Şerê li Tirkiyeyê mohra xwe li gotûbêjên Parlamentoya Swêdê xist

Derheqê siyaseta derve ya Swêd de gotûbêja herî girîng ya salê îro hate kirin. Û yek ji pirsên sereke şerê Tirkî yê li hemberî kurdan bû.

Îro danezana siyaseta derve ya Swêdê hate xwendin û paşê di parlemanê de ew hate gotûbêj kirin. Danezana hikûmetê ji aliyê Wezîra Derve Margot Wallström ve hate pêşkêş kirin û yek ji mijarên sereke hem di danezan hem jî di gotûbêjan de pirsa kurd, bi taybetî jî bakurê Kurdistanê û Tirkî bû.

Danezana siyaseta derve ya îsal ji aliyê Wezîra Derve Margot Wallström ve hate xwendin. Di danezana siyaseta derve ya Swêd de yek ji pirsên herî zêde ku hate gotûbêjkirin Tirkî, Erdogan û pirsa kurd bû. Di pêşkêşkirina danezanê de Wezîra Derve digel pirsên girîng yên siyaseta derve yên mîna helwesta li hemberî NATO, Yekîtiya Ewrûpa û Rûsya behsa rewşa aloz ya li bajarên kurd li Tirkiyê kir.

– Şidet û rewşa mafê mirovan ya li Tirkiyê mirovan têxe nav fikaran. Pevçûna navbera hikûmeta Tirkî û PKK gur bûye. Xelkên sivîl, nexasim kurd tûşî şidetê dibin û derketina derve li wan tê qedexe kirin. Şidet ne tenê tesîrê li pêşveçûna Tirkiyê, lê tevahiya herêmê dike. Swêd bi hikûmet û muxalefeta li Tirkiyê re dide û distîne. Ji aliyê din ve peymana koçberan ya navbera YE û Tirkiyê girîng e.

Piştî ku Wezîra Derve danezana hikûmetê pêşkêş kir ji her partiyekê nûnerekî pirsên ji bo partiya xwe herî girîng ji Wezîra Derve kirin û pirsa sereke ya Partiya Ҫep (Vänsterpartiet) pirsa kurd ya li Tirkiyê bû. Nûnertiya Partiya Ҫep berpirsê pirsên derve yê partiyê Hans Linde kir.

Hans Linde anî zimên ku ji havînê ve pêşveçûna li Tirkiyê berepaş vegeriya ye, behsa bi sedan navendên HDP ku tûşî êrîşan hatine, bi sedan kesên hatine kuştin, hezaran kesên hatine girtin, dorpêça ser bajarên kurd kir. Weke sersebebê vê pêşveçûna xerab serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan destnîşan kir û wiha got.

– Ev tişt tev li welatekî Ewrûpa dibin û niha samîmiyeta me tê pîvan. Niha ew gotinên siyasî, ew xîtaba xweş tê ceribandin. Eger em behsa demokrasiyê, mafê mirovan, aştî û azadiyê dikin divê wî çaxî YE li hemberî Tirkiyê dengê xwe bilind bike. Divê em ji Erdogan bixwazin ku hew êrîşî sivîlan bike. Divê em daxwaza berdana girtiyên siyasî bikin. Û di vê rewşê de mirovê çawa baweriyê bi samîmiyeta YE û Swêdê ya mafê mirovan bîne gava ku YE sê mîlyaran û Swêd 700 mîlyonî dide Tirkiya ku Erdogan wê bi rê ve dibe? Ji bo çi heman helwesta zelal ya li hember Erebistana Siûdî li hemberî Tirkiyê jî nayê nîşandan.Gelo şiyandina van pereyan çi sînyalan dişîne ji Erdogan û mirovên ku tûşî zordestiyê tên. Bi min sînyala ku mirov dişîne ev e: Erdogan niha wisa difikire: ”Heta ku ez nehêlim koçber derbasî nav Ewrûpa bibin, YE hazir e ji zordestiyan re çavên xwe miç bike”.

Di bersiva xwe de Wezîra Derve Margot Wallström behsa rola girîng ya Tirkî di herêmê de, hejmara zêde ya penaberên ji Sûriyê kir û got:

– Gereke em li hemberî binpêkirinên mafê mirovan û çewisandina azadiyan derkevin. Pêşveçûna xerab ya li başûr-rojhilatê Tirkiyê em dişopînin û rewş cidî ye. Lê divê em riya YE li ber Tirkî negirin da ku bikaribin tesîreke siyasî li Tirkiyê bikin. Û em vêya bi riya komcivînên YE dikin ku serokên Tirkiyê jî beşdar dibin.

Û Wezîra Derve Wallström bi pirsekê bersiva Hans Linde da:

– Alternatîv çi ye? Gelo em diyaloga bi Tirkiyê re bibirin? Û em ji bo koçberan jî tu pereyan nedin?

Civîn û gotûbêja îro pir girîng bû, ji ber ku biryara çarçove û hedefên siyaseta derve ya Swêdê di danezana derve (utrikesdeklarationen) de têne destnîşan kirin. Ev gotûbêj salê carekê di meha sibatê de tê li dar xistin.

Lê ji gotûbêjên vê dawiyê hem yên di parlemanê de, hem jî yên di çapemeniya Swêd de diyar dibû ku pirsa Tirkî û bakurê Kurdistanê wê bibe yek ji babetên sereke. Berya du heftiyan ji çar partiyên cuda pirsên li ser Tirkiyê ji Wezîra Derve hatibûne kirin û herî dawî duh dîsa gotûbêjeke berfireh hatibû kirin ku tê de ji Partiya Lîberalan Birgitta Ohlsson û Tina Actoft û ji Partiya Jîngehê Jabar Amin derheqê siyaseta li hemberî Tirkiyê de pirs ji Margot Wallström kiribûn. Rexneyên tûj li Tirkiyê hatibûne kirin û weke nimûne Jabar Amin wêneyên ji Cizîr û Diyarbekirê di parlemanê de nîşan dabûn û daxwaz kiribû ku Swêd di dadgeha navneteweyî de dozê li Erdogan veke.

Di gotûbêja îro de jî ji gelek awiran ve helwesta li hemberî Tirkî hate nîqaş kirin. Weke nimûne nûnerê Partiya Jîngehê Walter Mutt di axavtina xwe de got, ji aliyekî ve em behsa mafê mirovan dikin û ji aliyê din ve sîlehan difiroşine fîguerekî tarî mîna Erdogan û ev duristiya me dixe bin gumanê.

Yek ji topên giran yên Partiya Lîberal Birgitta Ohlsson jî di mijara samîmiyeta Swêd de got eger hikûmet behsa siyaseta femînîst bike divê di serî de destek ji kurdên mêrxas yên Îraq û Sûrriyê re were dayin, ku li hemberî Daişê di şerekî dijwar de ne.

Hans Lindé ne tenê di pirsa xwe ya ji bo Wezîra Derve de, lê di pirsên ji bo partiyên din de jî kakilê rexneyên wî helwesta li hemberî Tirkiyê bû. Wek nimûne wî ji nûnerê Partiya Jîngehê pirsî bê ew ji bo çi rê didin hikûmet pereyan ji Tirkiyê re bişîne û ji Moderat û Partiya Lîberalan pirsî bê ew çima ewqasî heweskar in Swêd bibe endamê NATO ku tê maneya hevkariya bi Tirkiya Erdogan re.

Belê di danezana siyaseta derve ya Swêd de pirsa kurd yek ji mijarên herî girîng bû. Giraniyê pirsê ji aliyê nûnerê Partiya Ҫep Hans Linde ve hate rojevê, lê partiyên din jî ji Moderatan heta bi Partiya Navendê heq didane rexneyên Lindé yên li hemberî Tirkiyê.

Jêder: Sverige Radio

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …