Siyaseta Hîndîstanê partiyeke nû naskir

 

 

Di hilbijartina ji bo parlamentoya herêma paytexta Hîndîstanê New Delhiyê de partiyeke nû serfiraziyeke mezin bi dest xist. Partiyê, di riya avakirina partiyeke alternatîf a li hember sîstema sîyasî ya hînd de hêviyeke mezin da civaka Hîndîstanê.

Di hilbijartina New Delhiyê de ku di 4’ê Kanûnê de hat lidarxistin de Partiya Aam Aadmi (Partiya Mirovê Jirêzê) ji % 30’yî dengan û ji 70 kursiyên parlamentoyê 28 kursiyan bi dest xist. Partiyê bi vê encamê ket pêşiya partiya Kongreyê ya li îktîdarê û pîlanên bidestxistina piraniya dengan a ji aliyê Partiya Bharatiya Janata (BJP) ku partiyeke netewerepest ê hîndû ye, asteng kir.

Serokê partiyê Arvind Kejriwal piştî hilbijartinê ji medyayê re axivî û got ku “vê hilbijartinê nîşan dide ku siyaseta dilsoz dikare li hember siyaseta qirêj bi ser keve û “ji gelek aliyan ve ev, hilbijartineke dîrokî ye.” Kejrival di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew dixwazin tesîra xwe li derveyê Delhiyê jî belav bikin û di vî warî de wiha got: “Em ê li Delhiyê nesekinin. Ew ê vî agirî li seranserê welat belav bibe û ew ê li ser hilbijartina giştî ya sala bê de tesîrekê bike.”

Partiya Aam Aadmi (AAP) di kampanyaya xwe ya bênavber û yekta ya hilbijartinê de, ji civakê re eşkere kiribû ku encamên hilbijartinên li welat ji aliyê pere û hukmê zorê tên diyarkirin û ew ê li hember vê yekê altenatîfekê ava bikin. Herwiha, partiyê di kampanyayê de soz dabû ku eger ew di hilbijartinê de bên ser kar, ew ê li New Delhiyê li ser mijara mezinbûna newekhevîtiya di navbera komên civakê de bisekinin û berheman û xizmetên civakî û elektrîkê kêm bikin, ji bo hemû malan ava paqij peyde bikin û standardên tenduristî û perwerdeyê pêşbixin.

Partiyê di kampanyaya hilbijartinê de melkezê wekî sembol hilbijart û bi vî awayî jî bala civakê kişand ser xwe. Bi melkezê partiyê xwest nîşan bide ku mîsyona wê, paqişkirina siyaseta qirêj û qirêjî û bertilxwariya rêvebiriyê ye.

AAP ji nava tevgereke civakî ya 2011’an ku li hemberê qirêjiya siyasî ya li Hîndîstanê pêk hatibû û di seranserê 2012’an de jî dom kiribû, derket holê. Di vê tevgerê de bi taybetî li hember partiya Kongreyê ya ku hem Delhiyê hem jî li hikumeta navendê îktîdar bû, hêrsa gel hatibû birêxistinkirin. Di van xwepêşandanan de bi milyonan kes bi armanca protestokirina hikumetê daketibûn kolanan.

Çavkanî: Ibtimes.co.uk / Blogs.wsj.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …