Serkeftina dîrokî ya Sinn Feinê

A.Rahman Çelîk

Di hilbijartinên Îrlandaya Bakur de Sinn Fein bû partiya yekem

Di dîroka vî welatî de cara pêşîn partiyeke alîgirê Îrlandayek yekgirtî vê encamê bi dest dixe

Encamên referandûmê hêviyên ji bo veqetînê ji bo yekitiya Îrlandayê hêviyan ji nû ve gur kir

Partiya Sinn Fein a ku ji bo Îrlandaya Bakur ji Brîtanyayê veqete têkoşîna siyasî dide, di hilbijartina dawîn de serkeftineke dîrokî bi dest xist.

Sinn Fein partiya rastgir a serdest li dû xwe hişt û ji 90 kursiyên meclîsê 27 qezenc kir.

Bi serkeftina vê hilbijartinê re, Sinn Feinê mafê endamtiya ji bo serokwezîriyê jî bi dest xist.

Michelle O’Neill. 
Cîgira serokwezîra B.Îrlandayê (2020-2022) û cîgira serokê Sinn Feinê. O’Neill niha namzeya yekemîn a bo serokwezîrtiyê ye. 

Serkeftina Sinn Feinê, nîqaşa Yekîtiya Îrlandayê jî bi xwe re anî.

Îrlandaya Bakur bi vê hilbijartinê ji Brîtanyayê derhal venaqete, lê hêdî hêdî herdu herêman ber bi yekîtiyê ve dibe.

Eger Sinn Fein serokwezîriyê bi dest bixe, îhtimala ku here referandûmê zêde dibe.

Michelle O’Neill li dûv hilbijartinê helwesta xwe ya “yekitiya bi Komara Îrlandayê re” derxist pêş.

O’Neill got, ew ê serdemeke nû bidin destpêkirin.

Siyasetvana îrlandî da zanîn, hedefa wan ew e ku heta sala 2025’an referandûma yekîtiyê pêk bînin.

Astengiya alîgirên Brîtanyayê

Li aliyekî din, bi vê hilbijartinê, krîzeke rêveberiyê derket holê.

Cîgira Seroka Sinn Feinê Michelle O’Neill dibe yekem serokwezîra rêveberiyê ya Îrlandaya Bakur.

Lê li gorî peymanê, herdu partiyên yekemîn û duyemîn bi hev re welat bi rê ve dibin.

Lê Partiya Yekîtiya Demokratîk DUP ku girêdayî Brîtanyayê ye, sinyala “ew ê hewildanên avakirina hikûmetê asteng bikin” da.

Komara Îrlandayê û Bakurê Îrlandayê

Partiyê diyar kir, eger Michelle O’Neill bibe serokwezîr, wê ji bo cîgiriya wê tu kesan pêşniyar nekin.

Eger lihevkirinek çê nebe, avakirina hikûmetê jî dikeve zorê.

Kurtedîroka aloziyê

Îrlandaya Bakur parçeyek girava îrlandayê ye lê digel vê ji sedsala 12. û vir ve di destên Brîtanyayê de ye.

Piştî serxwebûna Îrlandayê ya di 1922’an de herêmê nebû parçeyek Îrlandaya serbixwe û ev jî bû sebeba pêkhatina bingeha şerê navxweyî ya di navbera protestan û katolîkan de.

Aloziya bi dehan salan dom kir bi Good Friday Agreement (Peymana Îna Bixêr) a di 1998’an de hat bidawîkirin.

Bi vê peymanê,  şerê navxweyî ku di encam de 3500 mirov hatin kuştin bi dawî bû.

Di heman salê de, bi mebesta meşandina hukmên vê peymanê, Qanûna Îrlandaya Bakur ji aliyê Parlamentoya Brîtanyayê ve hat qebûlkirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …