Serbilindiya çandî û mêvanên giranbuha yên festiwala cihûyên kurd

Saharane betlaneyeke salane yê kurdên cihû ye ku niha di dema Sukkot de ya ku tê de civaka antîk ji bo bisitirin, dansê bikin, bixwin û bi zimanê xwe yên kevneşopî yê aramî di derbarê welatê xwe yê kevn de çîrokan ji hev re bêjin, tê pîrozkirin.

Di 29’ê Îlonê de kurdên Îsraîlê li paytexta welat Saharaneyê pîroz kirin. Li gorî serokê vê civaka li Îsraîlê, îsal li derdora 13,000 kurdên îsraîlî beşdarê pîrozbahiyê bûn. Paşê, pîrozbahiyên biçûk ên Saharaneyê  li Yokneam, Mevasseret Zion û Yardenayê hatin li dar xistin.

Cihûyên li Kurdistanê bi awayekî kevneşopî hatina buharê bi festîwala Saharanayê didin destpêkirin. Di heman demê de cîranên wan ên misilman cejna Newrozê pîroz dikin.

Dema civak di 1950’yan de koçî Îsraîlê kir, pîrozbahiya Saharanayê di rojên navîn ên betlaneya Pesahê de domandin. Lê vê civaka biçûk tirsiyan ku wê betlaneya wan di bin tesîra betlaneya piştî Pesaha Mimounayê ku di nava civaka fasî de pir belavbûyî bû,  ji holê rabe. Apê Ben Yosef Avîv Şîmonî ku wê demê serokê civakê bû, di 1975’an de biryarê da ku pîrozbahî di dema Sukkot’de bê li dar xistin. Mixabin, vê yekê Saharaneyê ji kokên wê yên wekî pîrozbahiya geşbûna xwezayê ya piştî zivistaneke sar, qetand.

Îro li Îsraîlê hema hema 200,000 kurdên cihû ku qasî nîvê wan li Qudsê dijîn, hene. Di heman demê de li seranserê welat ji 30’yî zêdetir gundên çandiniyê ji aliyê kurdan hatine damezrandin.

Cihûyên Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj û tije çîrok in. Li gorî kevneşopiyê, cihû cara ewîlî piştî ku asûrî qraliyeta li bakurê Îsraîlê têk bir û 10 eşîrên “winda” bi xwe re birin, gihîştin herêma navendî ya Împaratoriya Asûrî. Di sedsala 1’emîn a Beriya Zayinê de (BZ) malbata qraliyeta Adîabeneyê ku paytexta wê li bajarê Hewlêrê ya kurd a Iraqê ya niha bû, bûn cihû. Qralîçe Helene ya Adîabeneyê çû Qudsê, alîkariyeke madî ya mezin da Perestgeha Duyemîn, nêzîkî Bajarê Dawid serayan ava kir û bi navê Helenî Hamalka di kevneşopa cihû de navdar bû.

Gerokê cihû Benjaminê Tudelayê di sedsala 12’emîn de li Kurdistanê rastî civakeke mezin û dînamîk a cihû ku li derdora 100 gund û bajarî bû, hat. Di heman sedsalê de David Alroyê ji Amediyeyê rêberiya serhildaneke cihûyên Kurdistanê ya li hember rêvebirên xwe yên Selçûkî kir û ji alîgirên xwe re got ku ew ê wan bibe Qudsê.

Cihûyên kurd bi awayekî rêk û pêk tirbeyên pêxemberên di Pirtûka Pîroz de ku dihat bawerkirin ku li herêmê hatine veşartin, ziyaret kirin û parastin.  Gora Ezekiel li el-Kifl a li başûrê Iraqê ye; tê gotin ku Daniel li Kerkûkê hatiye veşartin û Nahum ku cihûyên kurd wî wekî pêxemberê herî mezin dibînin, li gorî kevneşopiya lokal li bajarokê Alqoş a asûrî hatiye veşartin.

Kurdên ku dest bi koça ber bi Îsraîlê ve kirine, di salên 1500’an de bi giranî li bajarê bakur Safedê bi cî bûne. Lê piraniya wan kurtedemek piştî damezrandina dewleta Îsraîlê wargehên xwe terk kirine. Ji bilî çend malbatên li Îranê man, hemû civak di dema Operasyona Ezra û Nehemiahê ya di navbera 1950 û 1952’an de bi balafiran çûn Îsraîlê.

Festîwala Saharanayê, ligel zindîhîştina kevneşopiyê, bi armanca bi endamên ku di civaka Îsraîlê de bûne xwedî ciyekî taybet pesnê xwe bidin, ji bo civakê şensek e. Civaka Îsraîlê wan di destpêkê de wekî gundiyên ku xwendinê û nivîsandinê nizanîbûn dinasîn.

Wezîrê Parastinê yê kevn Yîtzak Mordexay ku li Zaxoyê hatibû dinyê û Cîgirê Wezîrê Aboriyê Mickey Levy ji van kesan e ku beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Nahum Moşeyê ji Zaxoyê û jina wî ya ji Duhokê niha li bajaroka Mevaseret Ziona ku li kêleka Qudsê ye û piranîya şêniya wê kurd in, rûdinin. Ew, têkiliyên xweş ên di navbera cihûyên kurd û misilmanan bi bîr tînin lê qala çîrokên ku bazirganên cihû dema alavên xwe di navbera bajaran de dibirin û dianîn ji aliyê kesên rê dibirîn ve dihatin qetilkirin jî dikin.

Bajarê Helepçeyê ku bi kuştina girseyî ya bi çekên girseyî ya ji aliyê Saddam Huseyîn ve tê naskirin, hîn jî xwedî taxeke bi navê Cewlekan ango taxa cihûyan e. Digel ku cihû bi tevahî koçî Îsraîlê kirine, terziyên li bazarên nêzîk bi kêfxweşî xanî, otel û sînagogên bi tûleyan hatine çêkirin nîşan didin.

———-

Nivîs ji hejmara 30’ê Îlonê ya rojnameya bi îngîlîzî ya Times of Israelê, www.timesofisrael.com hatiye girtin û ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …