Serokê komedyen ê Ûkraynayê: Zelenskî

Di dema şer de jî Zelenskî ferqa xwe ya ji rêvebiriya Rûsyayê nîşan da û di dewsa daxiyaniyên klasîk de, gelek caran bi selfiyên xwe derket pêş.

Herwiha Zelenskî bi van gotinên xwe henekê xwe bi Pûtîn kir:

“Ji welatê me derkeve. Eger tu dernakevî ka were bi min re li ser maseya muzakereyê rûnê. Wekî ku te li Makron û Scholz kir, 30 mêtro dûrî min rûnenê. Ez cîranê te me. Nêzîkî min rûnê. Ez ê te gez nekim.”

Volodîmîr Zelenskî li Ûkraynayê wekî komedyenekî dest bi karîyera xwe kir.

Zelenskî di navbera 2003-2019’an de komedyenî kir û bi riya televîzyonê hat naskirin.

Di demek kurt de bi riya bernameyên televîzyonê stêrka wî geş bû û deriyên siyaseta Ûkraynî heta dawiyê jê re vebûn.

Wî sempatiya ji bo xwe veguherand serkeftina siyasî û di hilbijartinên nisana 2019’an de bi rêjeyeke gelekî mezin bû serokê nû yê Ûkraynayê.

Serokatî

Û helbet bi vê re jî di demeke kurt de di dîplomasiya navneteweyî de gav bi gav bi derket pêş.

Lêbelê di dema rêvebiriya wî de aloziya bi Moskowê re derket pêş û Zelenskiyê sivîl, ji bo biryardariya li dijî Rûsyayê, gelek caran unîformaya leşkerî li xwe kir.

Di van kêliyan de wî ne tenê wekî serokê welêt, lê wekî fermandarê artêşa Ûkraynî jî tevgeriya û venêrîna amadekariyên leşkerî ya artêşê kir.

Atmosfera beriya şer û ya di dema şer de bandorê lê kir û Zelenskî carinan unîfirmaya artêşa ûkraynî li xwe kir.

Rûsyaya ku bi mehan Ûkraynayê dorpêç kir, di 24’ê sibatê de dest bi êrişeke giran kir û bi vî awayî Ûkraynaya di bin rêvebiriya Zelenskî de derbasî qonaxe din bû.

Mesajên bi selfiyê

Di dema şer de jî Zelenskî ferqa xwe ya ji rêvebiriya Rûsyayê nîşan da û di dewsa daxiyaniyên klasîk de, gelek caran bi selfiyên xwe derket pêş.

Wî ji bo mesaja berxwedanê bide gelê Ûkraynî û hebûna xwe ya li bajêr îspat bike, bi selfiyê ji kolanên Kîewê mesajên xwe di medyaya civakî de parve kirin û bi van mesajên xwe got:

“Em teslîm nebûne. Me çekên xwe dananî ne. Ji ber ku çekên me rastî ye û lewma jî tu carî em ji rastiya xwe paş de gav navêjin.”

Zelenskî henekê xwe bi Pûtîn kir: “30 mêtro dûrî min rûnenê. Ez te gez nakim.”

Henekê xwe bi Pûtîn kir

Zelenskî ligel peyamên xwe yên ji bo moral û motîvasyona gelê Ûkraynî, ji bo Vladîmîr Pûtîn gotinên giran kir û carnan jî henekên xwe bi wî kir.

“Ji welatê me derkeve. Eger tu dernakevî ka were bi min re li ser maseya muzakereyê rûnê. Wekî ku te li Makron û Scholz kir, 30 mêtro dûrî min rûnenê. Ez cîranê te me. Nêzîkî min rûnê. Ez ê te gez nekim.”

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …