Silêmanî dixwaze cuda bibe – 15 roj muhlet da hikûmetê!

 

Encumena Parêzgeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê 15 roj muhlet da Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku pere ji çend projeyên li Silêmaniyê re xerc bike û gef xwar, eger hikûmet bersivek erênî nede, ew dê biryara ‘xweseriyê’ bidin.

Encumena Parêzghea Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di civîna heftane ya xwe de li ser 3 mijaran gotûbêj kir. Encumenê di civîna xwe de mijarên weke bûdceya ku di salên borî de bo projeyên paytexta Rewşenbîrî, bajarê Silêmaniyê hatibû dabînkirin, pereyên ku hikûmeta ji şîrketa rûsî ya Gazprom wergirtiye û herwiha derbarê arîşeya kêm aviyê li Silêmaniyê di Havîna îsal de, gotûbêj kir.

Cîgirê Serokê Komîteya Karûbarên Rewşenbîrî li Encumena Parêzgeha Silêmaniyê, Ferhad Tofîq ji Rûdawê re ragihand:  “Pêştir bi qasî 20 milyar dînar bo jêrxana paytexta rewşenbîriyê hatibû dabînkirin. Li gorî zanyariyan jî niha zêdetir ji 15 milyar dînar di bankên Silêmaniyê de maye û yê din bo projeyan hatiye xerckirin. Çend caran ji aliyê borda serpireştê projeyan ve daxwaza xerckirina pere hatiye kirin, lê belê ji ber biryara Wezareta Darayî ew pere nikare bê xerckirin.”

Salên borî şîrketa Gazprom girêbest ligel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo derxistina petrolê li 4 blokên li parêzgeha Helebceyê û Rêveberiya Germiyanê kiribû. Biryar bû Gazprom piştî wê girêbestê 80 milyon dolar wek destpêka kar bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lê belê tenê di destpêkê de 30 milyon dolar daye Wezareta Çavkaniyên Xwezayî.

Herwiha piştî ku Gazpromê 30 milyon dolar daye hikûmetê jî, heta niha ti projeyên xizmetguzarî ji rûniştvanên deverên re nehatiye kirin.

Serokê Komîteya Wuze û Çavkaniyên Xwezayî li Encumena Parêzgeha Silêmaniyê, Xalîb Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ew 30 milyon doalr çûye ser hesaba Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û gerek ew jî wî pereyî bixin ser hesaba Wezareta Darayî û Aborî. Li gorî girêbestê jî heta ku ew 30 milyon dolar neyê xerckirin, şîrket pişka duyem ku 50 milyon dolar e, nade Wezareta Çavkaniyên Xwezayî. Lê belê heta niha ew pere neketiye ser hesaba Wezareta Darayî û Aborî jî û bo xerckirina wan pereyan pêwîstî bi nivîsa Wezareta Çavkaniyên Xwezayî heye.”

Li gorî gotina Ferhad Tofîq, tê pêşbînîkirin, ku havîna îsal bajarê Silêmaniyê rastî kêm aviyê be jî û bo çareserkirina wê jî 2 milyar dînar pêwîst e.

Ferhad Tofîq ji Rûdawê re wiha got:

“Bo vê mebestê di civîna Encumena Parêzgeha Silêmaniyê de me biryar danivîseke fermî ji Wezareta Darayî re bişînin, da ku ji wê pereyê paytexta rewşenbîrî ku amade ye, li gorî biryara bored (serpireştê projeyan) bê xerckirin. Bi nêrîna min jî eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew 2 milyar dînarê avê neşand, ji pereyê paytexta rewşenbîrî bê xerckirin.”

Serokê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê, Dr. Heval Ebûbekir jî derbarê civîna encumenê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji bilî wan pereyan, 1 milyar û 800 milyon dînar bo projeya keskahiyên cade û bulwarên bajarê Silêmaniyê hatiye dabînkirin û pereyê paytexta rewşenbîriyê jî tenê bo warê rewşenbîriyê tê xerckirin.”

Dr. Heval Ebûbekir aşkere kir, duh roja 5ê Hezîran a 2016ê bi mebesta xerckirina pere bo wan projeyan nivîsek ji wearetên têkildar re şandiye û tekez kir: “Di nivîsan de me muhleta 15 rojan bo bersiva erênî ya neyênî daniye û eger di wê heyamê de bersiva me  nedan, me nexşeriyeke din amade kiriye.”

Serokê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê  gefa ragihandina xweserî û sîstemek nenavendî bo parêzgeha Silêmaniyê dike, eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxwazên wan nedin.

Heval Ebûbekir dibêje: “Destpêkê em dê weke Desteya Encumenê bi aliyên pêwendîdar re bicivin, da ku em daw biryara wan bizanin ka çî ye. Eger hewla me bê mifa bû, em dê hingê bikin dosyayeke yasayî û bi rêya Serdozgeriya Gişît ve giliyê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê tomar bikin. Eger ew yek jî bê mifa bû, em dê dest bi kempîneke mezin a medyaya û rêxistinên civaka sivîl bikin. Eger ew xebata me jî serkevtî nebû, yasaya hejmara 3 a encumena parêzgehan desthilat daye me û eger aliyên siyasî û fraksyonên encumenê bi me re bin, emê biryara sîstema nenavendiyê bidin û em dê dahata xwe ji xwe re xerc bikin.”

Jêder: Rudaw.net

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …