Sedir banga domandina çalakiya li parlemenê kir

A.Rahman Çelîk

Li Iraqê krîza siyasî bi dagirkirina parlemenê gur bûbû didome

Muqteda Sedir bi axaftinekê bang li alîgirên xwe çalakiya xwe bidomînin

Sedir di heman demê de daxwaza belavkirina parlemanê û hilbijartineke pêşwext jî kir.

Aloziya li nava Iraqê ku niha navenda wê parlemen e, bi dawî nabe.

Pişt çalakiya alîgirên Tevgera Sedir a parlemanê, Çarçoveya Hemahengî bang li aliyê Sedir kiribû ku meseleyan bi rêya diyalogê çareser bikin.

Di hişyarî de hatibû diyarkirin, çalakiya heyî li dijî Qanûna Bingehîn û siyaseta sivîl zemîna derbeyê çê dike.

Lêbelê banga diyalogê ji aliyê Sedir ve hat redkirin.

Li pêyî van pêşveçûnan, Muqteda Sedir xîtabî piştevanên xwe yên li ku li “Qada Kesk” di çalakiyê de ne, kir.

Sedir ji wan xwest ku heta daxwaza wan bi cîh neyê, dev ji çalakiya rûniştinê bernedin.

Lîderê şîî Muqteda Sedir di heman axaftinê de, ji aliyên siyasî jî xwest ku parlemanê ji hev belav bikin û vê re jî biçin hilbijartineke pêşwext.

Sedir her çiqasî got ew naxwaze xwîn birije jî, rijandina xwînê wekî tekane rêya çareseriyê nîşan da.

Siyasetmedarî iraqî îddia kir ku serokwezîrê kevin Nûrî El Malikî dixwaze wî bide kuştin.

Lewma jî ew amade ye şehîd bibe.

Paşxaneya aloziya siyasî

Hêjayî gotinê ye Tevgera Sedir di hilbijartina Cotmeha 2021’ê de bibû partiya yekem.

Lewma jî mafê avakirina hikûmetê bi dest xistibû.

Îttifaka ku Sedir bi partiyên siyasî yên Iraqê re danîbû, têra avakirina hukumetê nekir.

Lewma jî Sedir gotibû, ew ji siyaseta Iraqê vekişiyaye.

Li pêyî vê vekişînê, mafê avakirina hikûmetê ketibû destê şiiyên din ên reqîbên Sedir Çarçoveya Hemahengî.

Çarçoveya Hemahengî di 25’ê Tîrmehê, navê Muhammed Şiya Sûdanî ji bo serokwezîriyê pêşniyaz kiribû.

Li ser vê yekê, piştevanên Tevgera Sedir ji bo protestokirina vê, di 30’ê Tîrmehê ketibûn Herêma Kesk û Parlemena Iraqê dagir kiribûn.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …