Serxwebûnxwaz li Katalonyayê bi ser ketin

 

 

 

Di hilbijartina herêmî ya Katalonyayê de alîgirên serxwebûna herêmê bi ser ketin û li Parlamentoya Katalonyayê ku ji 135 kursiyan pêk tê, 72 kursiyan bi dest xistin. Piştî serkeftina hilbijartinê, çav li rêyê ku aliyê katalan ji bo serxwebûnê gavên yekalî bavêje.

Beşdariya gelê katalan a ji bo hilbijartina duh gihîşt ji % 77’an û ji % 49’ê beşdaran dengên xwe dan partiyên serxwebûnxwaz. Partiyên yekitiya Îspanyayê diparastin ji % 39’ê dengan girtin. Digel ku ji % 11’yên hilbijêran destekê nedan serxwebûnê, van hilbijêran jî dengên xwe dan partiyên ku dixwestin Katalonya di nava azadiyê de mafê xwe yê self-determînasyonê bi kar bîne.

Lîsteya partiyên serxwebûnxwaz ‘Junts Pel Si’ (Ji bo Erê Bi hev re) bi 1,611,083’yê dengan bû xwedî 62 kursiyan û partiya Ciutadans a li dijî serxwebûnê bi 727,200 dengan 17 kursiyan bi dest xist. Partiya Sosyalîst a Katalan (PSC) jî bi 515,899’ê dengan 16 kursiyên parlamentoyê bi dest xist.

Piştî serkeftina hilbijartinê serokê Katalonyayê Artur Mas got ku “em niha ji kesên ku dixwestin em têkçûnê qebûl bikin, daxwaz dikin ku serkeftina Katalonyayê, serkeftina erê qebûl bikin.

Serokê Çepa Komarger a Katalonyayê (ERC) Oriol Junqueras ku endamê koalîsyona serxwebûnê bû got ku wê “bi armanca ku vê dewleta serbixwe ku me heta niha jê bawer dikir û me ji bo wê pir xebitî derxin holê, em ê di hefteyên bê de bingehê ava bikin.”

Siyasetmedarê ji rêza yekemîn a lîsteya serxwebûnxwaz Raül Romeva diyar kir ku digel konteksta “ne dostane” û kampanyaya hilbijartinê ya “mişt bi derewan dagirtî” ‘Junts Pel Si” bi ser ketiye û êdî dîwarê li pêşiya wan hilweşiya ye.

Namzetê serxwebûnxwaz ê ji Namzetiya Yekitiya Gel (CUP) a çepa radîkal Antonio Baños jî piştî serkeftina hilbijartinê got ku encamên hilbijartinê “mirina sîstema xweseriyê û zayîna Komara Katalan” erê kiriye û divê ew bilez meşrûiyeta dewleta îspanyol red bikin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …