Serxwebûna Katalonya û Skotlandê ji bo YE’yê xetereye an firsend e?

 

 

Li Zanîngeha Cambridgê bernameyeke bi navê “Ji bo Skotland û Katalonyayê Netewebûn: Ji bo YE’yê xetereye an firsend e?” hat lidarxistin.  Di bernameya bi hevkariya DIPLOCAT (Konseya Dîplomasiya Katalonyayê) û Foruma Jeopolîtîk ve hat lidarxistin de pêvajoyên diyarkirina mafê qederê ya li her du herêman hat nîqaşkirin.

Profesor Jeffy Mileyê ji Zanîngeha Cambridgê Îspanya rexne kir û got ku hemû însîyatîfên Katalonyayê ji aliyê vê dewletê ve tê redkirin. Miley diyar kir ku aciziya gelemperî ya ji bo siyaseta Îspanyayê ku bi krîz û bertilxwiriyê bilind bûye, Podemosê bihêz kiriye û destnîşan kir ku ew di derbarê kapasîteya tevgera serxwebûnxwaz a katalan a ji bo bersiva ji van probleman re gumanbar e.

Profesor Davi McCrone ê ji Zanîngeha Edinburgê li ser referandûma 2014’an a  Skotlandê axivî û got ku di referandûmê de serxwebûn derneket lê referandûm bû sebeba pêkhatina piraniya ji % 50’î zêdetir ku di lehê transferkirina besatiyan (hêzên di destê dewletê de) a bi awayekî maksîmûm ji Skotlandê re.

Profesor Malcolm Chalmersê ji Enstîtuya Xizmetên Yekgirtî yê Qraltiyê (RUSI) jî da zanîn ku YE û NATO dewletên biçûk diparêzin û lewma mesrefa serxwebûna van her du welatan wê kêm be.

Konferans bi pêşkêşkirin û gotinên balkêş ên rojnamerê katalan Antoni Bassas a di derbarê bûyerên polîtîk ên dîrokî yên di navbera Katalonya û Îspanyayê de bi dawî bû.

Jêder: Diplocat.cat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …