Senatoya Fransayê erêkirina peymana ziman red kir

 

 

 

 

Senatoya Fransayê erêkirina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar red kir. Senatorên rastgir dengên xwe li dijî pêşnûmaqanûna ji bo erêkirina vê peymanê bi kar anîn.

Erêkirina peymana ziman a Ewropayê yek ji sozên kampanyaya hilbijartinê ya 2012’an ê serokê niha François Holland bû. Fransa di sala 1992’an de peymana ziman îmze kiriye lê peyman hîn ji aliyê parlamentoyê ve nehatiye erêkirin.

Bi armanca pêkanîna soza xwe, Holland di 4’ê Hezîrana 2015’an de pêvajoya qebûlkirina erêkirina peymanê dabû destpêkirin. Mixabin pêşnûmaqanûna di derbarê erêkirina peymanê de di 14’yê Cotmehê de ji aliyê endamên rastgir ku piraniya Senatoyê pêk tînin ve hat redkirin. Argumana sereke ya senatorên li dijî vê peymanê “yekitiya nikare bê parçekirin” a Komara Fransayê ye ku yek ji prensîbên hişk ê netewe-dewletê ye. Senator didin zanîn ku vê prensîbê di destpêka Destûra Bingehîn a Fransayê de hatiye nivîsandin. Li gorî van senatoran bi erêkirina peymanê wê zimanên din ên li Fransayê bên qebûlkirin û bi vî rengî jî prensîba yektabûna zimanê fransî bê îhlalkirin.

Senatorên sosyalîst ên fransewî li dijî vê îdîayê derdikevin û diyar dikin ku Fransa ji 2013’an û vir ve destûr daye ku zarokên pêşdibistanê li welat zimanên herêmî fêr bibin û ev jî li dijî komarê xetereyekê pêk naniye.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …