li ser meseleya parastin û pêşvebirina ziman sekinîn. Wan bi israr, ji perwerdeyê heta çapemenî, weşangerî, ol û sektora berhemên çandî ku her qadê hunerê di nava wê de bû, di li ser bingeha zimanê dayikê xebatan meşandin. Aliyekî din ku dive em di vir de bibînin, dîrina ziman wekî qadeke bingehîn a têkoşînê ye. Wan, ziman bi tenê wekî alaveke têkoşîna siyasî nedît. Ji ber vê egerê, meseleya ziman di ser siyasetê re dihat û ev jî bû sebeb ku ziman nebe qadeke ku komên ji partî û nêrînên cuda li ser nîqaşê bikin. Mirov dikare bêje ku ziman bû qadeke hevpar ku partiyên ku ji bo serdestiya qada neteweyî û siyasî di rikêberiyê de bûn, li wir hatin cem hev. Di encama vê de, li her du welatan jî saziyên ziman ên xwedî prestîj karibûn derkevin hole û van saziyan bi nasnameyên xwe yên sivîl ên xurt, di proseyên ku zext zêde bûn jî bi bi serfirazî hebûna xwe domandin. Nûnerên her du gelan, tu carî rêxistinbûnê bi tenê wekî rêxistinbûna siyasî qebûl nekirin. Aborî, huner, akademî û helbet ziman li gorî xweseriya xwe, wekî qadeke rêxistinbûnê hatin dîtin.

Wan, ziman bi tenê wekî alaveke têkoşîna siyasî nedît. Ji ber vê egerê, meseleya ziman di ser siyasetê re dihat û ev jî bû sebeb ku ziman nebe qadeke ku komên ji partî û nêrînên cuda li ser nîqaşê bikin. Mirov dikare bêje ku ziman bû qadeke hevpar ku partiyên ku ji bo serdestiya qada neteweyî û siyasî di rikêberiyê de bûn, li wir hatin cem hev.

Li Baskê rêxistinbûna gel a di warê perwerdeyê de ya gelekî beriya bidestxistina statuyê ji bo mijara me mînakek baş e. Bi tenê çend sal piştî faşîzma Franko ku di Şerî Navxweyî ya Îspanyayê de hemû xetên din ên siyasî ij hole rakiribû, di 1953’an de aktîvîstên zîmanê baskî polên ewilî ku baskî lê perwerde tê dayîn vedikin. Ev saziyên bi navê Ikastola ku di nava demê de belavî gelek bajarên li Welatê Baskê dibin û vediguherin pergaleke dibistanê, di destpêkê de ji aliyê rejîmê tên girtin. Lê ji ber ku gel bi israr destekê dide van dibistanan, her carat ê girtin ji nû ve vedike û ji bo parastina vê pergalê formulên nû dibîne, dewlet mecbûr dibîne paş de gav bavêje. Bi damezrandina Herêma Xweser a Baskê ya di 1979’an de, Ikastola ji aliyê rêvebiriya xweser tên naskirin û vê care wekî dibistanên fermî ku perwerdeyê bi zimanê baskî didin, hebûna xwe berwewam dikin.

Ez ne şaş bim li Katalonyayê di warê ziman de têkoşîneke xurtir heye.

Li Katalonyayê em dikarin qala ronesansekê bikin ku di nîvê sedsala 19, de derketiye holê. Di vê demê de bi riya bikaranîna zimanê katalanî ya diu di her qadê de, ronesans gihîştiye dînamîzmeke pir mezin. Em dikarin tevgera katalanî di meseleya însîyatîfgirtina civakê de wekî mînak nîşan bidin. Armanca vê tevgerê, di destpêka sedsala 1980’an de, li Barselona ê bajarên din katalan, bisînorkirina îspanyolî bû. Ev tevger li taxan xwe birêxistin kir û têkoşîna ziman rasterast li kolanan meşand. Tevger, restorant, navendên danûstendinê ku bi katalanî xizmetê nedida teşhîr kir û li hemberê wan boykotan birêxistin kir. Vê tevgera ku aktîvîzma ziman li kolanan pêşxist û di encama vê de jî kir ku katalanî di asta raya giştî de zêdetir bê dîtin, ne xwedî strûktûrek hiyerarşîk bû.

Wekî vê, Tevgera Zimanê Îrlandî ku bi nave Yekitiya Galîk derdikeve pêşiya me, bi xebatên xwe yên ku di dawiya sedsala 19. de li hemû Îrlandayê belav bû, di ware beşdariya civakî ji bo parastina ziman mînakek baş e. Vê tevgera ku li her aliyê Îrlandayê bi sedan koman di nava xwe de dihewand, hewl da ku li welêt hişmendiya zimanê dayikê pêş bixe, ji bo xwendin-nivîsandina îrlandî kursan vekir û di warê pêkhatina komên xwendina edebiyata bi îrlandî de pêşengiyê kir. Herçiqas Tevgera Zimanê Îrlandî bi van xebatan nekaribe pêşî li hilweşîna ziman bigire jî, em dikarin bêjin bi xebatên xwe leza proseya hilweşînê kêm kir. Herwiha vê tevgerê, bê hêza diyarker di warê pêkhatina siyaseta ziman a Îrlanda’ya serbixwe.

Ji bo gelê kurd ku nifûsa wî bi milyonan tê îfadekirin û di nava salên dûr ê dirêj de di warê nasnameya neteweyê-siyasî de gelek pêşketiye, medyaya kurdî gelek lawaz e. Li aliyekî din, di mijara hebûn û cihêrengiya weşanan de ez baş nizanim  gelo em dikarin jê re bêjin medya an na.

Hûn di derbarê saziyên ku bi kurdî weşanê dikin çi difikirin?

Dema em li rewşa li Tirkiyeyê û diyasporaya li Ewrûpayê binêrin, em nikarin bêjin rewş baş e. Li Tirkiyeyê, rojnameyek an heftnameyek a li ser kevneşopiya Azadiya Welat weşanê bike ku tekane rojnameya kurdî bû, tune ye. Li tu herêm an bajarên mezin ên bakurê Kurdistanê rojnameyek an weşanek ku bi her du zaravayan weşanê bike tuneye. Ez nizanim ka Newe Pel’a ku bi naveroka xwe ya folkloric bi zazakî weşanê dikir û bi destekên şexsî hebûna xwe didomand hîn heye an na.

Ê mayî weşangeriya pirtûkan e ku di vê qadê de jî hejmareke pir kêm weşanxane hene. Li gorî agahiyan, salane 100-200 pirtûk tên weşandin û bi texmînî her ji pirtûkan 1000 nûshe tê çapkirin. Herwiha, tê gotin ku çapa duyemîn a piraniya pirtûkan nayê kirin. Ez ne şaş bim, di destê me de Stêrk TV’ya ku demeke dirêj e kevneşopiya weşangeriya kurdî didomîne û hin qenalîn din ên televîzyonê ku li ser heman xeta siyasî weşanên xwe didomînin dimîne. Elbet, em dibînin ku rojnameya Ozgur Polîtîka jî ku rojane çend rûpelên kurdî diweşîne.   

Ji bo gelê kurd ku nifûsa wî bi milyonan tê îfadekirin û di nava salên dûr ê dirêj de di warê nasnameya neteweyê-siyasî de gelek pêşketiye, medyaya kurdî gelek lawaz e. Li aliyekî din, di mijara hebûn û cihêrengiya weşanan de ez baş nizanim  gelo em dikarin jê re bêjin medya an na. Lê mesele bi tenê mezinbûn an biçûkbûn e jî.

Hedefa weşangeriya me di asasa xwe de girseya di bin tesîra tevgera kurd de ye. Ji ber vê, ev weşangerî nikare bigihîje girseyeke pir mezin ku ji bo kurdîtiya siyasî şik û gumanên wê heye an jî bi tevahî li derveyê vê kurdîtiya siyasî maye. Ev girse ji aliyê etnîkî ve kurd e lê li derveyî vejîna neteweyî û siyasî ya kurd maye.

Herdem tê gotin ku weşanên bi zimanên bi xetereyê re rû bi rû ne tên kirin xwedî du armancên sereke ne û dive di navbera herduyan de balanseke hebe. Ev armanc, şekildayina qada raya giştî ya ji aliyê siyasî ve û xizmeta ji bo normalkirina ziman e an jî di mînaka me de parastin ziman e. Dema em li rojnamegerî û weşangeriya xwe ya televîzyonê dinêrin, em dibînin ku ragihanidna mesajên siyasî pir zêde li pêş e û li ser meseleya parastina ziman bi awayekîcidî nehatiye sekinandin.   Hedefa weşangeriya me di asasa xwe de girseya di bin tesîra tevgera kurd de ye. Ji ber vê, ev weşangerî nikare bigihîje girseyeke pir mezin ku ji bo kurdîtiya siyasî şik û gumanên wê heye an jî bi tevahî li derveyê vê kurdîtiya siyasî maye. Ev girse ji aliyê etnîkî ve kurd e lê li derveyî vejîna neteweyî û siyasî ya kurd maye. Ji aliyê cografîk ve em dikarin bêjin vê girseyê li bajarên ku li rojavayê Firatê dijîn. Hin lêkolîner ji vê heremê re dibêjin Kurdistana Çandî û eger em zelal bipeyivin –ez li vir qala weşangeriya televîzyonê dikim- xîtabî vê derdorê nake.

Li aliyekî din, li gorî rexneyên ji nava temaşevanên li welat tê û dîtinên di derbarê kêmbûna temaşevanan, derdikeve hole ku bandore vê weşangeriyê jî her ku diçe lawaz dibe. Dûrbûna weşangeriya kurdî ya ji derdora siyasî ku bi kurdî diaxive an bi kurdî fam dike, ne xizmetê ji parastina ziman re dike û ne jî feydeyeke wê ji şekildayina qada siyasî re heye. Ciyê xemgîniyê ye ku temaşevan bi kumandaya TVyê derbasî qenaleke din dibin û weşangeriya me ya ku bi ewqas ked û mesrefê tê kirin temaşe nakin. Îhtimalek mezin qenala ku temaşevan vedikin li Tirkiye û bakur bi tirkî weşanê dike. Dema pirsên wekî em çi dikin, ji bo kê dikin û çawa dikin e û divê êdî ev bên pirsîn.

Kurdî di dîrokê de cara ewiliye li her qadên jiyanê yên li bajaran ewqas zêde vedikişe. Tiştekî ku cegera mirov disotîne ev e ku hewldanên ji bo nîşandayina vê rewşa xerab a kurdî tê de ye, li dîwarên ku ji çijimin re û burokrasiyên saziyên her cureyî pêk tê, diqelibe.

Baş e, çi dikare bê kirin … Hûn çi pêşniyaz dikin?

Ziman, wekî mijara me jî nîşan dide, ne qadeke ku ji derdorên  birçiyê rêvebirinê ne û armanca wan a esasî di hiyerarşiya siyasî-civakî de derkevin pêş bê hiştin. Dîsa, dive em bêjin, ev ne qadeke ku rêxistinên siyasî û heta dewlet bikaribin bi polîtîkayên navendî encamên dixwazin bidest bixin. Divê em ziman wekî qadeke xweser ku xwedî dînamîkên xwe yê taybet e û xwedî bingeheke dîrokî ya kevn e bibinînin. Ev qad bi sosyolojiya civakî û psîkolojîya civakî re xwedî têkiliyên kûr e û karesatên xwezayî û siyasî, tercîhên elîtên siyasî li û hwd gelek faktor li ser wê bandore dike.

Digel hemû retorîk û hin hewldanan jî, ji bo kurdî li bakur ji qadên vekişiyan e carekê din zindî bibe an li qadên ku ne xwedî hebûnekê ye –perwerde, çapemenî, weşangerî, berhemên çandî, akademîk, bikaranîna civakî ya ziman a li bajaran- polîtîkayeke me ya ziman tuneye. Kurdî di dîrokê de cara ewiliye li her qadên jiyanê yên li bajaran ewqas zêde vedikişe. Tiştekî ku cegera mirov disotîne ev e ku hewldanên ji bo nîşandayina vê rewşa xerab a kurdî tê de ye, li dîwarên ku ji çijimin re û burokrasiyên saziyên her cureyî pêk tê, diqelibe.

Di vê mijarê de nuqteya krîtîk ev e ku li vir dîtinek fermî pêk hatiye.  Li gorî vê dîtinê, kurdî li bakur ne di proseya hilweşînê de ye, di proseya ku me rexne lê girt de jib o parastina kurdî xebatên cidî hatine kirin, ji ber zextên dewletê xebat nekarîbûne bên kûrkirin, bi pêkhatina statuya siyasî û bi wê re dayina derfetên perwerdeya bi zimanê dayikê re wê kurdî bilez bikaribe rabe ser piyan. Ev dîtina fermî, nahêle hişmendiya ku ziman di xetereyê de di nava civakê de belav bibe û di encama vê de jî nahêle aktîvîzmeke ziman a xwedî bingeheke xurt a civakî derkeve hole.

Di vê mijarê de nuqteya krîtîk ev e ku li vir dîtinek fermî pêk hatiye.  Li gorî vê dîtinê, kurdî li bakur ne di proseya hilweşînê de ye, di proseya ku me rexne lê girt de jib o parastina kurdî xebatên cidî hatine kirin, ji ber zextên dewletê xebat nekarîbûne bên kûrkirin, bi pêkhatina statuya siyasî û bi wê re dayina derfetên perwerdeya bi zimanê dayikê re wê kurdî bilez bikaribe rabe ser piyan. Ev dîtina fermî, nahêle hişmendiya ku ziman di xetereyê de di nava civakê de belav bibe û di encama vê de jî nahêle aktîvîzmeke ziman a xwedî bingeheke xurt a civakî derkeve hole.

Bi ya min, îhmalkariya di meseleya ziman de û bikaranîna ziman wekî enstrûmaneke ji bo berjwendiyên xwe û ji bo vê manîpûlekirina kesên biryarên siyasî didin, wekî ‘sûcekî ziman’ bê dîtin. Wiha xuya dike ku bi tenê rizgariya siyasî û xweserî, federalîzm heta serxwebûna ku di encama vê de were wê têr neke û ji mînakên cîhanê baş tê famkirin ku heta rizgariya ziman pêk neyê ew ê rizgarî û azadiya gel kêm bimîne.

Di hiyeraşiyek ziman de ku tirkî li jor e û kurdî bi awayekî bê prestîj di binî de ye û di civakek ku ji ber vê rewşê piraniya derfetên siyasî, civakî û aboriyê di destên kesên zimanê tirkî baş dizanin de ye, çawa dikare qala edaleta civakî bê kirin?

Di hiyerarşiyek ziman de ku tirkî li jor e û kurdî bi awayekî bê prestîj di binî de ye û di civakek ku ji ber vê rewşê piraniya derfetên siyasî, civakî û aboriyê di destên kesên zimanê tirkî baş dizanin de ye, çawa dikare qala edaleta civakî bê kirin? Hejmareke zêde kesên li bajaran dijîn ku rastî asîmîlasyona ziman hatine bingeha vê hiyerarşiya civakî pêk tînin ne dijwar e ku mirov bizanibe wê vê derdorê li hember meşandina projeyên cidî ya ji bo parastina kurdî di ber xwe bidin. Ji ber van sebeban, bi ya min di her alî de karekî dijwar li pêşiya me heye û mesele ji qasî ji me ve xuya dike zêdetir tevlîhev e.

Ez li vir bang li dilxwazên kurdî dikim ku bi zanebûna van rastiyên me li vir îfade kir û bêyî li benda kesekî bisekinin, li her qadê însîyatîf bigirin ser milên xwe, hejmara komên xwendinê yên kurdî zêdetir bikin, li taxan kursên ziman vekin, bi mebesta daxwaza perwerdeya kurdî qayilkirina dêbavan ji bo damezrandina komîsyonan a ji bo her dibistanî û bi mebesta pêşxistina aktîvîzma ziman a li kolanê, li bazarê, li navendên danûstendinê û li her ciyê ku tê heşê mirov bi komên biçûk gavan bavêjin.    

Jêder: Yenîozgurpolitika.net

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …